Şebeşê Ebdullayê Mele Elî

 

Mûsa Zaxuranî
Ebdella bavê zerdeşt yek ji wan kesên ku bûne partî , di dest pêka damezrandina wê de , xwe di ber partî û millet de westand , ji mala xwe bi dûr ket , xwe veşart , di bin kirasê tirsê de bi şev û roj dima , bi ser mala wî de digirtin , gelek kar di ber milletê xwe de kir, di wan salên ku rojên wa ji
şevê niho reştir û tarî tir bûn .
   Mirovekî wilo bû ku ji bawerî û nerînên xwe fedî ne dikir , û li her cihî aşkere ew tanîn ser ziman , ji vê yekê gelek kesan xwe jê dûr di kirin , û xwe ji zimanê wî di parastin .
Piştî kongirê netewî yê kurdî, yê ku herdû layên partiya sûrî têde bûne yek , bû xwedî cihekî bilind , di komîtyeke nemaze de di wê partiyê de û ji ber vê yekê û di ber karê gel de hate  girtin , bi berêz dihamê mîro û leheng ken`anê Egîd û berêz M. Nezîr mistefa û xwedê jê xweş M. Fexrî û berêz Xalid Meşayix re .û 9 salan man di zindanan de .
  Rojeke havînî, ji salên piştî heştê yî , ji bazarê ber bi mala xwe diçûm , ebdella ( bavê zero ) li pêşiya min bû , şebeşekî mezin dibin destekî wî de bû û tûrekî naylonî di destê din de bû .
    Min piyê xwe sivik kir , ji bo zû bighêjme wî , û arî wî şebeş hilgirim , bi lez mi xwe gihandiyê , mi destê xwe avête şebeş û min got : kaka ez arî te bikim _ wî çaxî ez endamê komîta navçe ya hevgirtina gel bûm û wî zanîbû , ebdella zîq rawesta û li nav çavê min nerî û got : Mûsa tê rajê şebeşê min ? min bi hesanî û ji dil lê vegerand : ebdella ,te bivê ezê rajim te jî , ti neh salan di ber me de hatî girtin ma ku ez te û şebeşê te hilgirim geleke bavê zerdeşt ? bi dilekî xweş û çavin dagitî pirs û dîrok û raman şebeş da dest min û min jêre hilgirt ta bi mala wî .
   Ev biwêr, hate bîra min di vê sibiha ber avêtî de , ya ku min têde pirtûka nivîskar Ibrahîm Mehmûd xwend û nerînên wî û gotinên wî û ne rexnên  liser berêz M. Nezîr Mustefa  û ….  di nav rûpelên wê pirtûkê de ( ya li ser xwedê jê xweş D.  Nûredîn Zaza ) û di bêje ka çawe ta niha nizane mala min li kû ye û … û…û ..
   Ew Ibrahîm Mehmûd ê ku wî û hevalên xwe bihtirî hezar carî , çûne ber dergihê zindana ku Nezîr têde , û dil xurtî di danê de û cil û diyarî di birine jêre û pîpînkê devê zindanê bi fermiskên kelandî dişiştin .. .. .. lê ji ber ku ditirsim xwendevan bawer bike ku bi rastî nivîskar û dostên xwe di çûn sere dana Nezîr û hevalên wî, divê ez bidim xuyanî ,ku di dema ku Nezîr û Egîd û hevalên xwe rahiştbûn wî barê herî giran û pîroz , û bi wan salên herî dirêj ji ber ku salên zindana ji her salî dirêjtirin nivîskar Ibrahîm û dostê xwe ,  kurd û kurdistan bi çerxîkî ne dikirîn û xwe nas ne dikirin û xwedê tenê dizane ka li kû bûn û çi dikirin ji xwe behwerim ku her kes dikare lê her kes li xwe nadeyne, erê her kes di kare di pencerê de rûnê û bêje: devih weke ku bawerim eger çapxaneke   otomatîkî, mûdêrin ,sed berhemên bilind liser navê Ibrahîm çap bi ke wê wî nevegerêne wê radeya ku têde di çavê mede ,dema ku pirtûka (wêneyê kurda li nik ereban berî cenga kendavê û piştî wê) ew pirtûka ku çîroka wê çend kes tenê pê zanin mîna Kamîran Haco û xwedê jê xweş Emer Botanî .. .. -.. .
   Ji layekî din ve ez di xwazim, ku ew kesê, kesna dikine lehingê adarê, anjî xwe di dibînin, lengê adarê, bi zanin ku adar û raperîn kurê wan zindana ye kurê tevgerêye kurê camêrekî 50 saliye kurê millete , ma dîrok ne wilo dibêje, ma zanîn û ma`rifet ,ne wilo dibêje, ma diyaliktîka Higil û Markis, ne wilo di bêje ma… .. ma …nebese ma kî nizanê ku camêrna jiyana xwe li ser vê dozê kir, camêrna jiyan û malê xwe li ser kir, camêrna evîna xwe li ser kir, û hina xwe û mal bata xwe li ser kir , hina xweşî û şahiya xwe li ser kir, û hinjî bi hesanî û di rojekê de û di nav pêlê reş û tariyê û di rewşeke nemaze de navê xwe dikin lehengê adarê , adar mabû ew jî revandin û rûsar kirin, ma gelo kesî xwe ji ber hev peyvîna veşart, ma ji kê hate xwestin û nekir, başe hîn em saxin û gelek tiştan li ser gelek kesan dinasin . azman û xwedê te bi parêzê dîrok .
Xuyaye nivîskar ji xwedê na tirse lewra ew Zaza ji milletê wî distîne û ji xwe tenêre dibe, ma ew li kû û Zaza li kû ne wî ew nasdikir ne jî dengê xwe dayê de di hilbijartinên perleman de sala 1959ê de û diyare nizanê ku hîna rayên destên camêrna qurumîne ji rahiştina tirimbêla wî li amudê di hilbijartina de, keko ev ne ti role ti divî bajarî de di lîze gelek babetên hêja û giring hene , pirtûkan li ser wan babetan çêke û dev ji filan û bihvana berde ti nan û cih ne dide te û ne dide millet û welat û xwezî te zanîba bê çend caran gotina (ez û min) ji nav lêvên te diherikin !!?? û tu bixwe ji min bihtir dizane, ku gelek ji wan nivîskarên, ti wan kêm û ne nivîskar di bîne bi gelekî gelekî bilindtir û zanetir û welat parêztir û bi kêrtirin ji wan dostên te yên ku ji tere li daholê didin û te tûj dikin û te ji rê dixin û ti ji wan dostanre dibêjê nivîskar , keko bawer bike karê netewî, nerîna netewî, dîtina welat parêzî, weke entîkaye çendî kevin be bihatire keko ku leheng hebin ewi yên dizindanan de berxwedan kirin û yên canê xwe ji dest dan  ne ez û tene , çavo qelen û bêşê lehengiyê giranin û karê bi ber û yê bê ber ji hev cudane bi hêvîme ku herkes bizane em tev nêçîra neqenc û dizane , şofînî û nejad perestane

   4 82007 QAMIŞLO

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…