Brahîm Mehmûd
Ez dikenim bi te re
Asoyekê lihevhatî
Bide min
Daku asîmanekî bilindî bilind dime te
Hemî steyrikên wî
Bi navê te ronî dibin
Ez destê xwe didime te
Daku te himêz bikim
Dilê xwe ji min re veke
Daku welatekî aram ji te re tapo bikim
sînorên wî xweşiya te ye
Dilê xwe ji min re veke
Daku welatekî aram ji te re tapo bikim
sînorên wî xweşiya te ye
Ez bi çavê xwe dikivim seqaya çavê te
Daku bibim nişteciyek li ser navê te
Deriyê hêviya xwe ji min re veke
Daku helbesta nemirina te bi dawî bikim
Ez dilê xwe rojane diyarî te dikim
Daku ez bi te bijenim
Taku xweda min nas bike
Ku zimanê te di giyan min de şîn dibe
Ez rêka te digrim
Daku bighêm hebûna te
Gavên min vedayî nehêle
Daku rêk min biparêze bi te
… Û bimînim bi te