Lîsteya hevpeymaniya kurdistanî ji aliyê kurdan ve tê rexne kirin

Şêrwan Mela Ibrahîm

Li ser xwesteka Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî dr.Ismayîl Şukur û birêz Ehlam Eseed endamên parlementoya Îraqî ku ji lîsta hevpeymaniya kurdistanî ne semînarek li ser rewşa parlementoya Îraqî û rola lîsta Kurdistanî di nav de li Hewlêra paytext, lidar xistin.
Di destpêkê de,  xanim Ehlam basa birêveçûna parlementoyê kir û da xuya kirin ku girûpa kurdistanî ta nuha jî berdewame di karê xweyî ku di ber pêkanîna xwestekên çarenivîsî yên kudî de, û danakevin ji wan soz biriyarên ku peyman li ser dane,  wekû federasiyon bo herêma kurdistan, pirsgirêka Kerkûkê…..htd,  û zorkirina endamên kurd li biriyarên çarenivîsî ku peywendî bi kurdan heye.

Û ji bo mesela rexneyên dawî ku li endamên lîsta kurdî tên kirin ji aliyê cemawerên  kurd ve,  xanim Ehlam da hişkerekirin  ku hindek “tembelî” li cem endamine kurd peyada bûye û ta ne beşdarî jî car carine çêdibe , lê beramberî van tiştan jî xanima Ehlam  got : Tevlî van kêmasiyan jî,  lîsta kurdî ya herî bi hêz û yekgirtî ye ji nav hemî lîstên dîtir, bo nimûne lîsta şîiyan (Îttîlaf ) niha beş-beş bûye ji alîkî ve şepêla –Sedrî- bi cîkî ve maye û beşên din bi nêrînên  din ve hatine girêdan û partiya (El-Fezîla) jî maye li cîkî û ev hemî sedem hiştin ku hêza vê lîstê lawaz bibe, û her weha Bereya Sunniyan jî carekê xwe vekişandiye û careke din hevbeşe yanjî  dijbere, û ev hemî sedem hiştin ku Sunnî seqamgîriya xwe li tu cihî nebînin.
Lê ev gotin bûne cihê rexneyekê ji bal nivîserekî amade  û ji xanim Ehlam re da xuyakirin ku serkeftina kurdan bi ser lîstên ereb de ne cihê şanaziyêye ji ber ev lîstên ha bê hebûnin û serkeftina li ser tiştên bê hebûn wateya xwe nîne ku tembeliya bi ser endamên kurd de hatiye dê bê guneh bike û kêmroliya wan bi ne piroblemî diyarbike.

Paşî dr.Îsmayîl Şukur şîrovekirineke giştî li ser rewşa parlementoyê û di nav de lîsta kurdistanî da diyarkirin, û liser piroblema nebûn û nebeşdariya alavên ragehandinên kurdî gelek ne razîbûna xwe da xuya kirin,  û her weha dezgehên ragehandina îraqî şermezarkir ku di dema belav kirina nûçeyên civînên parlementoyê de bi aweyekî ne serbixwe di weşênin û hemî li gorî îdiyolojiyên xwe belav dikin , lêbelê ev jî bo ciyê rexneyekê ji bal rojnamegerkî kurd ve hat gotin ku kadiroyên dezgehên ragehandina kurdî diraveke zor lawaz û kêm qizinc dikin, û jiber vê yekê rojnameger ne amedeye ku bi wan perê ku tenê karin wê sax bi hêlin biçe nav devereke ku kes nizanê di kîjan demê de operasiyoneke terorî bi qewime û renge canê wî jî ji dest here!.
 Li ser hevbeşiya kurdan di parlementoyê de,  dr.Şukur kire serbilindayî ku kurd di hemî komîteyên parlementoyê de cî digirin û xwe da wek mînakek ku ew bi xwe yek ji endamên komîteya diravî ye, lê ev tişt jî hate rexne kirin ji aliyê çalakvanekî kurd ve ku jêre got: ti çawa dibêjê em her endamekî di ciyê  xwe yê taybetmend de ne û bawernameya te ya doxtoriyê di dîrokê de ye û ti endamî di komîteya dirvî de!!!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…