Li Dawetê


 Saher Elbaedrî

li Dawetê min dî
keçikek ji min re dikene
min zanî ku ev ji
nîşanê hezkirinê ne
hat û hat û nêzîk bu
li min sar û gerim bu
agirê dilêm xweş bu
û ew hê ya li cem mine…
destê xwe dana ser dil
û gote min netirse
wê vemirand ew agir
got ezim li te dipirse
got min gelek te hezkir
silav navê min gûlçine…

silava wê min veda
min got bixêrê xwedê
min nedîtye li çu erda
ev ciwanîya ku li te tê
lê nizanim hezkirna te
ye ji dile yan xapandine…

min nezanî baweryê
pê bînim yan jî ne
ku ew ji min hezdikê
û navê wê gûlçine
hevalan got wa gûlçinê
va dê û bavê tene
ez maçkirim,xatir xwast
min zanî ev dil ketine…

ez bum dîn û harê wê
li Dawetê lê geryam
lê çipkim min ew nedî
hino hino ez helyam
şuna maçên pirî xweş
li rukê min hiştine…

ez gelek mam heyrî
deng ji min derneket
ji bo halê xwe girîm
çawa dilêm bu du qet
li ber evînê xwe nagirim
neku qismetê min tûne…

min dît dûnya bu bihar
çimkî ew li min vegerya
di gel min bu jivandar
pora serê min tev werya
min got ya reb ya sitar
ev horî ye neku jine…

saher_miro_al_baedri@hotmail.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…