DI DOZA KONFERANSA KERKÛKÊ DE: MAFÊN NETEWEYA KURD Û KERKÛK HAT PARASTIN

  Îbrahîm GUCLU
Sekreterê TEVKURDê
(ibrahimgclu21@gmail.com)

Doza Konferansa Kerkûkê di 13. 9. 2007, seet 10.00 de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 6-emîn a Diyarbekirê dest pê kir. Berdevikê TEVKURDê parêzer Sabahattîn KORKMAZ bi serbilindî di dadgehê de ciyê xwe girt
ji bona siyaseta komara Tirkiyeyê di derheqê neteweya kurd û herêma federa ya Kurdistanê de rexne, teşhîr û  mehkûm bike, doza neteweya kurd û Kerkûkê bi dil û can biparêze li benda dora xwe ya axiftinê ma. Parêzer Mehmet Rauf ÇÎÇEK, Emîn AKTAR, Muhammed AKAR, Sitki ZÎLAN, Semîre NERGÎZ, Sabahattin ACAR, Îsmaîl Hakki IŞIK, Abdurrahîm AY, Halid ADVAN, Hasan DAGTEKÎN beşdarî dadgehê bûn. Gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd, berpirsiyarên rêxistinên sivîl û siyasî jî, serokê HAKPARê Şaxa Diyarbekirê Umît TEKTAŞ û hevalên xwe, Serokê KADEPê ya Şaxa Diyarbekirê Cîwanroj CEYHAN, berpirsê Platforma Demokrasiyê Alî Oncû û hevalên xwe, Hevalbendên TEVKURDê ji bona piştgirî salon tijî kirin. Parêzer û piştgir li dadgehê demekî dirêj û heta dawiya dadgehîkirinê li ser piyan rawestiyan.
Berdevikê TEVKURDê Sabahattîn KORMAZ di destpêkê de bi devkî, ji pêvajoya lêpirsîn û dozvekirina dozgerê komarê behs kir, di merhela lêpirsînê de serîlêdana endamên Meclîsa Gruba Xebatê (TEVKURDê) diyar ku wan jî bi niviskî daxwaz kiriye ku di derheqê wan de jî doz vebe, lê dozgerê komarî ev daxwaza nedaye berçav, bes di derheqê wî de doz vekiriye. Nûha jî bi niviskî bi hevalên xwe parêzer Îbrahîm GUCLU, parêzer Sitki ZÎLAN, Fuad ONEN, Ebdulcebbar BÎLÎR, Arîf SEVÎNÇ re, li ser navê hemû endamên Meclîsa Gruba Xebatê (TEVKURDê) bi niviskî daxwaz dikin ku ev lêpirsîna fireh bibe, ji bona vê doz paşve bê xistin û ji bo doznameya nû, dosya ji dozgerê komarê re bê şandin. Dozgerê komarî li dijî ev daxwazê derket. Got ku “di vê merheleyê de ev yeka ne pêwıst e.” Qadi jî biryar da ku “dozgerê komarî her demê dikare lêpirsîn bike, lê di vê merhelê de rawestandina dadgehê ne pêwîst e.”
Berdevikê TEVKURDê Sabahattin KORKMAZ, di parastina xwe de ji pêvajoya tevgera başurê Kurdistanê, di sala 1975-an de felaketa ji bo Kerkûkê û tevayî Kurdistanê hatibû holê, ji mudaxelaya Emerîkayê û hevalbendên wê li Iraqê, ji rûxandina rêjima Seddam û Baasê, ji pêvajoya pejirandina qanûna esasî ya federal, ji federalîzebûna Iraqê, federbûna Kurdistanê, ji hilbijartina serokê Kurdistanê, ji avabûna hukûmet û meclîsa Herêma Federe ya Kurdistanê behs kir. Rewşa Kerkûkê, ji aliyê siyasî, dîrokî, cografî (erdnîgarî), demografiya nûfusê de diyar kir û got ku “Kerkûk, bê minaqeşe bajarekî Kurdistanê ye. Helbet li Kerkûkê turkmen, ereb, keldanî, aşurî, kurdên êzîdî jî dijîn. Kerkûkê di bin desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê de ji aliyan van kêmneteweyan de jî bê îdare kirin.” Ji pêvajo û statûya referanduma Kerkûkê behs kir. Got ku “di hilbijartina giştî de derket holê ku Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye. Dema ku normalîzekirina Kerkûkê bê holê û malbatên kurd vegerin Kerkûkê, di referandûmê de sedî-sed Kerkûkê ji bo desthilatdariya Kurdistanê re bibe erê.”  Ji bona siyaset û dijminitiya komara Tirkiyeyê li hemberî federalîzêbûna Iraqê, federebûna Kurdistanê, referandûma Kerkûkê jî bîr û reyên xwe anî ser zimên. Êrişên nîjadperest yên berpirsiyarên dewleta tirk jî anîn ser zimên û di derbarê vê pirsê de gelek mînak jî nîşan dan.
Gelek aşkere diyar kir ku ew û TEVKURD, xwe bi huquqa Tirkiyeyê ya heyî re girêdayî nabînin, ew û TEVKURD xwe girêdayî hiqûqa xwezayî û navneteweyî dibînin.
Pişt re jî ji bona pêvajoya Konferansa KEKÛKê û sedema amadekirina konferansê, qedexebûna konferansê ji aliyê parêzerê Diyarbakirê de, bîr û reyên xwe anî ser zimên.
Di dawî de got ku: “ez, nûha jî, bi naveroka daxuyaniya çapemenî ya Gruba Xebatê (TEVKURDê) re me. Ez wan nerînan bi tevayî diparêzim.”
 
Bi kurtî dikarim bibêjim ku Berdevikê TEVKURDê, mafên neteweya kurd û doza Kerkûkê bi serbilindî û bi lêhengî parast.
Parêzer Sitki ZÎLAN jî, her çiqas di pozîsyona parêzer de bû jî, wek endamekî Meclîsa TEVKURDê parastineke siyasî kir. Wî jî mafên neteweya kurd û doza Kerkûkê parast. Got ku “nûha di dadgehê de statûya hevalê me Sabahattîn KORKMAZ diyar e. (Yanî terefekî kurd e-ÎG)  Dozger îdeolojiya fermî temsîl dike. Ji bona vê yekê em daxwaz dikin ku divê qadî (hakîm) bê teref be. Lê li vir pirsgirêkek heye. Di biryarên dadgehan de tê nivîsandin ku biryar li ser navê neteweya tirk tên girtin. Em vê yekê qebûl nakin. Lewra kurd, miletekî cihê ye. Miletên dadgehan jî nabe.”
Parêzer Emîn AKTAR jî ji aliyê huqûqî de parastin kir.
Parêzerên din jî ji parastina  herdu parêzêran re piştgir bûn û beşdarî wan bûn..
Dirûşmeya bê, dê di 20. 09. 2007, seet 14. 00-an de pêk bê.

Amed, 14. 09. 2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…