Ferman


Brahîm Mehmûd

welatê  ku xwîna min bike av
min Kewsera wî navê

welatê  ku dengê min neke
min zimanê wî navê

welatê  ku li min nenêre
min asoya wî navê

welatê  ku min dorpêç bike
min mizgîniya  wî navê

welatê ku min bi nav neke
min dîroka wî navê

welatê ku min dike koleyê ayina xwe
min xwedayê  wî navê
 
welatê ku roja min dike zilindar
min hinguvê  wî navê

welatê ku min bi siya xwe girêdide
min serperştiya wî navê

welatê ku min bin çav dike
min azadiya wî navê

welatê ku banaga min tunedike
min roka wî navê

welatê ku xewna min aloz dike
min heyva wî navê

welatê ku dilê min birîn dike
min dermagehah wî navê

welatê ku balindê min basko dike
min bagisatana wî navê

welatê ku miya min ji xwe re didioşe
min çayira wî navê

welatê ku kevoka min girêdide
min dara wî navê

welatê ku xaka min ji xwe re bi nav dike
min berhemê wî navê

welatê ku kaniya min girik dike
min çemê wî navê

welatê ku  bavê min zindan dike
min xwedîdiya wî navê

welatê ku diya min bêzar dike
min dilovaniya  wî navê

welatê ku neviyê min ditirsîne
min dibistana wî navê

welatê ku xuşka min perîşan dike
min silav wî navê

welatê ku hevjîna min bin dest dike
min periyên buhişta wî navê

welatê ku bi min jî neyê naskirin
min ew welat bi carekê
navê

navê

na ..Na..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…