Min jî, ev curemirin dîtiye!


Ezîz Xemcivîn

Li pêşberî mirinê,
mirin e,
leylan e,
nezanîn e,
windabûn e,
tihnîbûn e,
û birçîbûn e..

Mirinê,
ji min re xwe şirove bike!
Bê av im,
mirin e..
Berê xwe didim rewrewka bêdawî,
mirin e..
Di deryayê de me,
bin min av e, derdorên min av e,
dîsa mirin e..
Ez xwebixwe bi guhê mirinê digirim û ber bi laşê xwe ve dikêşînim!
Hêza min, bi hawara min ve were!
Lingino, rawestin berê min nedine mirinê hahoooooo!
Ma hûn dêwê sedserî li himberî dilê min nabînin!?
Birawestin,
pirsa min bi tirs û bi saw e,
jiyan êdî leylan e..
Gewriya min zuha dibe,
çavên min şînbûna asmanî kêmtir, kêmtir û kêmtir dibînin..
Desto xwe bilivîne!
Dilo bêtir xweragir be!
Li biyabna mirinê me,
xew canê min dagîr dike!
Bibûrînin,
min xaka xwe berda û buhişta bendewar jî,
ez ne giham bihn bikim!
09.07.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…