Heleqeya “Parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsa asayişa neteweyî” bi adawî dibe

  Hewlêr –Kurdistana Îraqê

Duh çarşembê 31/10/2007 heleqeya lêkolînî a b sernavê “parastina ezmûna herêma Kurdistanê û pirsa asayişa neteweyî” ku ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ve hatibû sazkirin, bi dawî hat.Di roja dawî de, Xisro Caf û Tehsîn Qadir û Sero Qadir sêmînerên xwe pêşkêşkirin û paşê daxuyaniya Kombenda Kawa hate xwendin.
Di destpêkê de, nivîskar û rojnamegerê Kurd Xisro Caf kurtiyek mêjûyî bi şêwazekî wêjeyî û helbestvane di derbarê dîroka nakokî û şerên deverê û gelên wê de ji dema şerê osmanî û sefewiyan ve kir.
Wî da xuyakirin ku ji mêjve hewildan tên kirin bi mebesta tunekirina milletê kurd lê ev hewildan hemî têkçûne û qet jî bi serneketine û ev êrîşên dawiyê jî ji aliyê dewleta Tirk ve dê bibin kevin.Her weha wî amaje bi hêza leşkerî a PKKê da û got ku Tirkiyê dê ziyanek mezin bibîne li wan çiyayên bilind û asê.Ji bilî hêza leşkerî jî, PKKê xwediya cemawerên berfireh e , wek mînak dema PKKê xwepêşandanekê li Ewropa çê dike, dewleta ku xwepêşandan lê çê dibe dikeve amadebaşiyê de.

Birêz Tehsîn Qadir behsa rewşa navçeya Rojhilata nêvê bi giştî kir û hindek xalên giring yên siyaseta Amerîkayê di navçê de anî zimên wek hebûna petrolê û Îsrailê û erkê parastina ewlekariya wê û şerê li dijî şepolên Îslama siyasî û pirsa çekên atomî yên Îranê.Ji ber vê çendê Amerîkayê nikaribû gelek pirsan çareser bike wek pirsa avê li Îraqê ku ava wê hemû ji Herêma Kurdistanê tê.Piştre qala rewşa Tirkiyê kir û nakokiyên di navbera hêzên siyasî yên Tirkiyayê de.Wî got ku PKK-ê çêbû û xuyakir wek encama van nakokiyan tevlî tepeserkirina neteweya Kurd li Bakûrê Kurdistanê.Wî tekez kir ku baskê çep di nav refên PKKê de bihêztire niha û behsa xebata serkirdên Kurd kir ji mêjve û heta niha .Di berdewamiya axaftina xwe de, Qadir balkişand ser rewşa Îraqê û got ku her partiyek balê dide mezheba xwe û kes guh nade Îraqê wekû dewlet

Sero Qadir jî basa nakokiyên siyasî yên hêzên Tirkiyê kir û got ku dijminahiya Tirkiyê ji gelê kurd kûr û kevine , ne tenê ji Kurdên Tirkiyê belkî ji hemû Kurdên dinyayê li her cihekî.Êrîşa wê ser Herêma Kurdistanê ji vê yekê tê tevî ku hinek hincet bidestxistine .Her weha, birêz Sero Qadir got ku divê NY û DYE û YE-ê venasînê bi milletê Kurd  û herêma Kurdistanê bidin û doza gelê kurd çareser bikin ji ber ku ew giringtirîn kêşeye di rojhilata nêvê de ku bê çareserî maye.Di dawiyê de tekez kir ku Tirkiyê nikare êrîşî herêmê bike ji ber ku dem ne dema şer û tundiyê ye , belkî kêşe bi aramî û guftûgoyan çare dibin .

Piştî gengeşe di navbera amadebûyan û axaftivanan de bidawî hat, mamoste Selah Bedredîn çavdêrê giştî yê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî gotinek bi navê Kombenda Kawa got û têde sipasiya axaftivanan û amadebûyan û zanîngeha Selahedînê kir ku beşdarî di serxistina vê heleqeyê de kirin û soz da ku dê deqên hemî sêmîner û goftûgoyan werin belgekirin û ji raya giştî a Kurdistanê re werin pêşkêşkirin.Piştre daxuyaniya Kombendê bi sernavê(Daxuyaniya heleqeya lêkolînî-Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî-Hewlêra Paytext) hate xwendin.

Komîteya Ragihandinê

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...