aştî û aşîtî (Xeleka duwa)

  Berzo Mehmûd

(aştî) yan (aşîtî)
Gelek peyv yan zarawe (term مصطلح) ku di zimanê Kurdî de nû baw in (nû belavbûne), bi şêweyekî çewt û nedrust têne gotin û nivîsandin, çi di civatan de, çi di tilivizyonan de, û çi li ser rûpelê govar û rojnaman de, lê ya xirab ew e ku di damûdezgehên rageyandinê de مؤسسات الإعلام  derdikevê, ji ber ku piraniya milet dibihîzê, û deng dikê, xwenda û nexwenda wilo jê werdigirê. Çawe peyv tê guhê wî, wilo jî pê dipeyivê, û hîn dibê.
Inca hînkirina çewtiyên ziman xirabiyekê digihênê wî zimanî, ku bi zehmetî tê rakiririn û avêtin, bi vî awayî jî çewtî û şaşî di zimanê Kurdî de rojbiroj pir dibin, û barê wan jî hin bi hin giran dibe.
Beramberî vê yekê, pêwîst e zimanzanên Kurda bi karê xwe rabin û van şaşiyan rast bikin, û dezgehên rageyandinê, çi T.V. û çi rojnamegerî ji aliyê xwe ve bibine alîkar ji bo nehiştina van xwehriyan.
Nimûneyek ji van çewtiyan: peyva (aştî) ya ku bi şêweyekî çewt tê gotin û nivîsandin, ango ji dêvla bêjin (aştî) dibêjin (aşîtî), ku di rojname û govar û telifizyona de weha şaş derdikevê:

Rast :  aştî     السلم     peace
Şaş   :  aşîtî   السلم      peace
Başe em çilo dizanin kîjan ji wan herdûwa rast e ? û kîjan nerast e ?
Rastî û nerastiya peyvê çi di şêweyê morfolojî de be  ji alîkî ve, û çi di wate û naverokê de be, ji alîkî dîtir ve, her şaşî ye. Bo vê yekê jî, pêwîst e em li binekoka vê peyvê bigerin û wê bibînin û diyar bikin, da ku em bi ser rastiyê ve bibin.
Em hemî dizanin ku di nav Kurmancan de, dema mirovek ji hevalekî xwe, yan ji kesekî dixeyide, yan dilmaniyek di nav wan de çêdibê, xelkin yan jî hevaline wan, herdû ciyan/aliyan tênin nik hev, û wan herdû kesên ku ji hev xeyidîne, wan li hev tênin, ango yê xeyidî haşt dikin. Di vî barî de Kurd peyva (haştkirin) bikar tênin, weku dijwateya xeyidandinê û dilmaniyê. Inca, haştkirin ew kar e ku xweşiyê û lihevhatinê navbera mirovên nelihev, peyda dike, Di vî barî de, Kurda negotiye:

          Emê wan aşît bikin.
Yan   Emê vî xortê xeyidî aşît bikin.
 
lê belê dibêjin :
         Emê wan haşt/aşt bikin.

Peyva (haşt) bi xwe hevalnav e, bi hatina paşgira (î) dibe (nav), wek gelek nimûneyên vê pîvanê hene:
dûrkirin, kurtkirin, reşkirin, xweşkirin
Peyvên wek (dûr, kurt, reş, xweş) hevalnav in, wek (haşt). Eger em paşgira (î) bêxine ser hevalnav, wek:

                                 dûr + î  = dûrî        
                                 kurt + î = kurtî      
                                 reş + î =  reşî           
                                 xweş + î = xweşî
    
