Sernivîsa rojnameya DENG (*)
Dîtinên devera rojhilata navîn ji têkoşînên tûj û şaxşaxîn di navbera hêz û biwarên têvel de, ji tu kesî nayêne veşartin, roj bi roj bazineya wan berfireh dibe… Dûriyên herêmî û cîhanî distîne,.. taku tevarandineke bi rastî di navbera hêzên guhertin û veguhêztina dîmuqratî ji hêlekê de, û hêzên tarîger û gunehkar û stemkarên dijî wan ji hêleke dîtir de bi durf bike, û xuyan dibe ku ev rawe hîn û hîn asêtir dibe, heye ku astengî an pêjorên (berhemên) sosretî ku nabexşin jê peyda bibin, bêguman ev rejîmên zorkar û bedrewişt di vê deverê de ew berpirsiyarên evan berhem û gunehan yên hîmdeyîne ku bi serî hat û bûn,…
Û li ber evî rewşa lihevketî û girêbendkirî, û di pêvajoya têkoşînên tevderbas ên ku Sûriya di wan de ciyê sereke standiye, erk û berpirsiyên nû bi şax û paxên xwe ve dikevine ser millên hêzên niştîmanî û dîmuqrat tevlî tevgera kurd bi leq û tîreyên xwe, çiku ew e perçeyek ji tevgera niştimanî û dîmuqrat û tevlî taybetiya wê ya netewîn, û di despêka evan erkan de rasterêzkirina mala niştimanî di hevpeyvîna (diyaloga) birastî û berpirsyar re, li ser rêya avakirina lihevkirineke niştimaniyî berfireh, armanc ew be ku bingehên pirbûna pêwîstiyên hewdeliyê bi rêkariya guhertin û veguheztina dîmuqratî re dînin, û hêrsên wê bi gavên firehtir û bileztir berbi pêşde bibin, û welêt ji zortengî û bobelatan biparêzin, û bi dadperwerî û beranberiya bi giştî bêyî birnederiya regezî an olî an hezyariya konevanî, û misogerkirina beşdariya bi giştî di ber welatî û pêşketina wî de…
Lê , necîwaze ku hebûna hêzên konevanên niştimanî û dimuqrat di welêt de ji amedebûna giring e boîy bersivdana demê û rewşên wê, di binya tixûbê nizim re ye ku em ne qetilmeyî wê bibêjin, çiku ev hêz pêdivêyên hevpeyvînên kûrî servirazkirî ji helwestên derbasin, an ji dawerêvên ramanên kawîne, an bandora çanda zordestî ku rêbirrî û astengîiyan di rêya berdewamkirina erkan û bicîkirina lihevkirina xwestî ya ku pêdivêye bilez li gora karînê pêk bê… peydadike.
Der vê raweyê, hevkarî di warên netewî û niştimanî de divê vehillor bibe, tevgera kurdî li sûryê tevdî û nemaze hersê bernas (hevkarî- enî “ber” hevpeyman “hevbendî”) ji çi demên bûrî bêtir vexwendîne boyî lihevkirinê û berdewamkirina hevpeyvînan bi hêz û aramî dûrî çirr û lîstikan ta ku merc û bingehên avakirina lêvegêra kurdî tekûz bibin û yên kutabûyî yek bi yek daxwiyan bikin û di destpêkê de daxwiyana nêrînên hevra ku hêlên xwestî pêk anîne, li gora destpêkê û daxwiyana amedeweriya rûniştina hevbeşa yekemîn di vî warî de ya ku reşpela dîtinan boyî gengeşê û erêniya daxwaza lêvegêreke kuedî…. tuxûb kir. Çiku zerera daxwiyanê (agahdarkirinê) nîne, û dibe ku daxwiyan gaveke rêxweşkirinê an alîkariyek be boyî biserxistina gaveke dîtirî mezin boyî tekeziya rastiya hêlên hevpeyvînkar, an wê mercên pêşinde hebin an jî xebatên berbi zordana ditin û helwestan, û ev jî boy pêkanîna xwestî dijî diyalog û lihevkirinê ye, û j ibo dibîranînê ew mijara pevgirêdana ragihana nerînên hevbeşî pêkhatî weke mercekî boyî erêniya konfiransê niştîmaniyî ku pêdivê (li gora ditina wan) avakirina lêvegêrekê tê re be, tev ku hên biryara konfiransekê weha weke hilbijareke ferzand boyî avakirina lêvegêrê nehatiye standin,… dibe ku mîna yek ji hilbijartina be, lê ji zanînê re binasin ku em tu rojan neketine derbarê nakirina konfiransê… çiku giftego li ser nebûye. Belê ya ku mirov matmayî dike ew e… girêdan an pevreya tundî di navbera ragihandina nêrînê û erêdana hilbijartina konfiransê bê dan û standin, di demekê de ku bawernameya konevanî pêkhatiye, û tevlî vê jî em vînkarên hevbeşên xwe yên kar û encamêne ku em tev bixebitin boyî pêkanîna karînên xwe di vî warî de… bi hêzeke bala û rastiyeke bi kizwet, ji alîkî dîtir de dibe ku pêkanîna çi karê bi serketî di navbera hêlên nêztirîn di hevpeyvînên hevaso de… alîkariya hevnêzkirina navbera tevayên hevpeyvîner, bi wateya ku dem ji me diçe û karmendî û berpirsyarî li hêviya me ne, çiku tu hêl an leq eger çiqas xurtasê bin bi tenha neşê ne ku li ber rabin, belê hevmillî û yekdestî di canê berpirisyariya gelemperiya peymankirî de pêdivê ye.
Lê tevgera niştimaniya dîmuqratî bi hêzên konevanî û bizav û çalakiyên sivîl (şarî) û mafgêrî û afretî (jinî) û karkerî…. Yên ku berfirehiya dista bişêva niştimanî çêdikin, çiku barhilkgêrên karmendiyên rêkeftîne, guhertina bi aştî û dîmuqratiyê daxwazdikin, belê li gora nerînên hin zîrevan û bişêvkaran pêwîst e xurtkirina helwestan di hîmdekirina çanda guhertinê re ya ku bi me tevan re kême, dêmekî civandina karê boy guhertinê û têkiliya çanda zordestiyê ya daweravtî û bi bandor ku berbi windahiyê deye… nabe, herwekî ku govkirina nakirina zordestiyê û tunekirina mafan… nemaze yên netewî ji bilî xwe re… ew jî nabe.
Ji vir de û ji bo xwestekên delîveyê, û ji heyina têkoşîna ku li jor hatiye… ya germî ku berbi guhertina dîmuqrat ve diçe, hevbeşiya xebat û karînan pêdivê dike di rêya hevbeşiya netewî û niştimanî re,… bi rêbazeke ravekirî û hûrbînî û bernameyê xîzên pehn yên ku maf dinasînin û parastina yasayî jê re peyda dikin û erkan tuxobdar dikin û ewleya azayên dîmuqratî û ji dewleta maf û yasayê re avahiyê dikin, zordestî û pozbilindiya netewî tune dikin, û damezrandina jiyaneke konevanî nûvar li ser bingeha venasîna bi curbecuriya netewî û olî û konevanî, û danîna çareseriyên durist boyî hemû astengiyên niştîmanî, û venasîna destûrî bi hebûna gellê Kurd li ser xaka wî ya dîrokî, û çareserkirina kêşeya wî ya netewî di bazineya yekbûna welatî de û çi yê hevpayê pêşketin û pêşveçûna wî …
—————————————————-
(*) Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê. – hijmar 86 – oktobera 2007ê: