Helbest u pexşan

Têkçûn

Brahîm Mehmûd

Ji  roja te ji min re gotiye:
Ez ji te re welatekim
Xew neketiye çavên min
Şev û  roj bûne yek
Min tiştên nemayî dîtin
Dergehên sînorê te yên bê nav
Ji yên bi nav pirtir in
Kesên derbas dibin ro nîv ro  
Nayên rawestandin

Belê, min çi dît min çi ne dît  
Tu bûyî bazareke berfireh
Min gelek
Hirç
Wawîk
Rovî  
Gur
Keftar
Gornebaş
Tê de dîtin
Ev hemî ji ku hatine
De ka ji min re bibêje
Min dîtin bê çawa
Roniya çavên te difroşin
Bê çawa steyrikên asîmanê te
Dugvêşin   
Û   hey  dugvêşin
Daku bazarên xwe
Duristir bikin
Bê çawa pîkoliyê li ser sînga te dikin
Bîhna te difroşin
Ciwaniya te difroşin
Keçikaniya te difroşin
Zarokitiya te difroşin
Banga xewnên te difroşin

Şîrê di pêsîrên te de
Yê zarokên te difroşin
Kaniyên  ava te difroşin
Bayê te yê hênik difroşin
Daristanên te difroşin
Asoyên paşeroja te difroşin

Lewra roniya dilê min yê têkçûyî
Xwe vegerîne weke navekî normal
Daku ez te weku tûyî bibînim 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…