KURD Û CIVAK Û HIN KÊMASÎ

 Cadan Osman

Birayên hêja û partiyên xebatker ez dixwazim derîkî vekim û hin kîmasiyên civaka kurd rêzikim da ku em tev beşdariyê bikin bi sivkirin yan birrîna van kîmasiyên paşverû ku wek Vayrûsa jiyana me seqet dikin û em hêvya arîkariya we teva dikin . Spas

Bûyera mirnê :

Yek ji van kêmasiya şaşiyên dibin konên şînê de (konê miryade) ku derbas dibin , em tev dizanin kombûn li hev di bûyerek  mirnêde û arîkarî him diveşartinê de him liber dilgerandinê û dil xweşkirnê de gereke û rewaye lê kêmasîn hene gerek em diber çavare derbaskin, û hin jiwan evin :
* Dereng xistina veşartina mirî :
 Dibin çi mehnê debe ne gereke, û pirê wan derengiyê dikin jibo paye bûna pirbûna milet û dirêj kirna rêza tirmbêla , jiber ku gelek ji me wê dibînin sermeznbûnek bêyî ku derdora xwe dibin çavare derbaskin ku pirê wan kar û îşê xwe jê geryane da beşdariya vî mirovî bikn tevlî ku tu minetî têde tuneye jiber ku dikevê ber hevdûde û gelkî em vêya diber çavanre derbas dikin di hemû şîn û şahiyên xwede û gerek ne wabê ne yek bi yekê bê .
 Pêşwazî kirin : *
Tiştekî normale xwedyê mirî di civata bin kondebin lê ne gereke hemû rêz bibin di pêşwazîkirnê de û bibin girûpek û astengek mezin li himber derbasbûn û derketinê de .
* Ramîsandin :
 A herî balkêş û ne dirêde ramîsandine, bi hemî şêweyên xwe çi dest yan rû yan deverin din û gerek bê birîn bê guftûgo jiber ku rêk ji rêyên guheztina pirê nexweşiya ne lewra gerek qedexe bê .
* Raxistina bin kon :
Raxistina bin kona barekî pir girane û bê sûde ye û niştegeha bê karaye û keleme ji rabûn û rûniştinê re ..HWD .
* Limêja dibin konde :
Evjî ji mela û oldara tê xwestin ku milet agahdar bikin kesê derfet pêre hebê karibê limêja xwe kurte demekê li paşxê yan berê xwe bidin mizgefta , ( ma ji mizgefta pirtir ?.)
* Çixare kêş :
Bawer nakim ev gerekî şîrovekirinêye jiber ku kes nîne ku nizanê nexweşyê vê kerafîyê .
* Ne gerandina Çayê :
Kok ne gereke gerandina Çayê jiber wan bûyerên pêre û li dûvre derbas dibin û tu wata vexwarina Çayê wê kêlîkê tuneye ji pêv peye bûnê .
* Şîn di mizgefta de :
Gerek û tiştekî rewaye ku şîna mirî di mizgefta de bê derbas kirin jiber :
1- Mizgeft mala xwedêye û a her kesiye .
2-Mizgeft li her gundekî  û tarekê peyda dibê .
3- Mizgeft raxistîne û firene .
4- Mizgeft dibî arîkariya pir tiştan wek :
– qedexekirna çixara .
– Alîkariya yên nikaribin kon û perwana û soba peyda bikin .
– Rengekî wek hevyê ava dibê .
– her dem amadeye .
– berî me mileta Mizgeft kirne warê şînê .
Bawer nakim ti kelem yan asteng hebin jibo çespandina van xalên jor bilî biryarek mêranî çi partî bin yan kes bin .

Banga min :  ez hêvî dikim her partî her kes ji me jixwere bikê kar û beşdaryê bi vî karê pîroz bikê da em bidin ser şopê û rengekî nûjen bidin vê jiyana xweş û hêja . Û ta kêmasîk dî hûn bimînin di xweşiyêde .


Dumahîk heye
  

   www.keko.57@hotmail.com

                                                   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…