Ji weşanên Dezgeha Sema Du Pirtûkên nû

 Amadekirin : Hozan Emîn :

 -1- Romana (Xilaf Al-Meqsûd) ya nivîskar  Ehmed Omer û -2- Mele Ehmedê Palo ya Nivîskar : Dr. Ala-edîn Cengo  .
1- Pirtûka yekem Romana  (Xilaf Al-Meqsûd)  : Ev Pirtûk di  nava rêze zincîra weşanên Dezgeha SEMA ya çandî û hunerî û di nava pîlana çapên Sala 2007an de çapbûye . Romana (Xilaf Al-Meqsûd) ya nivîskarê kurd Ehmed Omer bi zimanê Erebî ye  û di nava demeke nêzîk de wê li Suriyê û Imarata Erebî û Herêma Kurdistanê bê belav kirin.
 Hêjayî gotinê ye ku ev Roman   li Beyrûdê li  weşanxana  Hîro ya çap weşanê hatiye çapkirin.
2- Pirtûka diwem : Pirtûka Jiyana helbestvanê Kurd  Mele Ehmedê Palo ye  . ev pirtûk ji weşanên  Dezgeha Sema Ya çandî û Hunerî ye ew jî  li çapxana Hîro ya çap weşanê hatiye çapkirin û  ji berhemên  Nivîskar  Dr. Ala-edîn Cengo ye . ji demekê dirêj de nivîskar dest bi karê vê pirtûkê kirbû û ji devê  dost û biraderê nemir Melle ehmed de dicoment berhevdikirin .ta gihişt asta çapkirin û belavkirinê , giringiya vê pirtûkê ew ku jiyan û xebata helbestvanê nemir Mele Ehmed palo ronî dike ew jiyana tev êş û keder û xebata bê hempa ji bo gel û welatê xwe dikir . ev pirtûk wefadariyeke ji bo vî helbestvanê   hêjayî  û bi nirxe .

Ev berhem  bi kar û xebateke mezin  hatiye hazir kirin ji aliyê niviîskar de  û wê di demek nêzîk de têkeve ber destê xwendevanan.

Helbestvan û edbiyatzanê Kurd Mele ehmedê Palo xwedanê Helbesta”Civîna Nemiran”.. ya   ji deh hezar malikan Pêk tê   . ev diyar dike ku  Nemir Palo xwedan hizir û şehrezayek mezin bû di ware helbest û wêjeya Kurdî de .
Ev pirtûk ji du beşan pêk tê . beşê yekem ya Nivîskar bi xwe ye ew jî bi Zimanê Erebî ye . û beşê diwem jî bi Kurmancî ye  û ji wergêra Helbestvan Ezîz Xemcivîn e .

û di nava rûpelên Pirtûkê jî gelek babet û beş hene ji zayina Mele ehmedê palo ta wefata wî .

Hêjayî gotinê ye ku Nemir Palo gelek berhem li şûn xwe hiştin . gelek Dîwan û Herwiha pertûkek di rêzimana Kurdî de nivîsî bû  û ferhengek gelek dewlemend bi navê  (ferhenga Kurdî- Tirkî) Amadekirbû.

    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…