Gotina komîta çalakiên kurdewarî di salvegera nivîskar Ferhadê Çelebî de

Rêzdaran ……. Malbat , Heval û dostên pakrewan Fehad
  Beşdarên hêja ….
Silav û rêz
Di bîranîna mirovên koçkirî yê navdar de li ber bejna pesnê pênûs xûz di be û rûpel xwe digvêşe , berhemên wan yên şûn mayî weke birûskan di ber çavên mere di burin û mejî bi paşde vedigere û li ser xebata wan ya hêja di ber mirovatî , aştî û azadî yê de radiweste û hûr hûr xwe têde digîne.
Ev mirovê ku em îro sal vegera wî vedjînin sitûneke rewşenbîrî bû lê bila destê qederê bişkê .
Ferhad rewşenbîr , nivîskar.helbestvan û siyasetmedar jiyana xwe xistibû xizmeta millet û welatê xwe de , da doza miledê wî bi pêşde here û çanda wî bilind û bilind bi be , nemza wî di ragihandina kurdî de balkêş bû , nivsandinê wî rûpelên kovar û rojnama di xemilandin .
Dîrok ferhad û yên mina wî ji bîrnake wan di nav rûpelên xwe de di parêze û bi nav û nîşan dike.
Ez bi nave xwe û bi nave komîta çalakiyên kurdewarî gurzeke gul yên çiyayê kurdistanê diyarî gorna wî dikim , sersaxiyê ji çanda kurdî re , ji malbat , partî , heval û dostê wî re dixwazim û hêviya me ji yezdanê dilovan cê wî bihuşt be.
De bêjin bi mire emê bi yek dengî bi hev re bêjin bila sere miletê me sax be.

Komîta çalakiyên kurdewarî
Qamişlo 1/11/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…