Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke sivîl ku wê îro roja pêncşemê 15/16.08.2024 li bajarê Tiflîsê paytexta Gutcistanê bi beşdarbûna 70 mêhvanî ji 16 welatan lidar bikeve”.

Her wekî ku Mamosta Hejar da zanîn ku ev konferans bi amadakarî û înîsiyatîfek sivîl 100% bi serpiştiya çend navendên Kurdan li komarên Sovyêta berê tê lidarxistin ji wan “Enstûtuya Kurdî ya Qefqasyayê, Fonda Pêşvebirina çanda Kurdan (Almaty), Encûmena Hemahengî, Komeleya Ronahî ya Kurdên Gurcistanê û çend navendên din”.

konferansê Kurdên Qefqasyayê, dê bo heyamê dû rojên li seryek 15/16 tebaxê bi beşdariya 26 akademîsyen û nivîskar û çalakvanên civakî yên kurd ji 16 welatan ji bo gotûbêjkirina bîrûrayên neteweyî “Perspekîfên Neteweyî” ku li ser çar tewerên zanistî (4 panel” ku dê bi awayekî akademîk gotûbêj li ser wan mijaran bibe.

Li gorî çend zanyariyan li ser zarê Mamosta Hejar şemal ku ev 4 panel bi giştî hatine amadekirin li pênase û dîroka Kurdên Qefqasyayê û rewşa îro ya “ziman, keltûr, ol, perwerde, malbat û pirsgirêkên civakî û siyasî û istratijya kurdên Qefqasiya …”.

Tê zanîn ku piştî helweşandina Yekîtiya Sovyêt, ev yekem konfrenas bi vî rengî tê lidarxistin, bi taybetî piştî yekem konfrenasê “kurdolojî”, ku sala 1934an li Ermenstanê hatibû lidarxistin.

Lê cudahiya vê konferansî ku 100% bi înîsiyatîfek sivîl e, bêyî hîç alîkariyekî ji dewlet û wezeratan û partiyên siyasî, û ku dê her dû salan ev konferans bête lidarxistin.
Kurdên Qefqasyayê û konferansek bo bîrûrayên Neteweyî

Demê em berê xwe bidin dîroka Kurdên Qefqasyayê, nemaze li serdemê  Yekîtiya Sovyêtê de (1922-1991), dê bibînin ku rolek wan yekcar mezin hebû di warên cuda cuda de, û bi dehan navdar û akademîsyon û bilîmet û kesayetiyên mezin dibînin, gelek stêrên geş hene di asmanê zanîn û zanistê de, bi taybetî ku Yekemîn Komara Kurdî li ser parçezemînek dîrokî û cografî ya Kurdistanê bi navê (Kurdistana Sor 1923-1927) li ser destê Kurdên Qefqasyayê hatibû damezrandin, zêdebarî ku yekem karwanê “kurdolojiyê” ji kurdên Qefqasyayê di sala 1934an destpê kiribû, ku bi sedan lêkolîn û reşnivîs û deqên Edebî û zimanzanî û dîroknasê li ser destê wan hatine nivîsîn, herwisa ku yekemîn Elfbêya Kurdî ya Latînî di sala 1928an li ser destê Prof. Erebê Şemo hatibû tomarkirin.

Miketê kurd yê Kurdistana Qefqasyayê bi dirêjiya dîrokê xizmetek û roleke mezin di warên curbicur yên rewşenbîrî, zanistî,  akademîsyon, edebiyat û zimanê kurdî de pêşkêşkirine, û roleke wan pêşeng bû di parastina nasnameya neteweyî de heye.

Her li ser mijara konferans, di peyameke hevbeş de; min û Mamosta Sebrî Resûl li ser navê Yekîtiya Nivîskarên kurdistana Sûriyê pîrozbahiya konferans kir û daxwaza serkeftinê ji karê we yê pîroz re xwest, ku hêviyek mezin li ser hewldanên we yên ji bo yekrêzî, komkirin û rêxistina mala kurdî li komarên Sovyêta berê têne girêdan, û hêviyên mezintir li ser vî konferansî tê girêdan ku kurdên Qefqasiyê bikaribin bi heman rola xwe ya berê rabin bo parastina nasnameya neteweyî.
Goman di wê yekê nîne ku ev ezmûna pêşeng û karê nuha dibe dê bibe xaleke din ya geş di dîroka Kurdên Qefqasyayê de û herwiha dê bibe wane û mînakek bo tevaya gelê kurd û kurdistanê, ku dê encamên gelek baş bîne pêş û li dawiyê bikeve di xizmeta civaka kurdî de wekî destkeftek neteweyî ne tenê jibo Kurdên Qefqasyayê lê herwiha jibo tevaya Kurdistanê û tevî Kurdên li diyasporayê dijîn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…