Rezoyê Osê
Padîşahê Êzdiyan û êzdayetiya îroyîn Tehsîn Beg e.Begê me li paytexta Şingalê rûniştiye û mîrnişîna xwe , bi dilovanî , bawerî û zîrekî diparêze. Bergîriya lana êzdayetiyê , li wir , dike û erzêla Bazên perşikestî , li ser çiyayên Şingalê,qirşik bi qirşik , ji nû ve , ava dike û rêveberiya Êzdiyan , bi berdevk û alîkarê xwe Mîr Kamîran re,bi serbilindî,dimeşîne.
Tehsîn Beg xwe bi cil û bergên Erebî radipêçe,lê dêm û reûdanên wî , awir û xwîna wî Şingalî ne,saf Kurdî ne. Mîr Kamîran jî bi cil û bergên Kurdî raçengî wî dibe.Bi hev re,weke du Bazan,li asîmanê Êzdî û êzdayetiyê dirêsin,Bazên Şingala bi dar û ber in.Lê,li ser rûkê zemînê tim mikûsdayî ne,xemgîn in,bi kul û jan in.Belê,tu dipelînî ku ji rojên reş,rojên sergirtî,bi hesab in û bi tem û givala dîroka bêbext pêçayî ne.Erê,reşbîniyê konê xwe li ser rewşa wan vegirtiye û bêhêvitiyê raçavî wan dike,lê werêra çakbîniyê jî ji dûr ve diçîsîne û wan bi omîd dike.
Belê,azarîkêşana sedên salan, ji pêmayên dîroka xeddar û bedbext,li dêmên wan dide der û belû diyar dibe.Bobelatên ku bi ser gelê wan û navçeya wan de hatine nayên jibîrkirin û dem nikare wan,bi asanî,xîş bike.Ji ber ku van bobelatan, di mîrnişîna êzdayetiyê de,ziyan gihandiye her kes û kûsî,her cih û warî.Wilo jî,dest avêtiye hemî werselên jiyan û hebûna mirovayetiyê.Suruşt hatiye binpêkirin,erdnîgarî hatiye wêrankirin û mirov hatine talankirin .Ango,çi dîmenên berçav ziyandar bûne.Ev ziyana mezin ne tenha gihiştiye ol,dîtin û behweriyên êzdayetiyê,lê hingiviye mêr û jinan,xort û keçan, zîç û zarokan,deşt û newalan,çem û cobaran,bîr û kehniyan ,dar û deviyan,teyr û tilûran.Lewra dêmên van herdu mirovan bûye neynika civak û xwerista wan,ku her tişt tê re tê
dîtin û tê de tê xwendin.
Min, ev dîtin û bîr û boçûn di sala 2001ê de,li şarê Hewlêrê,li otêla Çwarçira, li bal Tehsîn Beg û Mîr Kamîran pelandin. Ev pelandin ji axaftin û gengeşa bi wan re hate meyandin.Belê,ez û hin rewşenbîrên Serxetê û Binxetê , çend caran,bi wan re,li salona otêlê, rûniştin û me hin pirs, piştî xwepêdanenasînê, ji wan kirin.
(Ji Çepê :Mîr Kamîran,Rezo,Bavê Kisra,Tehsîn Beg )
Gava hevalekî me ji Tehsîn Beg pirsî : ” Çima hûn dergehê ola me ji me re venakin,da em li ola xwe vegerin….?”. Bersiv nerm,rewan û asan ji hêla Tehsîn Beg ve hate dayin,got: ” Birazî,ticarî dergehê olê nehatiye girtin û kesek nikare dergeh lê bigre.Lê,li ba we, yê ji ola xwe derkeve dibe Mirtid.Yê Mirtid jî,li gorî ola we,serî tê jêkirin.Belê,dema hûn ji ola xwe derkevin û li me vegerin,hûn dibin xwîniyên me.Hinga,parastin û bergîriya we ji me tê xwestin,da kesek nikaribe,li ber me,serê we jê ke.Em jî qels in û nikarin xwîniyên xwe biparêzin.Pêşî,çîroka xwe li ba xwe safî bikin,pişt re dozê li me bikin….li ser ser û çavan”
Mirov ,êş , jan û azariyên dîrokeke zirz û dûvdirêj, ji vê besivê, dipelîne.Mirov dipelîne,ku dema kesên desthilat hişkor û nezan bin,wilo jî bi olperestî piçpiçî bin û ji xwe pê ve kesekî, li ser rûkê zemînê, nebînin û nepejirînin,hinga ne tenha xwe berdevkên xwedê dibînin,lê dikarin,bi navê xwedê,wêraniyan jî bînin serê herkes û hertiştî, dixwazin û hewl didin ku dergehên behweriyên ayînî jî li ber her mirovê behweriyê bi ola wan neyîne bigirin.
