Salih Demicer
Belê ….yê ku şewat û jana astengiyê nebîne nikare yê ku kezareta wê dikşîne binirxîne .

yê ku kolanên Kobanê rojê çend caran ji bo peydakirina tûrek nan dipîve ew tenê dizane bê çiqas zore ku yek li kobanê Bibe nivîskar û wê ji pênûsa xwe re bike qada firîn û hêlanê .
çiqas zore ku yek li ber çavê te, bi ber lehiya neznî û êlîtî û bazirganiyê keve , tu jî bê ragirtin bixwazî destê alîkariyê jêre dirêj kî da tu bi kêmanî riya durust şanî wî bikî . xwe ji bo wî tune bikî ,ew jî te nas neke ,bi navê te nebihîse, û li rexê din ji yê ku ew dehfî lehiyê kir î re çepikan lêde.
Belê…ez yekî nas dikim .
yekî ku dixwest û hîn jî dixwaze ko bajarê wî; Kobanî bibe wek hemî bajarn , ji vê hişkî û ziwabûnê rizgar be ,nemîne wek dareke nêr e bê ber .hinekî meyikî û nermî xwe berdin tamarên wê, yên ne rind lê kêm bibin, rûyên qalind lê tenik bibin, bayê ziwa hênik bibe, kolan paqij bibin, êrîşa herî û gerreka sor bi sînor bibe, lawir û mirov ji heman ferayê nexun , sûra sewalan û odeyên razanê ji hev cuda bin,mal nebin zîndan ji esmer û zeriyan re, lêbûrîn bibe şêweyê dan û standin ê.
Belê… ez yekî nas dikim.
yekî ku di xwest û hînjî dixwaze ku li bajarê wî ne tenê cendirme û hêzên parastinê çav nasbin,belê nivîskar û helbestvan jî werin naskirin , ne tenê çiwalên ceh û gênim li ser hev werin jenandin di xanan de belê pirtûk jî di hin qorzîkan de peyda bibin û yên heyî neyên şewitandin.
yekî ku di xwest bêje pir kesan : ger we pirtûkek dît bila dilê we bibije wê ji bo naveroka wê ne ji bo çiradina wê û gerandina pelên wê li sendewîçên felalil û hêkan , wek ku gul ji bo bêhinkirinê ne pirtûk jî ji bo xwendinê ne bira.
Belê …ez yekî nas dikim
ku di çavên keçên nûber e bedew de Kurdistan dît û jê re stira ,kesekî aşiq ji çavên wê re wek xwe nedît, li ber perestgeha azadiyê lalijî û doza hatinê lê kir (were bi çi hawî be were) .
yekî ku dixwest şîlanan di her malekê de biçîne,lê dilbijokên stiriyan ji şîlana wî dilgiranî kirin û ew ji ser dîwarê wî hilanîn , wî jî ji neçarî bi rengê mirinê navê (Xelef)bi hemî wateya wî navî li şûna şîlana bedew danî û bê gav ma ku wek kewekê ji refê xwe bidûr keve , rahije nerîn û helwestên xwe ye ku hîn piroje ne ji pêkanînê re, û… (Biheyîbe) .
kî dizane dibe ku hêlîneke ne ziyandar ji xwe û xewnên xwe re bibîne .
serê xwe rakir û bi baskine westiyayî firiya.
bi veniştina xwe re (mistek ax) weşand , wî ji berê de gurintiyek dabû hêvî û omîdên xwe û gotibû wan : an eze we wek ku divê Pêk bînim an jî eze xwe û we tev bişewitînin, ew di hewildana pêkanîna wan de bi ser ne ket , di hewildana şewitandina wan de kete bin desthilata wan .
li wir , li oropa ,li cihê ku her bûyerek ,her rûniştinek di bin siya darek e welêt de, di dilê mirov de dibe pîskek agir û kevçika dil dişewitîne ,porê mirov hevde bi hevede sipî dike û diweşîne ,bi tîna xwe kela girî bi mirov şîrîn dike ,li biyaniya ku (yekî fêrî xweşiya welatê dayikê dike).
li cihê Ku-yê ez wî nas dikim- li(zinarekî digeriya da ku li ber siya wî rûne û cixarakê bê tirs bikşîne) ,wî zinarekî biland ji xwe re dît, wî pişta xwe da zinarê Hêviyê û berê xwe da welat da jêre binivîsîne û bêje: yên ku nehîştin ez di dilê te de bijîm, nikarin nehêlin tu di dilê min de bijî.

-dawî-