DU DOZ Û DU PARÊZNAME

  Îbrahîm GUCLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dozên di derheqê min/me de vebûne dom dikin.
I- Doza Konferansa Komara Kurdistanê a Mehabadê…
Konferans, di 03. 04. 2005-an de ji aliyê KURD-KOMê ve hat bi dar xistin. Bi sedan kes beşdarî konferansê bû. Konferans bi du zaravên  kurdî (Kurmancî û dimilkî) hat meşandin. Gelek kes axevtevanên konferansê bûn. Bes di derheqê min (kevneberdevikê KURD-KOMê), Halîs NEZAN (Kevneserokê HAK-PARê a şaxa Amedê), Şeyhmûs AYKOL (Kevneberdevikê KURD-KOMê) lêpirsînê dest pê kir û pişt re doz vebû.
Ji aliyê dozger de tê xwastin ku em ji teşwîka serîhildana gel bên ceza kirin.
Doza Konferansê, hatiye merheleya dawî ye. Emê parêznameyên xwe bi niviskî/devkî bi kurdî û tirkî pêşkêş bikin.
Doza Konferansê, li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 7-emîn a Diyarbekirê, di 01. 10. 2007, kathejmar (seet) 11.00-an de pêk bê.
II- Doza  Meşa Amed û Xabûrê…
Dewleta Tirk, di destpêka sala 2006-an de  ew leşkerên li Bakurê Kurdistanê têrê nedît jinûve bi sedan hezar leşkerên din anîn li tixubê Bakurê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê bi cîh kirin. Armanca vê amadeyiyê ew bû ku li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê erişekê pêk bîne. Di vê merhelê de jî dewleta tirk ji vê armanca xwe dev ber nedaye. Di van rojên dawî de serleşkerê erdî BAŞBUX dîsa ev armanca dewletê gelek aşkere diyar kir.
Me sê hevalan (Min, Zeynel Abîdîn OZALP, A. Sedat OGUR), ev helwest û hereketa dewleta tirk ji bona neteweya kurd û Herêma Federe ya Kurdistanê gelek xeter dît. Di hemen dem de ev helwesta dewletê ji aliyê me de li dijî hiqûqa navneteweyî û mafên gelê kurd  jî hat dîtin û şirove kirin.
Loma me biryar girt ku vê bûyerê protesto bikin, bala gel û reya giştî ya demokrat bikşînin ser vê bûyerê. Ji bona protestoyê jî me biryar da ku em ji Amedê heta Xaburê bimeşin.  Hezar mixabin piştî daxuyaniya me ji çapemenî re, pêşî li meşa me hat girtin, em  hatin binçav kirin, dadgehê biryara hepiskirina me da.
Doza Meşa Amed û Xaburê hatiye merhela dawî, emê wek terorîstan bên ceza kirin.
Doza Meşa Amed û Xaburê dê li Dadgeha Cezayê ya Giran ya 6-emîn ya Amedê di 02. 10. 2007, kathejmar (seet) 09.00-an de pêk bê.
Emê parêznameyên xwe bi kurdî û tirkî pêşkêşî dadgehê bikin.

Amed, 28. 09. 2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…