Piştî pênc sal û yazdeh mihan ji vê hevdîtinê,di 14.8.2007 an de,grûpek terorîstên xwekuj,gundên Şingalê,gundên Girê Ezîz û Sîba Şêx Xidir kirin armanc ji êrêşên xwe,yên hovane re û ev gund bi ser serê xelkên wan de hilweşandin.Belê,herkes dizane ku vê carê armanca terorîstan ne tenha kuştina êzdiyan ,yan vemirandina çira Êzdayetiyê bû,lê armanca wan birrîna herêma Şingalê ji laşê Kurdistanê bû.Ango,biryar ne ayînî bû,ne ji bo bidestxistina mifteyên buhuştê bû!!, lê siyasî bû , ji bo kirkivandina gewdê welatekî bû. Ji ber ev nijadperestên destqirêj dizanin,ku di dirêjahiya dîrokê de nikarîbûn Şingalê asîmîle bikin û wê ji erdnîgariya Kurdistanê biqetînin,loma bi vî kiryarê hovane rabûn û ev bobelat bi serê Kurdên êzdî de anîn,da hêviyên xwe di rev û koçkirina Şingaliyan de vejînin,lê heyhat e, ku karibin van xewnên gemarî bikin rastiyek.Bila zanibin, ku Bazên Şingalê li asîmanê azadiyê dirêsin û bi tûjawirî di bin xwe re dimeyzênin.Ev Baz serdest bûn,serdest in û wê serdest bimînin….
Belê, vê bobelata dawî,ya ku bi serê êzdî û êzdayetiya Şingalê de hat,ev hevdîtin di bîra min anî.Ne tenha wilo,lê bersiva pirseke din jî di bîra min anî.Pirs jî,dîse ji hevalekî me bû : ” Şêxê min,va Bexdê tabûrek leşker ,bo parastina we,bi we re rê kiriye Kurdistanê,da hûn bê tirs werin nav kes û kûsên xwe.Ma rûniştina Şingalê,di bin serdestiya Seddam de, ji rûniştina Kurdistanê, ji we re xweştir û birûmettir e!?…çima hûn li vir ,di nav kesên xwe de,cih nagirin?”.
Tehsîn Beg,bi vê pirsê re,hinekî bêdeng ma.Li Mîr Kamîran meyzand,riha xwe bi destê çepê tîmar kir û em tev di bin awirên xwe re derbas kirin,got: ” Xorto, yê ne li malekê,nizane bi hewalekê !!.Pirsa hêwirbûna li Kurdistana azad,kekê Mesûd jî ji min kir,lê ne bi vî şêweyî û ne bi vê maanê.Ji min re got,ku mana li Şingalê bi min giran be,ez dikarim li vir bi qedr û qîmet,di nav Êzdiyên xwe de,rûnim. Min lê vegerand,ku ez nikarim dev ji Şingalê berdim.Ez li wir sitûna konê Şingaliyan im.Eger ez ji wir rabim,wê kon bi ser wan de bê xwar….Hinga,kekê Mesûd gotin dirêj nekir,got:Ez dizanim ku dewlet jî li vê yekê digere….Pişta me ji xwedê û ji te rast e….Bila weke te be,baştir e….Bê bac û westan jî nabe...Dilê me li ser we ye….“.
