Gurên bersorî hûn çi dikin? «Riyên gelê me bû ne bust û hûn nebû ne dost»

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Dîrok dibêje; di jiyana civaka mirovperweriyê de heyameke mîtolocî he bû, di wê demê de zanîna mirovan pir nizim û di serasera bû, her êlekê yan komek ji mirovan  di vê civakê de bawer dikir ku bavpirê xwe yê yekem lawirek ji lawiran bû, yan jî hişaniyek taybetî bû. Evan mirov û êlan xwe bi wan lawiran yan bi wan hişaniyan diparaztin û ewanan ji xwe re mîna xweda didîtin.
Dîroknasê Turk Yalmaz Awiztona di pirtûka xwe “dîroka dewleta osmanî ” de   nivisiye; “Turk bawer dikin ku bavpîrê wan yê herî pêşîn gurê bersorî bû û ji ber vê jî gur bû ye nîşana niştimanî ji Turkan re .. “

Herweha dîrok dîsan dibêje; cihwarê Turaniyan ya kevin pir bor û  belengaz bû, ewanan ji bo  berdewamiya jiyana xwe hevrikiyên dijwar li dijî jiyana tazî û hişk dikirin, lewra jî Turanî bi sertî û lêxistinên hovane perwerde bû ne, ewanan ji ber birçîbûnê hêrişên xwe dibirin ser dirawsêyên xwe,” gelên  Ariyanî” (Afganistan, Îran, Kurdistan )çimkî evan herêmanan bi saman û şaristaniyên xwe dewlemend bûn.

Mîna di dîrokê de hîn hatiye destnîşankirin ku berê, her êlekê yan miletekê di cengan de duruşmek mîna xwedayê xwe yê mêtologî  bilind dikir, ji ber vê jî Turaniyan  durişma xwe  mîna dîdema”Qizil qurtê” bû, lê gelên Arî nîşana hetawê mîna xweda  di şeran de hildidan jor …

 Wek di dîrokê de hatiye gotin; ku pêxemberê araynî- mîdî Zeredeşt li gel 80 peyrewên xwe li pîrozgeha bajara Belexê  (Afganistan )bi destên Turaniyên, yên ku xwe mîna gurên bersorî “Qizil qurtê” peçinandi bûn, hatine kuştin.

Di pêvajoka dîroka îslamî deTuraniyan herdem hêrişên xwe birine ser Farisan û Kurdan, lê ji nav gelên aryanî, miletê Kurd pirtir ziyan ji dest “gurên bersorî”(Qizil qurt) dîtiye. Li gor nirîna lêkolînvan Dr.Ehmed Xelîl, peyva “Qizil qurt” damarên xwe bi kuranî berdane hişên Kurdan û ewann ta roja îro vê peyvê wek tirsdayinekê bi kar tînin.

Cenga çekdarî di navbera Turaniyan(Osmaniyan) û Farisan de dîsan ji bo dagîrkirin û çewsandina samanên Kurdistanê bû, li dawiyê welatê me di nav xwe de di sala 1639 an de parvekirin. lê gelê Kurd ji berê de destgirêdayî nema ye, welatparêzên Kurd mîna mîr Bedirxan raperînek li Botanê kir û konfêderliyek kurdî 1830-1845  li wê herêmê damezrand, lê mixabin dîsan gurên bersorî mîrşena Bedirxan rûxandin. Piştî heypeymana Saykis-Pîko di sala1916 de Kurdistan bi destên Firansa û Êngilîz careke din parve bû. Bi vî rengî dijminan welatê me ji xwe re zep kirin.. lê pirsa giring  ev e; ma gelo netewperestên Kurdan xwe radestî neyarên  kirin ?Bê guman mêjoya kurdî ya nûh bi raperîn û şoreşên xwe mişt e, gelê Kurd ta niha bi melyonan keç, law, jin, mêr kirine qurbanên Kurdistanê, û nijadperestên Turkan bi hêrişên hovane belgeyên dîroka mirovperweriyê bi xûna Kurdan û Ermeniyan sor kirine.

Tevî van babelîtên mezin, gelê Kurd bi hemû awayî berxwedaye, welatê xwe Kurdistan biparêze.

Tevgera kurdî bi dehên salan e ku xebatên çekdarî û siyasî dike, dadmendiya kêşa kurdî hêdî, hêdî li gorepana cîhanê de cihê xwe distîne û  damezrandina destlata kurdî piştî raperîna1991 ê li herêma Kurdistanê mînakeke ronak e.

