KONFERANSA KERKÛKE «BERAAT» KIR…

Îbrahîm GUCLU/Sekreterê TEVKURDê

Wek tê zanîn Gruba  Demokratîk û Neteweyî ya Kurd /TEVKURDê, piştî ku dît siyaseta dewleta tirk di derbarê Herêma Federe ya Kurdistanê û Referandûma Kerkûkê de her ku diçe xeter dibe; reya giştî bi agahdariyên nerast û ne rasyonalîst tê xapandin, biryar da ku di Adara 2007-an de “Konferansa Kerkûkê” bi dar bixe.
Gruba Xebatê/TEVKURDê ji bona konferansê dest bi haziriyeke fireh kir û xwast ku hemû rewşenbîr û siyasetvanên kurd, rêxistinên sivîl û siyasî yên kurd beşdarî konferansê bibin.  Di konferansê de Ez, Sezgîn TANRIKULU, Şêxmûs ULEK, Fuad ONEN, Bayram BOZYEL konseptên bingehî pêşkêş bikin; berpirsiyarên rêxistinên kurd jî bîr û reyên xwe di derbarê Herêma Federe ya Kurdistanê, Kerkûk û referandûma Kerkûkê, siyaseta dewleta tirk de diyar bikin.
Hezar mixabin Konferansa Kerkûkê ji aliyê parêzgeha Amedê de, ji dervayî huquqê, prensîbên demokrasiyê, pîvan û krîterên Kopenhagênê, Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê, azadiya xweîfadekirinê hat qedexe kirin. Ev biryara, biryareke siyasî bû. Li dijî mafên neteweya kurd û mafê rêxistinî û fikrî bû.
Gruba Xebatê/TEVKURDê ji bona ku ev qedexeya parêzgeha Amedê ya siyasî rexne û protesto bike, bîr û reyên xwe di derbarê Kerkûk û referandûma Kerkûkê de diyar bike, roja konferansê li ber salona konferansê civîna çapemenî pêk anî.
Piştî civîna çapemenî dozgerê komarî, di derheqê daxuyaniya TEVKURDê de dest bi lêpirsînê kir û doz vekir. Lê doz ji bo hemû endamên meclîsê Gruba Xebatê/TEVKURDê venebû, bes di derheqê berdevikê TEVKURDê parêzer Sabahaddîn KORKMAZ de vebû. Ji bona ku doz di derheqê hemû endamên meclîsa TEVKURDê de jî vebe, bi niviskî serî li dozgerê komarî hat kirin. Dozger ew daxwaza neda ber çav. Pişt re ev daxwaz bi niviskî ji dadgehê  hat kirin, hezar mixabin ev daxwaza jî bê bersîv ma û hat red kirin.
Dozê du durişmeya dom kir.
Di dirûşmeya yekem de berdevkê TEVKURDê parêzer Sabahaddîn KORKMAZ parêznameyeke ku TEVKURDê û hemû kurdan serbilind bike pêşkêş kir. Parêzerên beşdarî dadgehê bûn jî, parêznameyên siyasî û huqûqî yên hêja pêşkêş kirin.   
Diruşmeya duyem, di  09. 10. 2007, saet 14.00-an de li Dageha 6-emîn ya Cezayê Asliyeyê ya Amedê pêk hat. Ev diruşmeya dawî bû. Di diruşmeyê de berdevkê TEVKURDê parêznameya xwe fireh û kûr kir. 15 rûpel parêznameyeke siyasî, huqûqî-siyasî pêşkêşî dadgehê kir. Helbet di parêznameyê de azadiya xweîfadekirinê ji aliyê Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê û biryarên dadgeha Ewrûpayê û xala 90-emîn ya makezagona Tirkiyeyê de jî analîz kir.
Parêzer Semîre NERGÎZ, M. Emîn Aktar, Ayşe ASLAN, Erdem GENCAN, Hasan DAGTEKÎN, Nesîp YILDIRIM, Şêxmûs ULEK, Sedat ÇINAR û Sitki ZÎLAN beşdarî dadgehê bûn. Parêzeran jî, pareznameyên siyasî û huqûqî bi niviskî û bi devkî pêşkêşî dadgehê kirin.
Doz û diruşme, di saet 14.15-an de dest pê kir û di saet 15.00-an de qediya. Di encama diruşmeyê de Konferansa Kerkûkê û berdevikê TEVKURDê “beraat” kir.
Ev biryara, encama parastina huqûqbûnê, azadiya xweîfadefikirinê, peymana mefên mirovî ya Ewrûpayê ye. Ev biryara encama rasyonalîzmê ye. Biryareke li hemberî statûparastinê ye. Biryareke bi cesaret e. Nasnameya huqûqzanyarî ye.
Gelek nûnerên saziyan, rewşenbîr û siyasetvanên kurd, endam û hevalbendên TEVKURDê û HAK-PARê, ciwanên kurd beşdarî dadgehê bûn. Serokê baroya Amedê Sezgîn TANRIKULU, serokê MAZLUM-DERê Selahattîn ÇOPAN, Serokê TEK-GIDA Îşê Cemal DOGRUL, Berdevkê platforma demokrasiyê Alî ONCU, Serokê HAK-PARê Şaxa Amedê Umît TEKTAŞ, Nîl Demîrkazik, M. Emîn KARDEŞ, Zahît BOZARSLAN beşdarî dadgehê bûn û piştgiriya xwe nîşan dan.
Piştî ku di derheqê Konferansa Kerkûkê de biryara beraatê hat dayîn, beşdarên dadgehê yên piştgir çepik lêdan.


Amed, 09. 10. 2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Pêncî û çar salan di bin desthilatdariya malbata Esed de, gelê Sûriyeyê rastî cureyên herî hovane yên sitem û binpêkirina mafên mirovan hat. Hêzên ewlehiyê destê xwe li ser welêt teng kir, rejîma malxur ku rûmeta mirovan û mafên bingehîn paşguh kir. Di van salan de, sûcên…

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…