Fistîvala bîranîna 23 saliya koçkirina Seyda Cegerxwîn

(Qamişlo – welateme.net) duh 22/10/2007 katjmêr 7î êvarî fistîvala bîranîna 23saliya koçkirina helbestavanê kurd Seyda Cegerxwîn, li Qamişlo li ser gora wî -ya kû hatibû xemlandin bi gurzên gulan û wêneykê wîyê mezin- hat li darxistin. Ev fistîval hatibû amadekirin ji aliyê komîta amadekar ya kû  ji komîta weşanên bi kurdî li Sûriyê tên weşandin, hatiye damezrandin.
Nêzîkî 250 kesî li vê fistîvalê beşdarbûbûn, pirên wan ji helbestvan, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, û kesayetiyên olî pêkhatibûn, her weha koma Newroz ya bi ser partiya pêşveroya demoqrat jî bi cil û bergên xweyî floklorî li hawîrdorê gora Seyda civiya bûn.
Di vê fistîvala bîranînê de, gelek gotar, lêkolîn û helbest hatin xwendin, ji wan e:
– Heybet meemo: Gotina komîta weşanên kurdî
– Kisra Cegerxwîn: Nameya malbata seyda Cegerxwîn
– Arjen Arî (ji Amedê): gotinek
– Xelîl Sasûnî: Helbest
– Derwêş Xalib: Gotar
– Rezo Osê: lêkolîn
– Deham Ebdulfetah: gotinek
– Xalis Msewer: lêkolîn
– Salhê Heydo: Helbest
– Bêwar Brahîm: gotar û Helbest
– Narîn Umer: Helbest
– Hozanê Girkundê: Helbest
– Hêmin Mendanî: Helbest
– Salhê Silo (bavê Muslih): helbest.
Herweha gelek birûsk jî hatin xwendin kû ji navend û dezgehên çandî, malperên kurdî , nivîskar û hunermendên kurd ji derveyî welêt û ji hundir, hatibûn rêkirin.

li dawiya fistîvalê peyamnêrê malpera (welatê me)  xwest nerîna çend kesên peşdarbûyî, li ser vê fistîvalê bistîne: 
– Enîse mele Xelîl (ji malbata Cegerxwîn): Cegerxwîn gulek bû bexçeyek çêkir, pêktê ji van nivîskar û helbestvan û zanayên kû li vir amadene.
– Nesrîn Melekî (hevjîna nemir M. Şêxo): berî her tiştî ez sipasiya we dikim. Sipasiya çi karê kû xortên me qîzên me dikin , ez bihêvîme miletê me roj bi roj gav bi gav kar û xebata xwe mijûlbin, Ez gelkî kêfxweşim kû peşdarî vê şevê bûm, û ez gelkî kêfxweşim kû ev bîranînên wilo tên li darxistin, û ev cihê serbilindiyê ye. 
– Dildarê Mîdî: ez sipasiya we dikim. Ev şev şevek pir xweşbû, ez bi hêvî me pir şevê wilo xweş û xweştir jî li bajarê Qamişlo bên e amadekirin, ev bajarê kû li ber dilê me teva şêrîn û ezîz e, bajarê Seyda Cegerxwîn e, xwezî ez di wê hêviyê debame kû komîteyên meyî amadekar jî di bilindbûna bajarê qamişlo de ban, û li gor bejna seydayê Cegerxwîn ban di vê şevê de, ji ber kû gelek kêmasî çêbûn, ji bilî ên (teknîkî) gereke ev gotarên binirx yên van nivîskarên meyî giranbuha , şevek taybet li ser wan hatiba çêkirin, ya dîtir, gelek helbesvanên mezin hebûn gereke helbestên xwe bi xwendan û yê xwendinê bûn lê mixabin hatin jibîrkirin , û xwezî jibîrkirin bê, wek wan da nîşandan, kinbûna şevê bê, em bi hêvîne kû ne tiştek dîbê, lê em ditirsin kû pîlana destin reşbû li pişt perdê.
Û li dawî ez mamostayê hêja Xalis msewer rexne dikim, kû (Suhêl Zekar) wek nûmûne di lêkolîna xwede bi karanî , û wek kesayetiyek pir zana da naskirin ??!!

 
Heybet Meemo: ji komîta weşanên kurdî


Helbestvan û nivîskar Arjen Arî ji Amedê


Derwêş Xalib: komîta fêrbûna zimanê kurdî


Helbestvan Xelîl Sasûnî


nivîskar û lêkolîner: Rezo Osê


pisporê Zimanê Kurdî: Deham Ebdulfetah


nivîskar û lêkolîner: Xalis Msewer


Helbestvan Salhê Heydo


nivîskar û helbestvan: Bêwar Brahîm, nûnera PEN a kurd li başurî rojavayî kurdistan 


nivîskar û helbestvan: Narîn Umer


Helbestvan: Hozanê Girkundê


nivîskar û helbestvan: Hêmin mendanî


helbestvan: Salhê Silo


Arjen Arî

 
Kenala Asmanî (VÎN tv) jî li wir amadebû


Sekerterê partiya pêşverû birêz Hemîdê Hacî Derwêş jî li wir bû, li tenişta wî ya çepê: Diya Felek (Nesrîn melekî)


li ber derî li xatir xwestinê de şekir di hat belavkirin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…