Dostaniya herdu gelan (Kurd û Ermenî).. Zabêl Ez Ermenî Me!

Hacî Kardoxî

–    Serpêhatî û jiyana Sarkîsê Kêvo wek filmê Rambo ye!
–    Di romana ZABÊl de em dibînin ku çiqas zilmû zordarî li milletê Ermenî hatiye kirin!
–    Rizgarbûna Sarkîsê Kêvo wek mucîze ye ku ji nav keriyên gurên har xilas bûye.Îro min romana ZABÊL, Ez Eemenî me ku nivîskar Ezîz Xemcivîn pêşkêşî me xwendevan kiriye bi dawî anî.
Roman ji aliyê weşanxaneya SÎTAV ê ve hatiye çapkirin û ji 159 rûpelan pêktê. Di romanê de bi dehan serpêhatî henin. Roman bi zimanekî wejeyî, herîkbar ku xwendevan bi hêsanî têdigehî hatiyenivsandin.

 

Min bi kelecaneke mezin kitêbê xwend û ji bo min dora 14 demjimêran girt.
Roman behsa trajediya sedsala gelê Ermenî dike ku ji aliyê dewleta hova Osmanî ve pêk hatiye û bi milyonan Ermenî, Suryanî, Kurdên Êzîdî hatne qetilkirin.Bi hezaran çîrokên û serpêhatîyên tiltezîn yên fermanê henin ku hêna veşartîne û pirên wan nehatine nivsandin. Pir mixabin ku ev serpêhatî pirê wan wendabûne. Lê xweş bextane ku nivîskar Ezîz Xemcivîn li gor taqet, hostayî û zîrekiya xwe bi rengeke edebî serpêhatiya xortikê Ermenî Serkîsê Kêvo( Hilûc) kiriye diyarî ji bo gelê Kurd û Ermenî.Di romana ZABÊl de em dibînin ku çiqas zilmû zordarî li milletê Ermenî hatiye kirin û çi karesat hatiye serê vî milletî. Em di romanê de hovîtî û bêwijdaniya mirovên ku çewa bawerî bi dîn anîne kuştina mirovên bêguneh ji xwe re wek erkeka Xwedayî dîtine dibînin.

Ji aliyeke din ve mirov dibîne ku dostaniya herdu gelan Ermenî û Kurd ku çewa bi hevre alîkarî kirine, li hev xwedî derketine di gel ku metirsiyeka pir mezin jî hebûye li xwedî derketina kesên Ermenî ku ji ber fermanê rizgar bûne. Rizgarbûna Sarkîsê Kêvo wek mucîze ye ku ji nav keriyên gurên har xilas bûye. Sarkîsê Kêvo bi saya, xêra Xelefê Şelaş, Kurdê Êzîdî rizgar dibe û li mala xwe xwedî dike, dike kurê xwe, wek çavê xwe lê mêzedike.

Serpêhatî û jiyana Sarkîsê Kêvo wek filmê Rambo ye ku di gelek xefk û dafikan re derbas dibe. Mezinbûna wî, jêhatîbûna wî, wefadariya wî bi xak û millet û ehlê wî re cewherê kesatiya wî û koka wî dide xuyakirin.
Ez hêvî dikim ev kitêb ji alî gelek kesan ve bê xwendin ku romaneka hêja û serkeftî ye li gor baweriya min.

Pir sipas nivîskarê me yê hêja Ezîz Xemcivîn ji bo xebat û keda wî. Hêvîdarim pênûsa wî her dem berhemdar be ji bo xwendevan û hesjêkiriyên ziman û wêjeya kurdî.
Em hêvîdarin ku li werza payizê bernameyekî li ser kitêbê bi nivîskar Ezîz Xemcivîn re çêkin.

29.07.2024
Hacî Kardoxî
Radio Ashti

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…