Weha jî peyva   aşt/haşt+î= haştî/aştî

Di lêkolîna jorî de, me naskir ku (haşt) û (haştî) wek hevalên xweyên dîtir: dûr à dûrî , … htd, ango binekoka peyvê ji alîkî ve û yasayên morfolojî ji alîkî din ve rêjeya peyvê صيغة الكلمة bi awakî drust diyar dike, wek çawe di zimanê rojane de eva han xuya ye.
Baş e, çi pêwendî navbera (haşt) (haştî) weku rexek, û (aşt) û (aştî) wek rexekî dîtir heye?
Bi serincdanê di ziman û axaftina Kurdî de, weha diyar dibe ku wekçawe (aşt) û (haşt) yek peyvin, wilo jî (aştkirin) û (haştkirin), û (aştî) û (haştî). Cudawazî navbera herdû rêjeyên (aştî) û (haştî) de, her ew e yek ji wan bi dengê (h)ê ye, û ya dîtir bi dengê (a) ye. Ev diyarde di zimanê Kurdî de pir baw e (belave), ku dibin yasayên dengsaziyê de diçê pêş, wek çawe di van nimûneyên jêrî de diyar dibe, wek:

bi(h)          bê(h)
hwe           we
hasin         asin
ji hev         jev
tihin          tîn

Înca, eger (hasin) dibê (asin), çima (haşt kirin) nabê (aştkirin). Herweha (aşt) û (haşt) ligor yasyên morfolojî û dengsazî dibin (aştî) û (haştî), û dikevin ber dariştina peyvên lêkdayî مركب de, û wusa jî wekû morfêmeke ji peyva (aştîxwaz), ya ku pir diyar û  belave di Kurdîde.
Piştî me (haştkirin) û (aştî) naskir, û bingeha wê li ber me xuya bû, emê herin ser peyva (aşîtî), ka gelo ev (aşîtî ) ji kû hatiye?

Peyva (aşîtî)
Peyva (aşîtî) wek nav bikar tê, û ji wan xelêkên kurdên bareşî bajarê Qamişlo re (aşîtî) dibêjin, û her ev jî rast e. Ev nav (aşîtî) ne ji zûde hatiye meydanê, ku di despêka sedê bîstan de ketiye ser zimanan de, ew jî dema ku nexweşî û pevçûn û şer di nav hin eşîrên Kurd yên bareşî Qamişlo û Ereban de çêbû û qewimî, bi dû de levhatin navbera wan de çêbû, ku ev rêkeftin bi navê (aştî) nav lê hate kirin, lê ji ber ku Ereban peyva Kurdî wek heyî baş nedizanîn bilêv bikin, lewre peyva (aştî) wek (aşîtî) الشيتية)) hate gotin, û paşê peyva (aşîtî) bû navê wan eşîrên kurd yên bareşî bajarê Qamişlo, ku ew jî îro çêl wan êl û hozên kurd dikin, wek Dorikan, û Kasika, û Hevêrika, û Hacî Silêmanî, û Dilmemikan, û hinên dîtir jî. İnca (Aşîtî) di bingeha xwe de (aştî) ye, lê di vê helkeftina dîrokî de nav di fonetîka xwe de hatiye guhartin û bû (aşîtî) ku îro bûye navê kurdên  bareşî Qamişlo yan jî em dikarin sînorê wan ji pira nava bajarê Qamişlo û bi rojhilat ve diçê ta digihê Tirbespiyê û hincar sînorê dikişê ta Dêrikê, nemaze ku Kurdên Rojavayî Qamişlo, ku (Xerbî) ji wan re dibêjin, bê hûrbînî nav lêdikin, heme çi kesê ku ne bi zarê Xerbî dipeyivê jêre Aşîtî dibêjin bê ku bizanin ka tixûbê aşîta ji kûdê despê dike û li kûdê disekine, ango tixûb li nik hinekan her zar e. ew kesê ne bi zarê Xerbîkî di-axêve (aşîtî) ye.       

Piştî ku me (aşîtî) da naskirin, em gihan wê rastiyê ku (aşîtî) wek hevalwate beramberî (aştî) nedrust e, û ne dûr e ev şaşî ji devê yekî zimannezan derketiye, yan jî qelemek xwehr nivîsiye, û em jî, çi xwenda û çi nivîskar, bi giştî, zimanê xwe bi koratî werdigirin, bêyî ku em têde hişê xwe mijûl bikin, ka gelo ev peyv rast e, yan ne rast e? drust e yan ne drust e!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…