Şiroveyeke kurt bo helbesta „Ez te dixwazim a Hilde Domîn. (Hîldê Domîn)

Tengezarê Marînî

Di xwendina yekem ya vê helbestê de, rasterast peyv an têgeha AZADÎ li nav hişê me dide. Dibe di van deman de û di dema ku azadî tête bisînorkirin, Azadî wek silogan tête bilindkirin.
Her weha mîna helbesteke evînê diyar dibe, ji ber Hilde Domîn bi derbirîna hestên xwe bi şêweyekî vekirî naskirî ye. Azadî pir dergehên din ên şirovekirinê bo xwêner vedike.
Hilde Domin bi xwe jî, helbestvaneke cihû bû û di dema Naziyan de, reviya û li komara Dimînîkan bi cih bû, û navê xwe Domîn ji wir jî wergirt.
Hilde Domîn helbestvaneke di jiyana xwe de, ji bo hemî cureyên azadiyê xebat û têkoşîn kir.

Hevoka Lope de Vcga *, ya ku Hilde Domin 19 5 9 di destpêka berhevoka helbestê, ya xwe ya yekem de, (Xwe Bi Gulekê zeft bift bike de), bawerî û helwesta wê diyar dike. Ev jî weke dirûşmekê ye.
wergerandina kurdî ji hevoka Lope de Vcga re wiha ye: “Ez gavên winda/li ser erdê davêjim, ji ber ku her tişt ba ye. Hilde Domîn jî weha ya xwe tîne ser kaxezê: “Min ew danî ser hewayê/ û ew hilgirt. “ev têkiliya di navbera van hest û helwestan de, gerim e û germiyê nîşan dide
tevgera bingehîn a nivîskar, tevgera wê ya di baweriyê de, berdewamiya wê ya wêrek, lêdana sînorSerederiya bingehîn a H.Domin, pêkola wê ya bi baweriyê ve, helwesta wê a wêrekane, ku sînoran nas nake.
Ev lîstikeke sîberane ye, lîstikeke cidî ye û dikare kujer be.
Ev lîstik hilgira pir trajîdiyên paradoks ên (Dijberiyên) dîroka wê ne, ji naxê wê derdikeve, nexşeyên zû û pêbawer in.Hilde Domin sernavê “Ez te dixwazim” li helbest a xwe dike û bi kar tîne. Azadiya ku mijar a sereke ya helbestê ye, kesayetî û diskursa (Axaftin/Xîtab) wê tê kirin. Ew bi taybetî girîngiyê dide wê yekê, ku ev têgeh bi xemsarî neyê bikar anîn, ji ber ew çend caran bi metelokan li ser vê yekê radixe ber çavan, parçeyê 17-18-an “bi parçeyên camê tije bike, da ku mirov te bi zorê bîne ser ziman”.
Xebata H. Domîn, hem ji bo azadiyê û hem ji bo azadiya peyvê gur û har e, tra bi roja dawî di jiyana wê de, ew jî

Di rêza yekem de rasterast berê xwe dide têgeh û peyv a azadiyê. Pêşî, helbestvan dinivîse ku ew dixwaze bi “kaxizên hişk ” azadiyê “gij” bike, ya ku azadîyê wek objeyekê dide diyar kirin.
Wekî din, peyva “mode” di kîta yekem de ji nişka ve tê bikar anîn. Wateya vê yekê ew e ku peyva azadiyê ji bo civakê bûye dpeyveke li ser hemî zimanan. Bi gotina “te lewaz kir” têgeha azadiyê wekî tiştekî sivik û hêsan tê pêşkêşkirin. Wate, H. Domîn baweriya xwe bi siloganan nayênê û kar di ber de dixwaze.

Di parçê duyemîn de, dîsa rasterast bi “tu” re peyv a azad tê. Azadî “bi serê ziman tê alastin”, yanî peyveke (pêş) lez û bez e. Ew qas pir caran tê bikar anîn ku di hin xalan de tê gotin ku ew bi tevahî dibe “gilover” mîna “top”.

