Bidawîhatina nirxandina pêşbirka kurteçîroka kurdî

Komîteya “Nirxandin û Biryardanê” ya pêşbirka kurteçîroka kurdî karûbarên xwe di dawiya meha adarê de tewaw kir û endamên wê encamên nirxandina xwe şandin ji komîteya rêvebiriya pêşbirkê re, ji bo ku ew jî rabe bi rêkxistin û rêzbendkirina encaman û piştre careke din ji wan re vegerêne bo belgekirin û piştrastkirina encaman da ku ti tevlîhevî peyda nebe.
Hejmara çîrokên beşdarî pêşbirkê çil û du ne, ku dê lîsteyek ji sêzde kurteçîrokên nimre herî bilind û di nav de her sê çîrokên serketî were amadekirin ji bo weşandina wan di kovara “Pênûsa Azad” de û herwiha wergerandina wan bo zimanên din, li gorî nirxandina komîteya nirxandin û biryardanê ku pêkhatiye ji sê nivîskarên kurteçîroka kurdî yên ne endam di Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya de.Li gorî nirxandina endamên komîteyê, ku nimreyên her sê çîrokên serketî ji hev nêzîk in, û deh çîrokên din jî bi notên cuda û di rêzên din de cih digirin.
Di vê derbarê de “Komîteya Rêvebir ya Pêşbirkê” li Roja Şemiyê 6ê Nîsanê li bajarê Essen- Almaniya civînek lidar xist bo rêkxistin û dabînkirina pêwîstiyên lidarxistina Roja Çîroka Kurdî û ragihandina encamên pêşbirkê di ahengek taybet de ku dê ji aliyê Nûneratiya Yekîtiyê ve, di 8ê Hezîrana bê de bi hevkariya Nivîsgeha Qamişlo, roja Şemiyê 6/8/2024 li Almaniya were lidarxistin (cih wê piştre were destnîşan kirin), serketî li gorî heman xelatên berê hatibûn ragihandin dê bêne xelatkirin.
Her sê çîroknivîsên serketî dê çîrokên xwe ji amadebûyan re bixwênin, bi amadebûna komîteya nirxandinê ku dê bersiva li ser pirsên amadebûyan û çawaniya hilbijartin û note li ser çîrok û pêşbirkê bidin û herwiha dê bêne xelat kirin.
Herwiha ku deh çîroknivîsên din jî bi rêzgirtin û supasname ve dê werin xelatkirin.
Ku ew her deh serketiyên pile bilind digel hejmarek ji nivîskar û rewşenbîr û xemxorên çanda kurdî bi dawetnameyên taybet dê bêne vexwendin.

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa
Komîteya Pêşbirka Kurteçîroka Kurdî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…