Romana “Zabêl Ez Ermenî Me”

Leyla Reşo
Piştî xwendina min ji Romana birêz Mamoste E. Xemcivîn re “Zabêl ez Ermenî me”
Min xwestî hinek ronahî bavêjim ser tiştên ku bala min kişandin û di derbarê wê de hinek pirs û lêgerîn di mejiyên min de çêbûne gelo dewleta Osmanî ya hovane heta kîjan astê şaxên xwe berda bûn?
Gelo qey dilê wê jixwînmijiyê têr nebû?
Serjêkirina zarok, mezin, kalemêr û dapîr..
Darvekirina jinên ducanî, qelişandina zikên wan, bi kirdeyên pîs, qirêj û xerab û bêwijdan li ser vî miletê reban pêkane dikirin..
Gelo çima evqas dewlet bêdeng diman?
Gelo ev miletê rebin çi kiribû heta ku rastî evqas  kotekî û dijûn û bêwijdanî ji warê bav û kalan bên dûrxistin û tunekirin…
Deriyê din
Roman tê de ji bilî hovana dewleta osmanî merdbûn û mêrxasiya miletê Kurd ku Kurdekî ew rizgar kir û li mala Kurdekî êzîdî hate parastin.
Tev ku hin kesên çeteyên dewletê beşdarî vê komkujiyê dibûn  û bûn şirîkê kuştina van belengazan û kuştina wan pîroz didîtin..
Di romanê de erdnîgariya kevneşopî, serpêhatî pend û rewiştên wan deveran dihatin behskirin..
Bi awayekî xweş û bi rêk û pêk û destpilîn bûyerên Romanê rêz dikir…
Jiyana Serkîsê Kêvo apê wî Xelefê Şelaş û hizkirin û himbêzkirina Kurdên êzîdî ji wî re û bicihbûna wî di mal û xak û dilê wan de, li gel mêrxasiya wî û dilêşiya wî li ser kesên ku lê xwedî derketibûn…Tiştên din yên ku bal û fikara min kişand, zengînbûna zimanê nivîskar yê ku girêdayî dibistana wî ya teybet e, derbasî nava romanê kiriye.
Darêştina Romanê li ser hizkirina Serkîsê Kêvo yê ku bi navê Hilûc dihat naskirin ji Zabêl re ya ku bi navê Meryem nasnav bû, ji xwe tiştên ku nayên veşartin xwesteka apê wî Xelef ku keçekê Ermenî ji wî re bîne, da ku ev milet neqele û bikaribin rehê xwe mîna bihezaran milet di vê cîhanê de ber bi jiyanê de bavêjin.
Hewl dida ku ne ji misilanan bîne û ne jî ji êzîdiyan be..
Roman behsa bi cihbûna Serkîs li gelek dever û gundên Êzîdiyan, berxwedana wî ya bêhempa û rêz cihbaweriya wî di ber kesên ku di nav wan de dijiya bû, dike..
Roman xal bi xal û bi hûrbînî behsa bûyeran dike..
Serenavê ku Mamoste Ezîz hilbijartî ji xwe tev ku zêde behs bi kûrahî û bi firehî li ser jiyana hevjînî ya herdiwan nehatibû kirin yan jî evîniya wî bi kûrahî nehatibû şîrovekirin,
lê ev serenav hevgirtin û dilsozî û newindabûn miletekî dida xwiya kirin. Delîlê wî xwest ji nevî û nevîçirk û nevîçirçikan li gorî peyvên wî dixwest zar û zêçên wî bi netew û nijada xwe bîne û navên ku ji wan re dihat pejirandin navên malbata wî yên ku jiyana xwe di komkujiyê de winda kirine…
M. Ezîz roman xwe Zabêl ez Ermenî me
bi rêk û pêk bi karanîna gotinê kurdî yên resen û bi wate bi cih tanî , detstnîşankirina erdingariya cih û deverên ku bûyêr lê dihat kirin…Bikaranîna gotinên wêjeyî
Hêsaniya hîskirina wî şêwayê dilsojî ya ku Roman pê hatibû nivisandin bandorkirina wê li hestên xwendekar, bervedana berfireh, ji peyv û gotinan re pêk aniye.
Jixwe ez vê romanê pîroz dikim û spasiya nivîskar dikim, ku ev berhema giranbuha diyarî miletê xwe û miletê Ermenî kiriye, xwe berpirsiyar dît di ber miletekî ku zêde ziyan lê hatiye kirin û karîbû vê nameyê bighîne destên tevan…21.07.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...