Mehemed Uzun koça dawîn kir «1953 – 2007»

  Amadekirina : Konê Reş

   Nivîskarê kurd ê bi nav û deng Mehemed Uzun piştî liberxwedaneke dûr û dirêj a li hember nexweşîya xwe ya giran a penceşêrê, mixabin ku îro(pêncşemê 11/10/ 2007), saet(10:05-ê bi wextê Swêdê), li Amedê (Diyarbekirê), li nexweşxaneya taybetî a Venî Vîdî çavên xwe bi temamî li jiyanê girtin. Xebera koçkirina dawîn ya Mehmed Uzun ji bal doktorê wî serokê Odeya Tabîbên Diyarbekirê Dr. Adem Avcikiran fermî hat piştrastkirin.
   Mehemed Uzun sala 1953-yê li Swêregê ji diya xwe bû, xwendina xwe heta amadeyiyê li Swêregê temama kir. Ew di gêncîtiye xwe de bû welatparêz û şoreşgerê kurd. Piştî darbeya eskerî ya 12-ê adara 1971-yê ew jî li Diyarbekir li gel welatperwer û şoreşgêrên kurd hat zîndan kirin.
    Di sala 1977-ê de ew ji welat derket û li Swêdê bicîh bû. Li Swêdê demekê bi navê Rizgariya Kurdistan kovarek derxist. Ji sala 1985-ê pê ve dest bi nivîskariya edebî kir û romana xwe ya pêşîn Tu di 1985-ê de li Swêdê weşand. Ji wê demê bi vir de wî gelek roman û xebatÊn edebî yÊn din weşandine. Berhemên wî bi kurdî ne, Ew hatine wergerandin ser tirkî, Swêdî, norwejî, almanî, îngilîzî û hin zimanên din. Temamiya romanên wî ji bal Muhsin Kizilkaya va hatine wergerandin ser zimanê tirkî û weşandin.
   Mehemed Uzun emdamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê bû wî demekê di birêvebiriya vê Yekîtiyê de kar jî kir. Ew endamê Pan Kluba Swêdê bû, di Pena navnetewey^ide aktîf kar kir. Ew bû endamê Yekîtîya rojnamevanên Swêdê û ya Rojnamevanên Cîhanê jî
   Ew ji ber romana xwe ya Ronî Weka Evînê Tarî Weka Mirinê  û ji ber xebata eseyî ya bi navê Kulîlkên Hinaran (Nar Çîçeklerî) sala 2001-ê li Tirkiyeyê hat berdadkirin.
   Her wê salê wî xelata Yekîtiya Weşînerên Tirkiyeyê a Azadiya Ramanî û Raderbirînê wergirt. Xelata Edebiyatê a Enstîtuya Berlinê, xelata Qelema Azadîyê a Torgny Segerstedt û di sala 2002-yê de  xelata Stina Erik Lundeberg a  akademiya Swêdê wergirt. Ji ber xebatên edebî wî sala 2005-ê Xelata Rêzlêgirtinê a hukumeta Kurdistana federe girt.
Berhemên wî
– TU, Roman, 1985
– Mirina Kalekî Rind, Roman, 1987
– Siya Evînê, Roman, 1989
– Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Roman, 1991
– Destpêka Edebiyata Kurdî, İnceleme, 1992
– Hêz û Bedewiya Pênûsê, Denemeler, 1993
– Mirina Egîdekî, Destan-Ağıt, 1993
– Antolojiya Edebiyata Kurdî, Antoloji, du cilt, 1995
– Bîra Qederê, Roman, 1995
– Ziman û Roman, hevpeyivîn, 1997
– Ronî Mîna Evînê – Tarî Mîna Mirinê, Roman, 1998
– Hawara Dîcleyê I, Roman, 2002
– Hawara Dîcleyê II, Roman, 2003

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…