Bûyerên roja yekê ji heleqeya lêkolînî “ parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsgirêka asayişa neteweyî”

Îro, saet 15,30ê paş nîvro li sentera rewşenbîrî û komelayetî ya zankoya Selaheddînê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana federe heleqeya lêkolînî ku ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ve tê lidarxistin bi sernavê “parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsgirêka asayişa neteweyî hate destpêkirin. Her sê mamostayan Prof.Seedî Berzencî-Kerxî Necmeddîn Altî Bermax- Dr.Mihemmed Bazyanî bi rêzê sêmînarên xwe pêşkêş kirin.
Di destpêkê de, Prof.Seedî Berzencî behsa yasayên nêvdewletî kir yên ku êrîşbirina ser Herêma Kurdistanê qedexe dikin, di nav de yasa û zagonên encûmena giştî ya ser bi NY-ê ve û Konseya Ewlekariya navnetewî. Berzencî da xuya kirin ku xaka herêmê girêdayî dewleta Îraqê ye. Her weha, amaje bi hindek xal û bendên makezagona Îraqê a federe kir ku di wan de parastina ax û serweriya Îraqê û di nav de Herêma Kurdistanê wekî erkekî serekî yê Hikûmeta Îraqê hatiye hesibandin. Berzencî got ku:“ Hikûmeta Îraqê pabend e ku sînorê herêma Kurdistanê biparêze ji ber ku herêm li gor benda 110-an ji destûra Îraqê a federe beşek ji dewleta Îraqê ye”.

Ji aliyê xwe de, birêz Kerxî Altî Bermax amaje bi rûniştina parlementoya Tirkî kir ya taybet bi operasyona derveyî sînor. Bermax nîşan bi wê yekê kir ku parlemento jêderê biriyardanê û derxistina yasayan e, ne ciyê erêkirina êrîş û operasyonên leşkerî ye! Her weha, wî behsa guherînên nû ji aliyê AKP-ê kir û hewildana bidawî anîna pirsgirêka PKK-ê li Tirkiyê wekî bingeha projeya wê a guherîn û pêşveçûnê. Di berdewamiya axaftina xwe de, birêz Kerxî anî zimên ku nakokî di navbera hikûmeta AKP-ê û artêşa Tirk de heye û ji bo ku AKP artêşê qayil bike dosiyaya PKK-ê xistiye pileya yekemîn a karûbarên xwe de, lê belê êrîşa çavrêkirî dê ne hewqas tund û bihêz be weke ku AKP-ê dide bawerkirinê, ji ber ku ew dê di encam de alîgirên xwe li hundirê Tirkiyayê winda bike.
.
Dr.Mihemmed Bazyanî li ser stratejiya Amerîkayê di navçê û Îraqê de û ciyê pirsgirêka Kurd di vê stratejiyê de, rawestiya. Wî got ku piraniya navendên lêkolînên stratejîk li DYA di wê baweriyê de ne ku dê di demek nêzîk de dewletek kurdî ava bibe. Dr.Mihemmed da xuyakirin ku hikûmeta Tirkiyayê baş bi vê rastiyê dizane, û heta jê tê hewil dide ev yeka pêk neyê anjî bi kêmanî eger pêkhat jî ji hemî faktorên dewletbûyînê bêpar be. Sedemê vê yekê jî li gor wî ew e ku desthilatdariya Tirkiyayê avabûna dewleteke kurdî li başûrê kurdistanê wekî tehdît û biveyek mezin dibîne, nemaze ku beşê here mezin ji Kurdistanê li Tirkiyê dikeve. Ji aliyekî din ve, Bazyanî bang li serokatiya Herêma Kurdistanê kir ji bo vekirina navendên lêkolînên stratejîk wekî ku li Amerîkayê û dewletên mezin heye, da ku ev navend rolekê di sazkirina biriyarên stratejîk de bilîzin. Di dawî de, birêz Bazyanî bi mixabinî got ku kêmasiyek berbiçav ji aliyê serokatiya herêm ve di vî warî de heye.
 
Ciyê amaje pê danê ye ku hijmarek mezin ji rewşenbîr û siyasetmedar û rojnameger û xwendevanan amade bûn û piştî bihnvedaneke kurt axaftivanan bersiva pirsên amadebûyan dan.
 
Bernameyê roja duyemîn:
ا
Duşemb 29/10/2007-Arêz Ebdella-Edhem Barzanî-Nûrî Ptros-Ebdulselam Berwarî.

    Komîteya Ragihandinê
Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî            

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…