Li aliyê din di sala 1984 an de bizava çekdarî jî carek din li KurdistanaTurkiyê bi seroketiya birêz Ebdela Ocelan dest pê kir, şoreşa E.Ocelan jî  serê destlataTurkên turanîst û kemalîst pir teng kir, helwesta nijadperestênTurk li dijî gelê me li her derê her tund û tujtir bû û li dawiyê bi pîlaneke navdewletî mezin serokê PKK hate girtin.D ijminên azadiya Kurdistanê, ango serdarênTurkiyê “Qizil qurtên Turkiyê  ” hevdu pîroz dikirin wekî ku şoreşa Kurdistana Turkiyê aşbetal bû, lê weke Ereb dibêjin; “hesabê sokê”bazarê ” li sendoqê nehat “,  piştî demekê  dîsan şerê çekdarî li dijî roviyên kîndar dest pê kir, lê di navberê de, P K K pir caran jî ala aştiyê jî hildida jor, lê mixabin Turaniyên nûh mîna bavpîrên xwe naxwzin hebûna gelê Kurd mîna neteweke serbixwe, xawên welat û şaristaniyeke serbixwe nas bike. Ewanan ne tenê li dijî PKK ne, lê li dijî hemû partiyên kurdistanî ne, li dijî çand û kelepûra kurdî  ne.

Bi kurtebirî  PKK û hemû rêxistinên din kurdistanî, ne evîndarên xûnrêtinê ne, ewanan tenê dildarên azadiyê û civaka mirovperweriyê ne ..lê dîsan emê bêjin; gelek mixabin zimanê destlata Turkiyê tenê mîna zimanê “gurê bersorî” ye, ewa tenê dixwaze bi her şêweyî milêtê me, welatê me, ji nava dîroka civakê hilîne û hemû samanên Kurdistanê ji xwe re bi darê zorê bistîne. Lewra jî, eger stêrkek li kîjan beşî Kurdistanê geş bibe,Turaniyên nûh bi alîkariya hin rêcîm û rêxistinên regezperest li   Rojhilata Navîn dest bi lîstikên xwe li dijî  pêşketin û azadiya Kurd dikin .

Piştî ku rêcîma Sedamê dîktatur di sala 2003 an de hate rûxandin, komara Îraqê ya fêderal hate damezrandin, agir û pêt ketiye paşelên Turkên Turanîst û yên  hin dewletên  mîna Sûriyê, Îranê û gelek hêzên din yên şovênîst. Her yek ji van dewlet û rêxistinan bi awayê xwe ya nemaze li dijî Îraqa fêderal û bi taybetî li dijî Kurdistana azad dixebite. Em pir texmîn dikin ku hin hêzên destlata Îraqa fêderal hevgirêdanên xwe bi neyênî bi dewleta Turkiyê re hene, ewanan hin caran bê hevaltiya nûnerên Kurdan, diyalogan bi dewleta Enqerê re dikin, kî dizane  ku ev herdu alî bi hev re çi pîlanan li dijî herêma Kurdistana Îraqê dihûnin ??? Kî dizane ku belkî hin aliyên destlatdar, weke Ereb bi xwe dibêjin “;hamîhe û heramîhe”(him diparêze û him jî didize ), bi ya me be,  ev pîlana hîn ji hukumeta Dr. Îbrahîm Elceferî de  dest pê kiri bû.û eger nûnerên Kurdan li Îraqê û hukumeta herêma Kurdistanê bi seroketiya têkoşerê gewre M.Berzanî li yasa 140 î xawên derdikevin û daxwaza pêkanîna wê dikin, hemû aliyên nijadperest û ne dêmokrat ji tirsa re dilerizin, û Kerkuka Kurdistanî di xewnên rojan û şevan de dibînin, lewra jî Dr. Nordîn Elmalikî dê wê  siyasetê berdewam dike.

Çima Turkiyê ewqas dixwaze bi lez gefguran bide gelê Kurd û hukumeta herêma Kurdistanê ?!-Bê guman cerkî ku perlemana Kurdistanê di sala 1992 an hatiye damezrandin û hukumeta kurdî hema, hema herêma kurdistanê mîna herêmeke serbixwe  birêve dibe, û ewa bi alîkariya gelê xwe yê pîdar, Kurdistanê di hemû warên jiyanê de pir zû pêşda dide, lewra jî çavên Turkiyê û hevalbendên wê pir teng û sor dibin.2- Di rûxandina rêcîma xûnvexwer de, rola partiyên kurdistanî di qada navnetewî de zor berçavkirî bû 3-.Rêvebirên Kurdistanê bi seroketiya rêzdar mam Celal Talbanî û rêzdar kek Mesud Berzanî bi hişmendiyeke siyasî bilind û gelek  hevpîvayî  têkeliyên xwe bi hêzên  erebî sinî û şê î re ava kirin û di encamê de gelek hêz û kesayetiyên Ereb li Îraqê helwesteke erênî dermafê gelê Kurd û herêma Kurdistanê wergirtin3- Li ber çavên  dagîrkerên Kurdistanê, hukumeta herêma Kurdistanê     

 pêwendiyên siyasî, dîplomasî, aborî, perwerdeyî bi dewletên  ewropî  re çê dike.

