ZABÊL, EZ ERMENÎ ME!

Şîlan Doskî

Her laperekê ku diqulipînim…metirsî, eşkence, gef û sêdare, çavên min bi xwendina tîp û risteyên bi jan bi nemirovaniya dîrokê re dibin karwanî…
Serkîsê Kêvo(Hilûç) bişkojên hêviyên temenê ciwaniya wî ku bi şûrê Osmaniyan li ser dêmê jiyanê hatine werandin, wek bi hezaran Ermenî berê xwe dide rêya revê. Ew ji germiya himêza Dayik û Bab, Xûşk û Bira dibe mêvanê newal û çiya, deşt û latan…
Çavên wî bi komên kesên serjêvekirî, komên jinên ji paxilên xwe ve hilawîstî, mêr û jinên ko pêyên wan hemûyan bi mîxan nalkirî, komên zarokên bê dest û bê pê, xilmaş dibûn.

Zinge-zinga dengê nalîn û hawaran ew vediciniqand….ne bi destî wî bû, mijîlank perde li ber çavan vedidan. Keç û Jin bi dar û qamçiyan laşên wan ên nazik sor û reş  û tezî dikirin. Çavên wî bêyî daxwaziya wî mêvanên dîtina dîmenên hovanedikirin…
Serkîsê Kêvo hêzê dide xwe û ji xwe re dibêje: “Divê ez bijîm!“
Roman ji 160 laperan pêktê. Ji weşanên Sîtav , li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê çap bûye. Kevalê Belgê bi tiliyên hostayê wênekêş Luqman Ahmed hatiye amadekirin û wêneyê resen yê Serkîsê Kêvo ye. Ev Roman berhemê Nivîskarê xwedî pênûsa zêrîn ji Rojavayê Kurdistanê birêz Ezîz Xemcivîn e. Roman bîrhatinên jiyana Serkîsê Kêvo ne ku ji herdu zarokên xwe Circîs û Xatûn û ji neviyên xwe re veguhastine.
Ew bi xwe li ser xwe dipeyvî û digot: „Kurdekî misilman ez ji mirin û girtinê rizgar kirime û ez xistim himêza xwe li ser hespê xwe siwar kirime tako gihandime qeflekê, lê mixabin bi rê ve em ketin dahfika leşkerên Osmanî, em gulebaran kirin, ew ciwanmêr birîndar bû, gava li erdê ket ji min re got: „Kurê min, tu xwe rizgar bike, ez ê bimirim û nema dikarim tiştekî ji bo te bikim.”
Lê dirindehiya Alayên Hemîdî ku bi navê komkujiya Hemîdî hatiye binavkirin xaleka rêş li ber navê Kurd e, tev ko ew leşkerên Siltanê Osmanî bûne!
Serkîsê Kêvo bi hemû dijwariyên rê , pêxwasî, kincên diryayî, gemarî bi mehan ne hatibûn şuştin, serneşuştî, bi xwarina giyayê çolê, ji neçarî, ji bo jiyana xwe bijî, berê xwe dide Başûr-Rojavayê Amedê û piştî çendîn roj ji meşê û revê derbasî herêma Wêranşarê gundê Qoriyê dibe!
Kurdekê bi ola xwe Êzdî bi navê Evdiyê Etmanê Ozmo, Serkîsê Kêvo di nava mala xwe de dihewîne û navê kurê xwe yê mirî, Hilûç lê dike dako neyê naskirin ku bi eslê xwe Ermenî ye.
Xelefê Şelaş biraziyê Etmanê Ozmo ye. Li gora axaftina neviyên Serkîsê Kêvo di Sala 1925an Xelefê Şelaş digel kurên Birahîm Paşayê Milî, piştgiriya şoreşa Şêx Seîdê Pîran kiriye û digel hev çûne derdora Amedê, mehekê li wir mane, piştî têkçûna şoreşê vegeriyane û bi piranî hatine girtin. Piştî derketina Xelef ji zindanê, demekê ew û Xelîlê Naso û herwesa birazayê xwe Serkîsê Kêvo hin kesên din bi wan re çûne Şingalê, xuya ye Xelef aramiya xwe li wir ne dît, tev li malbat û hevalên xwe dîsa li Wêranşarê vegeriyaye.
Piştî mirina Evdiyê Etmanê Ozmo, Xelef berpirsyaretiya xwedankirina Serkîs radike ser xwe. Zabêl (Meryem) ku ji  Ermeniyên Izmîrê ye di Romanê de rola xwe dilîz e, ewê ji Serkîs re dixwaze û dibe hevjîna Serkîs.….
Digel van bi dehan bûyer di romanê de hatine nivîsandin. Nîvîskar bi pênûsa mirovaniyî bobelata ku bi serê miletê Ermenî hatiye li gor çavkaniyên dîrokî û malabta Serkîsê Kêvo dide diyarkirin.
Nivîskar bi pênûsa xwe Hawarên dilmayî di gewriya dîrokê de ku bêdeng mabûn , careka dî gaziya „Ez Ermenî me!“  di her rûpeleka romanê de vedengda….bi xîmava pênûsê çavên qederê kil dike…gotinên binaxkirî careka din zindî dike. Rondikên ne barîn di çavên Zabêl û Serkîs de bi ava Kaniya Spî mor dike…Dinav firişteyan de li bin çengê Tawisî Melek, hêlîneka nû ava dike…Bi hestên mirovanî reşgirêdana serê Zabêlê vedike û bi hîzara pîroza Çiyayê Agirî dixemlîne…Hemû ristiyên li ser nezanî ji wêjeyên klasîk bi çavên me dide xwendin! Pênûs çar hestên binaxkirî, bindest, dilşkestî û talanbûyî di nava romana xwe de dike bazbend û diyarî wijdana mirovaniyê dike…
Spas ji bo evê diyariya giranbiha û ev berheme li Pirtûkxana Kurdî û Ermenî pîroz be.12.04.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

helbesta Kurdî li bajarê Essen li

Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina…

MISLIM ŞÊX HESEN -KOBANÎ

Eger hûn dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi baldarî lêkolîn bikin, diyar dibe ku gelek bûyerên girîng qewimîne. Ew serwerên bê guman ên şaristaniyên kevnar ên cîhanê bûn, û di wan serdeman de roleke diyarker lîstin, tevî ku rastî êrîşên tund ên ji aliyê dewletên cîran û…

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...