sekretêrê (psk) mesûd tek li nûsîngeha (pdpks) li silêmaniyê semînerek li darxist

 Roja înê (26.10.2007) , li nûsîngeha silêmaniyê ya partiya demoqrata pêşverû kud li siûriya (PDPKS) , mamoste Msûd Tek sekretêrê Partiya Sosyalista Kurdstan (PSK) semînerek li darxist li ser xebata tevgera kurd li kurdistana turkiye bi tevayî , û bi taybet li ser xebata (PSK) li seranserê 33 salan ku ji bo pêkanîna sîstemek sosyalistî û demoqrat, û çespandina mafên netewî yê gelê kurd li kurdistana turkiyê xebat berdewam kiriye.
 semîner birêve çû bi beşdariya komelek ji xwendevanên (PDPKS) û li gel jimarek ji rewşenbîr û hevalên partiyên din .. ev semîner xelekek bû ji zincira semînerên rewşenbîrî ku nûsîngeha silêmaniyê ya (PDPKS) mehane li dardixe , û îro jî ji bo kûrkirina pêwendiyan dinav bera herdû partiyên bira de , vaye mamoste Mesûd Tek hatiye xwestin ku serpereştiya vê semînerê bike û ewî jî bi dil germî ev daxwaz bi cî anî ..
Di destpêkê de mamoste Mesûd Tek ronahiyek berda ser kurte dîroka (PSK) û xebata wê ya dijwar ji bo pêkanîna mafên gelê kurd li kurdistana turkiyê , û dinavrûkê de li ser du xalên giring sekinê : (PSK) çiye ? , û armanc û daxwazên wê çine ? ..
Û wiha di naverûka semînerê de got : pêwiste ku bernama siyasî li gor şert û mercên rewşa siyasî ya demê be , û her wiha jî bername çendî rast be lê bi tenê ne bese , dive kadirekî jîr û zane û piraktîk hebe wî bernameyî bi kar bîne , û got : armanca me ewe pêkanîna sîstemeke sosyalistî ku zor û zulim û kedxwarî li ser miletê kurd nemîne , û nayê veşartin ku di qûnaxa bûrî de mixabin em bi ser neketin di vî warî de , lê xebata me her berdewame û em bawerin ku sosyalizim ewe riya felatê, lê emê pêşî xebat bikin ji bo azadkirina welatê xwe , paşê emê bernamê xwe pêşkêşî millet bikin ku bi xwe hilbijêre û dengê xwe bide bernamê ku di xwaze , em netewîne û sosiyalistin jî ..
Her wiha mamoste Tek got : li pêşiya kurdan çar rê hene ku doza mafê xwe bikin (dewlet , fîdralîzim , otonomî , mafên siyasî û civakî û rewşenbîrî) , û got ku ev rê girêdayîne bi rewşê ve , û got ku her kurdek di dilê xwe de Kurdistanê di xwaze , lê dilxwestin tişteke û karîbûn tiştekî dine (viyan heye û şiyan jî heye) weke ku berê hatiye gotin , û em li turkiya fîdralizimê rast dibînin ji bo wekhevî pêk were di navbera kurdan û turkan de , û got : sîstemên fîdralî cîwazin li gora zirûfaye , mina (Elmaniya , Yekîtiya soviyêta berê , kurdistana îraqê ..) , û ji bo pêkanîna fîdralismê dive tevgera kurd li turkiya bibe yek , û tevkariyê bike bi partî û hêzên kurdistanî re li ser bingeha rêzgirtina xusûsiyetên hev , û got ku Kurdistan dibe bibe yek lê pêşî dive her parçek bi xwe azd bibe , û di dema bûrî de me xebat li dijî impiryalizim , kevneperest û turkan dikir , lê îro tenê dijî turkan xebatê dikin , lewma dive em bizanin dujminê me kiye û wî baş binasin , dewleta turkî dewletek eydiyolocîke û li ser çar sitûna avabûye (yek dewlet , yek millet , yek al , yek ziman) , lewma berêz mesûd pêwîst dibîne ku ev rêcîma şovînî bi ruxe da ku karibin mafên xwe yên netewî bidest bixin , û got : raste îro dahol di situyê hukimê sifîl de ye lê darê wê di dest leşkerê turk deye li gor kêfa xwe li daholê dixe , û qet dewletek bi vî rengî najî û berdewam nake di pêşerojê de , û doza xebata siyasî kir ji bo ruxandina vê rêcîma şofînî , ji ber ku şerê çekdarî nema tiştekî bi ser dixe divan guhertin û rewşên nû de ku îro li dinyayê pêkhatine û nimûna li ber çava kurdistana îraqe , û got : pêwiste ev rêcîma dîktatorî were tazîkirin li ber raya giştî bi tevayî , û li cem yekîtiya ewrûpî bi taybet ku di xwaze bibe endama wê..
Kak Mesûd tek sekretêrê (PSK) semîner bi dawî anî bi axaftina li ser gef û êrîşên hukûmeta turkî li dijî herêma kurdistana îraq bi behana bidûketina çekdarên PKK , û got : behanê wan derewin , ya rast ewe ku dixwaze xala 140 ji destûra îraqa fedral bide sekinandin , û fedraliya Kurdistana îraq bide xerakirin , û herweha desthilat bikeve destê leşker de li turkiyê , ji ber ku hukûmeta erdogan musilmane , ne etaturkiye..
Êdî derî hat vekirin li ber beşdaran ku nerîn û pirsên xwe bikin , ewanjî bi beşdariya xwe ev semîner zengîn kirin..
Sulêmaniyê 28.10.2007

Jêder : (Ragihandina partiya demoqrata pêşverû kud li siûriya) 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…