Şêrên kurd pozê gurên boz di erdê dan

Salih Cefer

Bi sedê salane ku gelê kurd zulm û zora dewleta turk dikşîne, turkên olperest û netewperest û şofen gelê kurd kirine talane û tu xema wan ji kesî tuneye.
Tevî ku gelê kurd her û her li hember dijmin sekinîye û tu carî bê deng nemay, lê hesreta tolhildanê di dilê wî de maye û roj bi roj bilind bûye .

Tevî zulm û zorê û dagirkirinê jî netewperestên turkan têra xwe tiji bûne û zorê li hikûmeta xwe dikin ku êrîşe bibe ser kurdan.
Li cem wan kurd ne tiştekin û divê werin perçiqandin, ji ber di nerîna wan de ku ew gurên bozên û gelê kurd jî rovîye.
Di vê kirîza dawî de sebra şêrên kurdan nema, şêrên ku bav û dîyên  xwe û xwendina xwe û xweşîya jiyanê tev li dû xwe hisştine û ji bo rûmet û mafê kurdan li serê çiyan dijîn.
Bi dehên salan wê jiyana zor û zehmet dikşînin ji bo bidestxistina mafê gelê xwe.
Tevî hemû bangên yekalî ji bo aştîyê, tevî sebr û aramîya dehên salan dijmin qîma xwe neanî û şer bire ser wan. 
Kela dilê wan rabû û xwestin bêjin : erê em aştîxwazin lê em ne tirsonekin, em şêrin, eger win gurin, de ka werin em rê we bidin.
Tevî  tang û topên wan, tevî firok û hêza wan , tevî hejmara wan , tevî pozbilindîya gurên wan yên boz, şêrên PKK, pêşmergêyên canfîda, lehengên dilêr, pilingên kurdan, tolhildêrên gel, şêrên serê çiyan, xwestin ji cîhanê û turkan re û taybet jî ji gurên ! wan re bêjin : em şêrin.
Êrîşa şêrên çiyan da xwiya kirin bê gurên boz! kîne û şêr kîne, şêrên kurdan pozê netewperestên turkan di erdê dan.
Wê êrîşê dilê gelê kurd rihet kir , bêhna wî fereh kir, bawerîya wî bi doza wî bilindtir kir, moralên wî geş kir.
Êrîşa şêran xwiya kir, ku em aştî xwazin ne şerxwazin, em kanin şer jî bikin û kanin mafê xwe bi zorê jî bistînin lê em amedene di rîya diyalogê re pirsgirêka xwe çareser bikin.
Wek her car gelê kurd û hêzên wî yên siyasî banga aştîyê kirin û xwestin pirsgirêkê bi rîya aştîyê re çareser bike, lê dijminên kurd berê xwe dane şêweyên kevin û bi zimanê zorê deng dikin.
Bira baş zanibin ku dema şer nemaye lê eger vê yekê nepejirînin,bira ew û gurên xwe zanibin ku em şêrin û mafê me nayê xwarin û wê gelê me nêzîk an dereng mafê xwe bistîne.
27.10.2007


 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…