Di bîranîna pakrewanbûna Diktor Ebdilrihman Qasimlo de

Hişmend Sêxo*

(Diktor Qasimlo mamosteyê gelê xwe)

Diktor Ebdilrehman Qasimlo di sala (1930) de li bajarê Ormiyê li Kurdistana Îranê hatiye dunyayê , xwendina xwe ya seretayî û navîn li Ormiyê û Tehranê xwendiye , û piştre di sala (1948an) de çûye bajarê Istenbûlê da ku xwendina xwe ya Zanîngehê tewaw bike , piştre biryar stand ku xwendina xwe li Ewrupa tewaw bike.
Dema ku ew li Istenbûlê wî nivîskar û rojnamevan “Mûse Enter” û xwendekarên kurd ên welatparêz naskirin , piştre çû Ewrupa ji bo tewaw kirina xwendina xwe.
Qasimlo li Firansa û piştre li Tişîkoslofakiya zanistên rêzanî û civakî xwend lê qet ji êş û azara gelê xwe bidûr neket.

Qasimlo biryar da ku tevlî rikberiya demoqrat bibe ya ku li dijî impiryaliya Îranê bi pêş ket.
Di sala (1952an) de ew vegeriya welêt daku di xebata demoqrat de beşdar bibe û Qasimlo pênc salan karê rêzanî bi şêweyên neyênî û aşkere dikir û hêdî hêdî Qasimlo weke kasayetiyekî rêzanî û xwedî bandor di nav gelê kurd û rikberiya îranî de hate nasîn.
Diktor Ebdilrihman Qasimlo waneyên destemayî û aboriya Sosyalîst li Zanîngeha Biragê didan , û ta sala (1961) waneyên zimên û çanda kurdî li Zanîngeha Sorbonê li Parîsê didan , herwiha xwedî rolekî girîng bû di avakirina Yekîtî ya Ciwanên Demoqrat li Kurdistanê ku yek ji saziyên Partî Demoqratî Kurdistanî Îran bû , û piştî demeke kurt bi fermî bû endamê vê partiyê û di hemû desteyên partîzanî de kar kir daku bû emîndarê giştî ji Partiya Demoqrat a Kurdistana Îranê re.
Diktor Ebdilrihman Qasimlo kasayetiyekî bîrbir û hişmend bû , lewre wî û hevalên xwe yên partîzan bi hûrbînî rewşa rêzanî û aborî ya Îranê xwendin , herwiha rewşa çepên Îranê û tevgera niştimanî ya kurdî li gor peywendiyên wî wek emîndarê giştî bi Yekîtiya Sovyêt re , û istratîjiya demoqratî ji Îranê re û otûnomî ji Kurdistanê re bi rêket , û kongireya Sêyem a partiyê van pêşinyarên Diktor erê kirin û ew pêşinyar bûn istratîjiya fermî ya Partiya Demoqrat û di wî kongirî de ew hate hilbijartin wek emîndarê giştî ji Partiya Demoqrat a Kurdistan a Îranê re  , û bû yek ji wan kesayetiyên rêzanî yên girîng di hemû parçeyên Kurdistanê de.
Hêjayî gotinê ku di sala (1978an)de  Diktor Ebdilrihman Qasimlo bi hevaltiya Bîst Hezar şervan ji hêzên pêşmergeyên dilêr operesiyoneke berfireh li dijî artêşa sahê Îranê rabûn û pêşmerge dest danîn ser bajar û bajarokên Kurdistana Îranê û wisa gelê kurd kevirê bingehîn ji avakirina dewleteke demoqrat re danîn.
Di dîroka / 13 / 8 / 1989an de Diktor Ebdilrihman Qasimlo ji bo mafê otûnomî ji Kurdistana Îranê re danûstandin bi rayedarên Îranî re dikirin lê zor mixabin di wan danûstandinan de ew ji aliyê istixbaratên “Savak” li bajarê Viyêna li paytexta Nemsa hate kuştin û di goristana pakrewanên şoreşê de li Parîsê hate binax kirin.

Sed silav li giyanê te ey xebatkarê dilsoz û dilêr

13 / 7 / 2024 Z – 2636 K

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…