Erê Begê min,tu çiqasî kûr û dûr diramiya yî.Te,bi wê nermiya axaftina xwe,em tê gihandin ku çavên Guran li talankirina herêma te ye,li wêrankirina cihê bav û kalên te ye,li vemirandina ola te ye.Belê,erk û armancên te ,di jiyanê de,ne xweşî û aramiya kesatiya te bû,lê parastina kes ,war û ola te bû.Ev bîr û boçûnên te,di roja bobelata dawî de, ji nû ve li ber çavên min çûn û hatin û di guhên min de, ji nû ve deng dan.Belê,ez niha dizanim ku ne tenha Laleş li ba te cih û warekî evra ye,lê wilo jî Şingal.Belê,ne tenha wilo,lê her bostezemînek ji xaka Kurdistanê,di çav te de,di pileya evrabûna Laleş û Şingalê de ye.Wilo,te ol û warê xwe,ayîn û welatê xwe bi hev re kirine gewd û can,ku bê hev nabin.Te zanîbû tu çendî li bal kekê Mesûd rûmetdar î,loma te ew rûmetpêdan kire sîmbolek ji kurdewariyeke resen û petî re,da her Kurdewarek zanibe ku Kurdistan bexçek ji kulîlkên ayînî ye,rengên ayînê li rengê xakê vedaye,bê hev sipehîtayî nayê dîtin û pelandin.
Begê min,te di vê bobelata dawî de,perrên xwe davêtin ser Şingaliyên xwe û ew diparastin.Te ew,di wêrangehan de,di xanîkên hilweşayî de,di nexweşxaneyan de û li komelcihan,di bin baskên xwe de diveşartin.Te zîç û zarokên birîndar,di dilê xwe de dihêwirandin û dilorandin.Lê,bê tu hawara xwe bigihînî Kurdistana azad,serok Mesûd bi hawara te ve hat,pişta te girt û şîna dawî, bi te re, kişand.Belê,da zanîn , ku nema Kurd , ne jî hukûmet û perlamentoya Kurdistanê,êdî dihêlin Şingal û gelê Şingalê,bi destên nijadperestan, wêraniyan bibînin.
Di wê hevdîtinê de,di hevdîtina li Hewlêrê,ez bi axaftinên te re kûr û dûr diçûm.Min ji xwe re digot,ne bi zarê te û ne jî li ser zimanê te ,kanî mafên mirovan di pejirandina behweriyên kesane de,di jiyaneke azad û serfiraz de!?.Çima,em Misilman minareyên camiyên xwe ber bi asîman ve hidikişînin û bi dengbilindî ji ola xwe re kar û xebatê dikin,em ji ola xwe pê ve ti olên din berçav ,rasteqîn û mafdar nabînin.Çima Dêr û kenîse şinge şingê ji naqosên xwe tînin û dengê xwe li çarkenarên dunyayê belav dikin,da ola xwe bi guhdaran bidin nasîn.Lê, Êzdayetî di şikeftan de,di zikê zemînê de,di pîrozgeha Laleş de,di malên êzdiyan de,di dilên şikestî de, bêdeng, ji zora talankeran, tê parastin!!?.Çima, Tirk û Firs û Ereb milsitûriyan li hemî nijadên ji wan cuda dikin û wan mirov,xwdîmaf û xwedî hest û nest, nabênin.Lê,Kurd mirovan,her mirovî,xwedî mafên mirovaniyê û hebûneke serbixwe dibînin.
Erê felekê,ev çi dîrokeke bêbext,riswa û rezîl e!.Ev çi heyameke bêol,bênirx û bêwicdan e!.Ev çi demeke bêfedî,derewîn û rûşûştî ye!.De rabe lêborîna xwe ji êzdî û êzdayetiyê bixwaze,rabe xwe ji kîn,rikgîrî û gemara zemanî paqij bike,rabe talankerên xwe li kozikên wan vegerîne û wan gem bike.Bila mirovatiyê,weku mirovan,ne weku hovan,hest bikin.Bila dolabên xwe negerînin,benên xwe nerêsin û tevn û torên xwe nehûnin,lê wê ew bi xwe bi dîlîtî bikevin tor û davên xwe de û di wan de dîl bibînin.Eger xwe ne mirov bibînin,wê roj zû li wan here ava, wê heyv li wan xira bibe û wê dîroka mirovaniyê wan binpê bike.