Hunermenda dengxweş û dengzelal Evîna Welat, Berî çend rojan, ji wênekişandina du kilîpan rizgar bû. Herdu kilîp li herêma Kurdaxê û bi Kamîra wênekêşê nasdar Nîdal Zêno hatine girtin û belvkirina Mûzîkê Brûsk Şêxo(kurê hunermendê gurbihuşt Mihemed Şêxo) kiriye, li ciyên wek (Basûtê, Keleha Semanê, Nebî Horî û Meydankê) hatine kişandin
Ev herdu kilîp ji CD-î û kasêta wê ya nû ne, strana CD-iya yekê bi navê “Tu jibîr nabe,, ye ew stran ji gotinên helbestvan Xemgînê Remo û awaza hunermend Sefkan e, strana duwem bi navê “Şeva Tarî,, ye ev stran bi awaz û gotinên hunermendê hestnazik Xalêd Sofî hatiye hûnandin û hestine gergîn bi dengê Evînê bi rûyê şeveke tarî de hatiye berdan. Her weha CD-î bi heyşt strana xemiliye.
Li benda kilîp û CD-îya Evîna Welat bin
Li benda kilîp û CD-îya Evîna Welat bin
Ev navnîşana e-peyamê li hember spam botan tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be
evinn@web.de