Fîlmê Kurdî Davîdê Tolhîldan başdarî festivale filman a „Splît“ li Kroatia dibe.

Piştî ku filmê derhênerê Kurd ji rojavaya Kurdistanê Mano Xelîl „ Davîdê Tolhîldan“ li gelek festîvalên filma li cîhane hat hilbijartin, ku herdem bala temaşevanan gelekî tîne ser xwe, niha besdarî festîvalek nu dibe. Jiber ku mijara film mijarek giring, kuft û go ê mezin tîne hole. Di van salê dawî de, gunehbara „terorîsmê „ buye mode, û mafên mirovan bi têorîa „yen ku qeweta wan heye, heq di destê wan de ye“ tên pîvandin
her mirovek, yan jî miletek, ku serê xwe li dij zor û zordariye hilde, dibe „terorîst“. Her ku di ne di asaya navnetewî tenê de, lê di ol û îxlaqên mirovan de, pirsgirêka berxwedana miletên bin dest mafek legale,qanunî ye û heqê her miletî ye, ku li dij zordariya kedxwaran li ber xwe bide. Weke ku tê zanîn miletê kurd, yek ji wan mileta ye, ku gelek zordarî û neheqî li dijî wî ji destê rejîmên baes a Surî, rêjîma Îran û Turkiye tê. Piştî ku besê Kurdistana başurê mezin ji zulm û zordariya Sedamê diktator xilas bu.
Filmê „Davîdê Tolhîldan“ di gelek festivalan de hat pêşwazî kirin, di dema hazir de, hatiye hilbijartin weke yek ji baştirîn filmê dokumentar ê sala 2007, ku wezareta rewşenbîrî a Swîsra pê radibe, ku pistî mehek din wê xelat bê xwyanî kirin. Tê zanîn ku film li festîvala Aljazeera a filman hat nisan dan, weke festivala  Krakow a Poloniya, a London û Berlin bo filmên Kurdî, niha ji 15 heta 22 Aylune li Split a Kroatia tê temasekirin.  Weke ku tê zanîn ev film berî demeke kurt, başdarî festivala filman li Emîrata Erebî bibu, lê ji ber mudaxeleta rêjîma Tirk û zexta wê li ser hukumeta Emîrata Erebî, ku rêjîma tirk bi rengekî fermi bi mîna ku ev film, filmekî  „Terorîste“ ji hukumeta Emîrat daxwaz kiribu, film neyê şanîdan . Ji bo ev mesele neba krîzak mezin di navbera Emîrat û Tirkî de, qerar ji wezareta derve a Emîrat hatibu danîn ku Film neye şanid dan û ji festîvalê bê kişandin.
Fîlmê „Davîdê Tolhildan“ çîroka xortê Swîsrî Davîd Rouiller, Kurê serokê dadgha Federal a Swîsra a berê ye. Davîd dev ji jiyana xwe a komfort li Swîsra berda û ev buye der-dora şeş salan, cihê xwe di nav refê Gerîlayên Kurd de dîtiye. Fîlm li ser jiyana vî xortê Swîsrî diaxive û eu bi xwe mînake ku temaşevan jiyana Gerîla bi temamî nas bike.
Dayka Davîd ji Swîsra berê xwe dide çiyayên Kurdîstanê û eu jî dibe şahidek rastiya miletê kurd û heqê wî di jiyanek azad û serbixwe de.
Eger tirk li Emîrata Ereb bi serketin, emê li cîhanê bi serkevin. Niha ji 15 heta 22  Aylun li Splita Kroatia tê sanî dan.  Li vir lînka festîvalê:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….