Pênûs û pêvajoya rewşenbîrîya Kurdî

  Bêwar Brahîm

Di gelek deverên teng de û di nav astengên dijwar de , jiyan pişta xwe dide mirovên ku rû le rû bi şer û berên bê soz re  dikevin cirîdê de , kovan û keseran ji xwe re dikin palpişt û zilindarîyê ji xwe re dikin şerbet , can mîna kewên rebat berdidin asmanê cangorîyê , bê dûdilî kefenê mirinê bi dilêrî li ser milên jiyana xwe datîn in .
Gelê Kurd , ta vê xulekê jî ne serbixweye ,  hêj mafê çarenûsiya xwe wernegirtîye , girîngtirîn sedem ji bo berdewamîya jîndarîya doza me ew bû ku  pêşeroj li me bi xwedî derkeve , em jî mîna miletên vê cîhanê bibin xwedî  nexşe , bi azadî , aramî û tenahî bijîn , lê her ku rojên vê pêşerojê li me derbas dibûn ,  jiyan reştir  û tarîtir dibû , dîrok li me dizîvire , xwe vedigerîne , dijminên gelê Kurd weke demên rabirdû dibin paşmêr li pişta hev  , bi tund û bi dijwarî pilan û operasyonên tewanbar li ser welatê me  ji her çar alîyan ve bê cudahî dimeşîn in , hemû hêzên aborî û watedarî  diçewisîn in , ji bo armancên xwe yên setemkar û bidestxistna encamên serketî û girîngtirîn armancên wan ewe ku nexşeyê Kurdistanê ji nav nexşeyên welatên cîhanê winda bikin .
Di pêvajoya rewşenbîrîya Kurdî de , rola Pênûsê di bilindtirîn ast de bû , ji bo pêşvebirina tevgera rizgarîxwaza welatê me , çendî rola siyasetmedaryê bilind bû , lê bandora Pênûsê ji gelek bandorên din berztir û bi hêztir bû , bê guman Pênûsa seydayê Cegerxwîn yek ji wan Pênûsan bû , ku bi roleke mezin rabû ji bo pêşvebirina tevgera miletê Kurd bi tevayî û li Başûrê-Rojava bi taybetî , akama Pênûsa wî , berê keç û xortên me da ser rêka ziman û wêjeya Kurdî , îro em hewcedarî hevgirtinê ne  , em ne hewcedarî vekirina derîyên  mijarên  hetsyar û  lawaz in , û di rewşa me ya evro de ,  ne pêwîste ku ji hevdûrxistin bibe semyanê dozekê weke  doza me .
Çareseriyên rastexwe ewin , ku em karibin bi dilêrî , bê tirs û bê saw  , pelên hişk û zer ji darên awat û hêvîyan biweşîn in , bi kêmanî em şaşîyên xwe , ji xwe re nasdar bikin û hewl bidin van şaşîyan çareser bikin  .
Di rabirduwa tevgera  rewşenbîrîya Kurdî de , siwarên  dêrîn ku xwedîyên Pênûsên zêrîn bûn , rêk û şivîlekên ku li pêşîya me girtîbûn , hem vekirin û hem ronî kirin  , belê îro di nava van astengên tund û dijwar de , em nikarin gazî wan siwaran bikin û doza alîkarîyê ji wan bixwazin , em nikarin ji wan mirîyên zindî re bibêjin :

– Ji wê xewa şêrîn şiyar bibin û werin bi hawara me de , dijmin dîsa li me bûne yek .

Bi tenê em karin ji xwe – em zindîyên mirî – bipirsin :

–  Gelo , çima em bi destên xwe , wan rêk û şivîlekan digrin , ewên ku wan siwarên leheng bi xwîn û bi xwêdana xwe li pêşîya me  vekiribûn  ? çima em wê ronahîyê reş û tarî dikin , geh bi hay û bi mebest û geh bê hay û bê mebest ?

Ev 23 ê sal li ser koçkirina seydayê Cegerxwîn re derbas dibin , û hêj em li avêtina gavekê li pêş digerin ku ronahîyê bide cihên reş û tarî , lê em dibîn in ku em bi deh gavan li paş vedigerin û şûn û şopa wê gava li pêş winda dikin .
Pênûs ne alaveke birîndarkirinê ye , eger hewcedarî hebe ku ev Pênûs bibe Nişter , bela ev nişterî bikeve xizmeta saxlemîya tenduristîya Ziman û rewşenbîrîya Kurdî  , Pênûs alaveke hestyare , yan wê di nav tilîyên xwediyê xwe de bibuhje û bibe ronahî , yan wê bibe Agir û xwediyê xwe bisotîne , pirrengî ciwantirîn şaristanîye , bela em pirreng bin , lê bela bingeha vê pirrengîyê sipî û zelal be , da ku ronahîya rengan biçirise û di sînga Asman de bibe kolkezêrîn .
Di bawerîya min de resentirîn çareserî ji rewşeke weha re ewe , ku her yek ji me , ji hêla xwe ve , Derwêşê Evdî di kesayetîya xwe de bibîne , cangorîyan bide û  bi dilêrî Fincana Qehwê ji destê Edûlê bigre û pêvajoya berxwedanê berdewam bike , eger em li giyanê Kurdewarîyê bi xwedî derkevin , gerek berîya her tiştî di rojeke weke rojên evro de , em ji Rom û Ecem û Ereban re biçesipîn in , ku ew nikarin hevgirtina me ji hev tarûmar bikin ,  ronahîya Rojê nayê embar kirin  û miletê Kurd bejna xwe ji asteng û kulibandinan re natewîne , tevî ku dîrokê tundî û dijwarî li me kiriye , lê emê bi hevgirtina xwe , ronahîya felat û azadîyê li welatê xwe vegerîn in .

* Ev gotin , di roja 22.10.2007 an de  , li ser gora Seydayê Cegerxwîn min xwend , di gel helbesteke xwe bi navê ( Semayek li ser peravê yadîyan ) .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…