EZBENÎ ! EZ Û TE – 2 –

  Konê Reş

    Ezbenî tu dibê qey ez û te cêwiyê hevin ?! Tu jî weke min di kolanên Qamişlo de dimeşe ta bi dawiyê, nivîs û manşêtên  di ser dikanan re dixwîne û ji nişka ve tu hay dibî ku te dayê ser şopeke şaş.. Tevî wilo xemgîn nebe û gazinan ji demê û huşê xwe neke…Bigurinje, erê bigurnije ! Ji ber ku tu, di xeyala xwe de, xwe wek biyaniykî dibîne.
Biyaniyekî ku di kolanên bajarekî xerîb re derbas dibe û her tiştên li dorê xerîb xweya dikin; dikan, dîwar, dergeh û dêmê xelkên derbas bûyî…Ku ne ji xirecira kolanê û helkehelka xelkê ba, te yê destê xwe bavêta bêrîka xwe, nasnameya xwe derxista û teyê xwe ji xwe re esehî kiriba û bigota; gelo evê bi min re dimeşe, min gêjomêjo dike, ez im an cêwiyê min e…??!!!
   Nexeme ezbenî! Ez bawerim piraniya van kesên ku di kolanên Qamişlo de, bi tere dilivin, ew jî mîna te gêj bûne, wek te hejar in û her yek ji wan li nasnameya xwe digere..
Çi qewimiye ? Tu nizanî.
Ezbenî! Tê gilî û gazinên xwe ji kê bikî ?!  Tu nizan e.. Tev gazinan dikin, tev belengaz in û tu bi hisreta mirovekî ye ku tu qehweyekê pêre vexwe û bi bêdengî tu û wî bi hev re berê xwe bidin bakur- li gor dûrbûna hisretan- li çiyayê Mêrdînê, Omeryan û Bagokê mêze bikin…
*          *          *
   Erê ezbenî ! Di heyamê qerebalixê de bêdengî xewneke..Bi vexwarina wê qehweyê re, ku tu, ji ewê bi te re qehwê vedixwî bipirse; rewşa te çawa ye? Di derhal de wê bersiva te bide, wê çavê xwe bigire û devê xwe veke, wê ji te re kul û xemên xwe bi darvek e; wê qala rewşa xwe, tendurisytiya xwe, zarokên xwe û abûriya xwe bike û bibilîne…Eger tu kurdperwerek be û bi te bawer be, wê kuç û keviran bi ser tirko de bibarîne û hezar carî wê rehmetê li giyanê Barzaniyê nemir bîne û wê bibêje yan mêranî wek a kurê Barzanî yan na.. Kuro! Tirko doza çi li me dike ?! Ma van Apoçiyan çi kirin û çi nekirin.. xwîn wek ava mezin di ber azadiyê de rijandin..De bela tirko efwa wan derîne, ew jî şer bisekinîn in.. Mane heyam bûye heyamê giftûgo û demokrasiyê.. De bela rabin, bi aşîtyane şerqê bihejîn in… Û wiha nasekine, tê jî neçar bimîne ku tu lê guhdarî bike… Pêre jî, tê ji xwe re bibêje; de wî bisekinîne..! Lê heyhat bisekine..Wî nesekinîne. Ew xwe rehet dike, bêhna xwe derdixîne bela biştexile, ku ew neştexile tê biştexile û tê fincanek qehweya din û yeke din û yeke din vexwe…
*          *          *
   Ezbenî, tu dibê qey tu wek minî ! Tu ji mala xwe derdikeve û bi sedan pirs di serê te de diçin û tên, bi dehan dêmên ku tu dixwazî wan bibînî, rewşa wan nas bikî  têne ber çavê te. Dibe ku tu ji xwe re dibêjî gelek kêmasiyên min derbarî van dost, mirov û hevalan heye..û wiha gelek bîranînên te yê xweş û ne xweş bi wan re têne bîra te…Hem jî tu dibêjî; jiyan bê dost, heval û mirov ne hêjaye filisekî, nexasim ewên ku di tengasî û şahiyan de bi min re bûn…Ji nişkave jî, ew hevalên te yên bi te re xayin ketin, yên ku veşartokên te guhestin xelkê, yên keysebaz û durû  tev têne bîra te, nexasim ewên ku xwedêgiravî bûne tiştek..Tu mêze dikî ku ew li cihekîne û tu li cihekî dine… Tevî vê rewşê tu xwe neçar dibîne ku rewşa wan zanibe. Tevî ku şaşî bi demê re dimirin û tu jî ji şaşiyan ne xaliye…Wiha tu bi vê encamê kêfxweş dibî… Lê dem zû derbas dibe û roj xatirê xwe ji te dixwaze…Wiha tu dizîvire mala xwe bê ku tu bi kesî ji dost û hevalan re bi axif e an bi bîn e. Ji ber ku kar û barê rojane, biryara te, ji te di diz e û rê nede ku tu yekê ji wan biryarên xwe pêk bîne. Lê tu di xwe de dibêjî; ezê careke din biryarên xwe bi temamî pêk bînim…Lê heyhat, ev yek ji kesên mîna te re, di vî heyamê ku hest û bêrîkirin têde têne hurkirin zor çetîn û dijware… 
*          *          *
   Ezbenî! tu mêze dikî bê çendî tu hatiye perçiqandin ? Careke din Qamişlo li hev dikeve, nûçe bi dûv nûçe de te dihejîne.. Kurdewarî, Net, Mobail û beza bi dûv pêkanîna gepa nanê zarokan de, te ji hawhaw ve dixîne…Ma ne tu bû yê ku biryar stand, ku ji îro û pêve bi bêdengî û aramî danûstandinê bi xelkên vî bajarê  birijtî re bike? Qey ne tuye yê ku berê wî li cihekî bû, di cihekî din re derket û gelek ji pilanên wî ne wek ku wî dixwest derketin û beravêtî bûn.. Ezbenî niha tu mirovekî dine û nabe ku ne tu, tu be..Va te Qamişlo tevda, li paş te çiyayê Mêrdînê, Omeriyan û Bagokê bilind xuya dike û li pêş te deşta Xelef Axa(Sinceqê) û beriya Mêrdînê dûz û bê pîvan, wek deryayekê raxistiye..Ji nû ve tu dikarî li çayxaneyekê danişte, qehwake nû vexwe û bi vexwarina wê qehweyê re li xelkê Qamişlo mêze bike, hingê tê gelek kesên mîna xwe bibîne… Bi vegera malê re ez û te, emê ji hev veqetin û ezê li normaliya xwe vegerim…

05/11/2007 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…