Daku hinek kompleksan derbasî navê helbestê bike û rê bide xwêner, ku beşdarî di anîna hestên beşdar, ên di nepeniya helbestê de, bo xwe diyar bike, li şûna “Azadî Peyv e “Peyva Azadiyê” dinivîse, di parçê yekem a risteya sêyemîn de sergêjiyek heye.
Ew dixwaze ku “peyvê bi paçeyên camê bitewîne”, ango, bişkokan bide wê, da ku ew bikaribe xwe li hember bikaranîna xwe ya nebîrkirî biparêze.
Ji xwe helbestkar peyvê mîna sînonomê bi kar naîne û nabe peyvê wisa bikar bîne. Ji ber ku gotinek pir awarte ye, tê gotin ku “ziman zor e.”
Di heman demê de, ew peyva di helbestê de bi kar tê, bi wateya wê tê lîstin û ev hêza peyvê diyar dike. Bikaranîna peyvê hotetiya nivîskêr e, vekirina asoyên nû ji peyvê re, hostetiya xwêner e, şirovekêr e.

Di parçeytê çaran de, helbestvan xwe dispêre felsefa çînê Konfuşiyos, ku fîlosofekî çînî yê di serdema Xanedaniya Zhou ye. Ew dixwaze ku hemî mirov mîna Konfuşyos bi hişmendî tevbigerin û hem jî “peyvên din bi perçeyên camê gij bikin.” Divê ev gotin bi sivikî û bê bîrmendî neyên gotin.

Di du parçeytê dawîn de, H. Domin hin gotinên Konfuşiyos bi kar tîne, ku bi sadebûneke mecazî radigihîne. Tiştên tevlihev, wek dewlet an jî, li vir, azadî, gilover, lê xwedî “kuçik” û qerax in. Tiştên gilover, bêsînor û hêsan in û azadî ne wisa ye.

Dawî:
Helbesta “Ez te dixwazim” ya Hilde Domin, ku di sala 1970””””î de hatiye nivîsandin, li ser daxwaza azadiyê ya xweseriya helbestê û taybetmendkirina têgeha azadiyê ye.
Baweriya Hilde Domin û şirovekirina me ya vê peyv a mişt bi helbestvanî tê pêşkêş kirin. Ji ber ku helbest bi awayekî nerêkûpêk hatiye avakirin, tevliheviyeke wê heye, ku mijarê pir baş nîşan dide. Xala din, xwesteka wê ya ku peyva “azadî” rast bi kar bîne ew qas zelal e ku meriv têdigihîje ku wateya wê çi ye, ew peyvê çiqas ciddî digire. Her wiha ji ber ku di serdema Naziyan de jiyaye, ev hest jî di helbestê de di navbera rêzan de ne. Helbest di heman demê de jî xemgîn e. Hilde Domin dibêje, gelek kes nikarin vê têgînê rast bi kar bînin û ew rast dibêje.

•    Helbestvanekî spanî ye, bi pirtûka xwe (Keçka Cihû ji Toledo) naskiriye.

Hilde Domin,
Navê wê yê rast Hildegard Dina Löwenstein, bi Hilde Palm re zewicî, nivîskarek Alman-Cihû bû, lê bi eşkereyî ne ji baweriya Cihû ye.
Hilde Domin helbestvaneke elman î giring e”helbesta bêrêzbend û terazû” dihat nasîn. Di 27, Temûzê, sala 1909an de, li bajarê Kölnê ji dayîk bû û di 22. Sibatê, sala 2006an, li Heidelberg koça dawî kir. 52 salan bi mêrê xwe Erwin Walter Palm re, ji sala 1936-1988 an şû kiribû.

Ez te dixwazim

Azadî
Ez te dixwazim
gijahiya kaxezên li ser xêzkirî
Te alîstibû

(Ew e ya mebest
a min
a me
Azadî ji û bo)
mêrê lihevhatî

Tu tê alastin
Bi keviya zimanê xwe
ta tu bi tevahî gilover bibî
bibî gog
li ser hemî cawan

Azadî ew peyv e
Ya dixwazim wê gij bikim
Ez ê te bi parçeyên camê biçirvirînim
Daku mirov bi zehmetî te deyne ser zimên
Tu çu carî ne gog bî

Tu
Û hinek din
Dixwazim qetên caman bavêjim peyvan
Mîna Konfoşiyos ferwar dabe
rîsipiyê çînî

Kodika qorziyê got
Divêt
Qorziyên wê hebin
Û dibêje
Naxwe wê welat ber bi mîratê ve biçe

Tiştekî din wî negot
ku pêdivî be
û bi nav bike
gilover gilover e
û goşe goşe ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…