Li Hanoverê meşek ji bo pişgîriya devera êzîdiyanî

Rodî Yezîdî

li paytexta wîlayeta Nîderzaghzin Hannover li Elmanya, Nêzîkî 3 hezar kûrd piştgirtina Şîngala birîndar kirin, û dengê xwe li ber balozxana Emerîka bilind kirin û gîhandin raya giştî û dezghên mafên mirovan, û bi taypetî dawe li hikûmeta kûrdistan û Emerika û eûropa hat kerin go li ola kûrdên yezidî xwedî derkevin û bi taybet Şîngal û herêma wê were parastin.

di axaftinan de hat bi bîranîn go Şîngal kûrdistane, û dawe li serok Barzanî hat kerin go pêşmerga îdî ji Şîngalê Şûnde nekşîne û Şîngal bi rengekî fermî bikeve nava sînorê herêma kûrdîstanê (ji ber heta anha Şîngal girêdayî bajarê Musîlê ye).
hêjayî gotinê ye go beşdarîya Kûrdîstanyan li ber çav bû, û gelek şexsyetên kûrd amade bûn ji sîasetmedar û rewşênbîr û hûnermendên kûrd.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…