4- Hêzên leşgerî li herêma Kurdistanê pêşda diçe.5-Hêzên pêşmergên gehreman hîn Kurdistanê diparêzin ..

5-Dewleta Emêrîka ta roja îro li rex gelê Kurd û hukumeta herêma Kurdistanê  radiweste, û piştvaniya mafê gelê Kurd li wir dike, lewra jî destlata Turkiyê pir ditirse ku Emêrîka hîn bi ser vê de jî  baregeheke leşgerî li Kurdistanê ava bike û stunên herêma Kurdistanê hêztir bibe û paşê wireyên gelê Kurd li beşên din jî bilindtir bibe û têkoşîna gelê me li Kurdistana bindest de jî bi vîneke pola bête vejandin..

Ji ber van sedemên jorîn, perlemana Turaniyan di 17.10.2007 an de, bê ku ewa  ji dîrokê û komelgeha cîhanî şerm bike, çira kesk ji çêlkên gurên bersorî re vêxistin ku ewanan hêrişên xwe bibin ser navçeyên herêma Kurdistanê û niha bi hezaran leşgerên Turk li ber sênora Kurdistanê ne..Vêca niha  pirs ev e; ku dewleta Turk dê rast têkeve Kurdistanê yan na ? Eger em li gor siyaset û logîka hişmendî texmîna xwe derbibirin, divê em bêjin  na ! Turkiyê gefgurên mezin mîna rastiyekê ji Kurdan û ji dewletên hevpeyman re dide diyarkirin, ta ku ewa tirsê têxe dilên rêberêbn gelê Kurd û di encamê de, ewanan dengên xwe ji bo pêkanîna xala 140 ji destura Îraqê nizim bikin ta ku pirsa Kerkukê weha tepisî û bincil bimîne. Erê Turkiyê bi awakî stratîcî naxweze ku Kerkuk di bin sîbera destlata Îraqê de jî bimîne, lê niha ewa li gor rêbazeke tektîkî  mayina Kerkukê di çarçewa erdnîgariya siyasî ya herêma erebî de bimîne, dipejirîne.

Lê ta roja îro destlata herêma Kurdistanê bi seroketiya birêz kek Mesud Berzanî û serokê komara fêderal rêzdar mam Celal Talbanî bi her awayî ji aliyên xwe de, tu kompirîmis li hember dewleta Turkiyê destnîşan nekirine.. .lê berevajayî vê yekê, ewanan herdem li ser kêşa Kerkukê radiwestin û di heman demê de jî ala aştiyê û dostaniyê hildidin jor. li aliyê din jî gengaz e, Turkiyê dixwaze ku hukumeta herêma Kurdistanê şerê çekdarî li dijî girîleyên PKK bike û agirê şerê birakujiyê di nav herdu aliyan de vêxe, lê ta roja îro rêberên gelê Kurd bersivên dewletaTurkiyê zor bi sinciyeke siyasî bilind didin û ewanan  pir bi zelaî ji raya giştî re dibêjin; em rêberên  PKK jî radestî Turkiyê nakin û em daxwaza çareserkirina kêşa kurdî li Kurdistana Turkiyê bi awayên aştiyane dikin…,îro Serok Mesud Berzanî di kenala Elcezîr de dîsan bi vê wateyê got;  “Ev sed salên destladarên Turkan bi şer û cengan dixwazin  dawiya kêşa kurdî hûnin, lê bila ewanan carekê tenê jî, riya aştiyê û diyalogan bi kar hûnin.”.

Lê eger dewleta Turkiyê rêzê li yasa û desturên navdewletî neke, bi zikreşî û kînên  kor derbazî gund û bajarên Kurdistanê bibe, vêca çi ji hukumeta navendî li Îraqê, ji dewletên hevpeyman mîna Emêrîka û Birêtaniya, ji komelgeha dewletên erebî û ji netewên yekgirtî tête xwestin??? Ma gelo evan dewletan dê destgirêdayî bimînin? Ma gelo hukumeta fêderal, dê dagîrkirina Kerkukê ji aliyê dewleta Turkan de bipejrîne ?lê dewleta Turkiyê weha soz daye hin rêberên fermî di hukumeta fêderal de, ku ewanan tenê dixwazin bingeha herêma Kurdistanêji hemû aliyan de birûxîne ??

Di siyasetê de her tişteke gengaz e, bersivên van pirsên jorîn em vekirî ji vîna azad  re dihêlin, lê di herhal de gelê me li Kurdistana başur amedeye ku berevaniya ax û rûmeta welatê xwe bike û her weha jî em di vê baweriyê de ne ku gelê Kurd li sê beşên din jî dê li hember van hêrişên hovane bê deng nemîne. Li dawiyê  em dixwazin bêjin “mişk axê dikule û wê li nav çavên xwe  dike ” belkî jî dewleta Turkiyê  dixwaze hin caran bibe mişkek …..!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!.

27.10.2007
  Almaniya  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…