PEYVA TAZÎ 18

dildar ismail

Weke ku bi dawî bû drama sûrî ya bi navê ( bab alhara) deriyê tarkê weka ku bi kurdi te zanîn , ev mihek li ber xwe dida roj bi roj gelek milet lê guhdardikir, bi rastî gelek tiştên xweş tanîn ber çav ji civaka rojana lê geleki dem ser buhirye û gelek tiştên tirş xwêya sipî li ser direşandin da ku ne şemitin,  Bab alhara gelek ji çirokên civaka rajane jî dide xweyakirin ,lê weka we dît herdo tarik hinek dibin siya agid abû şehab de û hinek dibin siya agid abû nar de (bavê agir) çiqas şer û pevçûn û lêdan û birîndarkirin û kesên weka beko jî hebûn da go navbera wan xirabike bi carekê .
lê dawî çawa hemiya dest dan hev dijî dijminê xwe û li ser hevdû nedan û zora dijmin dan û agîd û kesên pêre ku hatibûn êsîr kirin ji nav destên ingelîz,xilaskirin.tê dîtin  weka ew ji xwera li hev tênin derew an rast li ser bextê erababê .ev weka nemûnekî hat xweyakirin li dawî serhev nadin dema ku dikeve rewşa welat parêziyê de.û heya bokyê wan jî ket rêza wan û dev ji wan neberda ne wek bekoyê kurda ku li paş dimînin….? Wera emê ji serokên tevgra kurd li sûryê bipersin wê kengî çîrokên arzan û piçûk ji bîr bikin û destê xwe bidin hev ji bona kurdiyatî ji bona pirsa hey girenk pirsa ku bi sala ketiye , pirsa netewî .pirsa welatkî bindest û xilaskirina miletekî ji zor û setema dijmin lê îro em nema zanin kî dijmine û kî şivana û kî gavane.em nema navê partiya ji hev nasdikin û ne tenê partî gelek rêxistin û komel û her çen roja parçe ji parçe parçadibin û parçîn carek nabe û kes têde mijûl nabe.. Raste rêjîma suriyê weka va diramên kevin gur û dijwar dikê da ku miletê sûriyê mijûl bibe bi rewşa van çîrokên kevin çîrokên ku ji kaniya derewan avadikn çîrokên ku hişê milet dûrî rewşa rojana bibe.û rêjîm weka xwe bike yekê bike çar û  her kes  bimîne bê deng û zar.   
   14.10.2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…