Berhemên Nû

«HILAT» belavokek nû

  Hijmara 2an ya belavoka çandî civakî û hunerî HILAT gihişte me, ev belavok weşanek nûye, ket nav rêzên weşanên kû bi kurdî li Sûriyê tê weşandin.
 li xwar pêdaçûnek bilez e, li ser babetên kû vê hijmar HILAT bi xwe girtin e:
– TOREVANÊ NEMIR…..   BIRADOSTÊ MÎTANÎ

–  ÇÎROKA  QÊRÎN ……   REŞAD ŞEREF
–  HELBESTA HEDARÊ PİÇÛKİM……  HEDAR GERGERÎ (Girkê Mixêt)
–  ROLA ZANÎNÊ DI AVAKIRINA CIVAKAN DE …..  BEXT REŞÊ KOÇER
–  PÎROZBAHÎ .
– « BASTÎQ » Xwarinek Kurdî Ya Kevnare….. BAVÊ ZOZANÊ    
–  BIKENE …. ABBAS ISMAÎL
–  PIRSA HEJMARÊ . u  BERSIVA PIRSA HEJMARA BERÎ.
– TU DIZANE .
– KURD DIBÊJIN .
Pêşgotin

Xwendevanên delal : ji ber pêşketina herî giring di warê dezgehên
rojnamegeriya cîhanî de peyda bûyî , ji setelayt, radyo,çapxane û entirnêt , her weha rojnamegeriya cîhanî jî her wisa pêşketiye , û zûbûnek û hêsaniyek ketiye di awayên gihiştina wê ji xelkê re , û pirbûnek û corbecorbûnek ketiye di babetên wê de Siyasî,Çandî,Civakî,Aborî û Werzeşî .
Lê mixabin rewşa îro ya rijnamegeriya Kurdî gelekê li paşe li gor rojnamegeriya cîhanî  û rojnamegeriya herêmê , bi taybetî di nav Kurdên Sûryê de , ji ber em Kurdên Sûryê , hê  em pênûs û kaxezê tenê bi kartînin ji bo gihandina ramanên xwe , ji cîhanê re .
Ev rewşa ku rojnamegeriya Kurdî di tê re derbas dibe bi rengek giştî , ne ji sûcê kêmasiya di hiş û bîrê mirovê Kurd deye , ev rewşe nîşane li ser wê zordariya herî dijwar ya li ser ziman û rojnamegeriya Kurdî hatî rêve_ birin ji aliyên desthilatên dewletên herêmê ve .
Em van gotinan dibêjin, ne ku em dibêjin em her zêdetirî mehekê hejmarek ji vê belavoka ji çar rûpelan pêk tê belav dikin, em karek herî giring dikin , lê em dibêjin em bikin çêtire em nekin û rojnameyên Kurdî çendî hebin û honeriya wan di çi astê debe qectire nebin , wek dibêjin gihiştina dawiya riya herî dirêj bi gavek destpê dike .
Lê em di wê baweriyêde ne ev belavoke rojek ji rojan bi alîkariya wan pînosên zêrîn ew pînosên yên kes li wan nabin xwedî wê bibî rojnameyek rojane û wê bibî zêdetirî duzdeh rûpelan û wê di hundirê xwe de gelek babetên renge reng hembêzbikî û wê bi rengek berfirehtir bête belavkirin .
HILAT 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…