Romana (Zêro) dê bibe keskesorek di wêjeya kurdî de

 

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya Zaxoka delal dikim ku ez û hêja Ezîz Xemcivîn di himêza xwe de civandin û bû egerê hevdîtin û hevhimêzkirna me û her wiha bû dîdevana diyariya romana hêja ya bi navê (Zêro ) ji bo min ku bi destê helbestvan û nivîskarê hêja û bihagiran Ezîz Xemcivîn hatiye nivîsandin..
Roman di sala 2012 an de li bajarê Hesekê yê dikeve Rojavayê dil Rojavayê Kurdîstanê bidawî bûye û di sala 2019 an de li Weşanên Sersera hatiye çapkirin.
Bi rastî ez nizanim û nikarim çawa ez ê pesnê van hestên pak û gerim ku divê romanê de hatine nivîsîn bidim ji ber ditirsim ku ji derheqê wan de dernekevin, lewra ez pêşî lêborîna xwe ji hêja Ezîz Xemcivîn dixwazim ji bo herkêmasiykê ji aliyê nerînên xwe di derheqê romana ( Zêro ) de dixwazim.

Ez hêvî dikim ku ev roman bighê destê her Kurdekî ku ji ziman û çanda xwe hez dike , ji ber wê gelek sûd û mifayê ji xwendina wê werbigire, jinber ev roman ne tenê di hestên xwe de xurt e lê belê ji hêla ziman û rêziman jî gelek bi hêz e.
Ev roman ji sê kesayetên taybet pêk hatiye, li gor ku hatiye nivisîn û ew jî ( Zêro, Darîn û Seydo) ne ji ber van hersê kesan rola sereke ya romanê standine û Zêro jî lehengê vê romanê ye ji ber roman jî bi navê xwe Zêro ye. Ev roman wê mîna keskesorê di asoyê asîmanê wêjeya Kurdî de cihê xwe bigire, ji ber romaneke dewlemend bi agahî û jêderên xwe, hem jî bi hest û nermiya xwe .
Di hin cihan de hûnê gelek bikenin û her wiha jî di hin cihan de hûnê gelek bigirîn di vê romanê de ji ber gelek caran hestê xweşî û ne xweşiyê tê de mîna derya û masiyan tevlîhev dibin.
Ez naxwazim zêde li ser naveroka wê de ji we re behs bikim ji bo yê ku heza xwendina wê li cem we zêdetir bibe, ji ber ku ez her tiştî jî tê de eşkere jî bikim nabe, lewra hêvî dikim ku di zûtirîn dem de hûn karibin evê romanê bixwînin û ji dest we neçe û bi taybetî ji bo xwendevanên me yên ku îro bi zimanê dayikê dixwînin, ew zimanê em ji axaftin û fêrkirina wî bêpar bûn.
Di dawiyê de ez silavên xwe ji hêja Ezîz Xemcivîn re dişînim û hevîdar im ku em ji hest û pênûsa wî tu caran bêpar nebin.Gelek spas

Zaxo
12.06.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…