BEHÎNAME

Şevek rêzgirtinî ji seyda Xemgînê Xanî re li Girkêlegê

Dîdargeha Girkêlegê ya rewşenbîrî roja 14/9/2007 şevek helbestî li darxist ji bo yî rêzgirtina ji seydyê mezin helbestvan Xemgînê Xanî mele Nûredînê Ebidlmecîd ) yê temenê wî gihaye 92 salan piraniya wî di nivîsandina helbestêde bûrandiye.

Destpêka şevê yek ji alîkarên şevê helbestek xwend li ser seyda Xemgîn û karê wî û piştre sê keçên kurd bi cil û bergên kurdî bi herkeftina roja aşîtiya cîhanê 1/9/2007 sê diyarî pêşkêşî seyda kirin naveroka wan diyariyan hatibû nivîsandin bi zimanê kurdî û wênê seyda li ser wan bûn .
Piştre seyda ser jiyana xwe axivî û helbestên xwe bi devekî xwendin bi giyanek xweş û di navre hin helbestvana helbestinên xwe yên xweş xwendin.
Bi dawîyêre dîwana wî ya binavê dîwana şêxê Sunanî hat danasîn ji beşdarvanare û tevlîbûnek xweş ji mêvanan ve, pirtûka El mîran fî imaret botan ya hatî nivîsandin ji layê mamosta Îsa Ibirahîm Qasim ve hat diyarîkirin ji mêvananre û wilo jî kovara Hilat.

Bi dawî rêveberiya şevê seyda û beşdarvan sipas kirin û mêvan hatin cem seyda wêneyên xwe pêre girtin wek bîranînek giran buha .

 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…