Werin da evînê li hevûdu bireşînîn û desta ji gerdena azadiyê bernedîn

Hesen Silêvanîberî roj ji xew rabe , bi şadî min berê xwe dida bejna şêrîna bilinda çiyayê li bin lêva esmanî bi azadî  palday , çawa bi bawerî yê qîr dike sitrana û dibêje : erê zalim û xwînmêj , dizanin ewên mêjûya wî ya reş , her bêhin li bin befra spî dinxêvin, mîna wî rûreşin ?? Erê ma ew nizanin  çi nemaye dê di gel ava genya cukan melevanya bikin  û beq dê dev û lêvên wan tijî ber bikin û bi werîsên rastiyê girêdin !! Demê lehiya peyvan ji qelemekê evîndarê guliyên genmî û zevyên mendehuş bi rengan û pelatînkên keyifxweş bi şewqa tavê  dizê û awazên wefadaryê bo jiyanê û xemila bihara em li bendê dibêje û xwe bi çiqên keskên bayê azadiyê û heqiyê digire …

Eger ne qelem û dil vegêrê wî be , kî dê alozî û hindabûnên mirovên li vê jiyanê heyrî mane , vekole û qelb bide , kî dê şewqa rengan bo bihara di xwînêra may  vegerîne ??
    Hû vegêrê te rastiya bi benkên wehmê ve girêday  dîtî , mirina herwe ya serbazên ku mîna pezî berev cengê diajotin aşkera bike , da ku êvarî nesaxekê keyifxweş bi nîşanên şeş rêzî liser sîngî razayn û piştqos , dtelefzîwnê da bi kene ,  bi grinjie , bi bihnije û xelkê xav û xlule  bxabîne ve û belgên zerên bayîza  mirnê dxelkê xwe werke .. Hû vegêru , rengê janên jnên xew vi çavên wan nakevt  jtirsa xşêna pêngavên lerzuka mirnê berî elnidî ,  bi neqşîne  , baş li çavên wan yên têhinyên tenahyê jbo evîna evîndarî û danga wî ya piştî bêhnekê di çeperî de diçe xwarê , baş binêre …
Hû vegêro , qelemdaro , ka tu ji kerema xwe bîrdanka me bi derêzîyekê kun nakî û Syanîdî û Fuscînî û bêhna sêvan li Helebce , Balîsan , Germyan , Kurêmê û Burcînî û Behdînan, careke dî li bîra me naînê ?? Ka tu dubare wênê Emerê xawrî nagirê,  ka çawa bi dilovanî xwe di zarokê xwe alandiye ?? dixeyalê da çawa berev kanya manê ve çûye û lber dengê suyiska nvistîne ?? Were vebêju , mal newêranu , dê behsa wê pelatînka lber mirnê bike ka çawa rundikên wê awazên wexerê dilorandin , ka çawa ber bi siha dara hejîrê ve diçû ?? ..
Erê , erê vebêjo , vegêro , çîrokbêjo , dêmê wê xanima weshiyên genimî bo zaroyên xwe vê dide nêzîk bike , hêj , hêj nêzîk bike ,erê kovanên di gerdenê ra diyar , nêzîk bike … Ew çi keserin li ser dilî ?? Çima wesa damaye ew xanima dinav xeman de xendiqî?? Ew dêm tehlên pêxwas û ser qijavij , ewên ji dêmê befrê û gyayên çyay û kakilka bahîvê dûr , dûru sil  , kê anîne ser zevyên me ?? Li ser dar û ber û  bayê me. ??
Dê çîrokbêjo , rastiyê û xeyalê jêk vavêre û çîroka Heluyê û içnuyê û balolka şekirê vegêre. Ka zûmekê bde wî frokvanê nanê `alyayê bi xuynê rşandî û ew bi duşka malwêran pertandî û tîqelîqên wî difrîn esmanan , dê bêjê yê bo xwe yaryan dike !! .. Kabo me bêje Heluyê çi digote Çinuyê di şikeftê ve ??   Nuke dê damin êt û balolka şekrê înt , dê bikim duqet , qetek bu min , u qetê dî bo te , bila çinu. ??
Herê vegêro ,, erê herê ,, ka tu bo me wênê wî segbabê ji navê te vedcinqî xuya nakê ??? Ew ê xwe ji gamêşekê mezintir didît û bi difin bilindî digote te : kirdun , kirden , girgir ..  Eve çi navê tamsare kardan.? Korru kurdoye , kurdo , û kurdu navekê xweş û şêrîne , ka digel min bêje kurdo , kurdo , te gul musîqa navê nîne malixrabo , kurdo ye , kurdo !!!
Erê vegêro , te bi çavên xwe dît çawa bi tlîlîya jinên Maltayê ew ji çek kirin û dîlan girêdan û vêkra digotin : “dê  kîn çiya me viya , qet nakevîn bin piya” bêje vebêjo dê bêje , nê roja te hat, li bîra teye ewê ji tirumpêla reş xweş berev te hatî û bi kerb gote te : tu bi ç dikenî ? Te hêdî , hîdî , çaya xwe têkveda û peyale bilindikir û firek jê vexwar … Wek gurgekê har cardî gote te: Ha dê bêje tu bi min dikenî ??? Ma ez te nas dikim da bite bikenim ? Koro ma yek li vî bajêrî heye min nasnekt ?? Li min negre ez nexelkê vî bajêrî me ….
Dê bêje bêje vegêro ka ew îro li ber kîjan `erebanê kerefs û xiyar  û pîvazterrka  difrotin .? ..Li bin kîj xîvetê dirune.? Li ber kîjan mizgeftê destê xwe vedgire ??  Erê vegêro duniya ne şevek û rojekin , babkalikên me  her û her digotin û li benda bangê dîklê kofî sorê  azadiyê bûn , erê vegêro ez dizanim neviyên wan mizgînî gehandîye wan , lewma her bihar nêrgiz li ber kêliyên wan dibişkvin û xemla Newrozê bi kiras û lewendiyên zeriya zêde dib  ….. Bila vegêro bêhna xwe veke û rê bide yekê dî were behsê rastiya xwe bi lingên xeyalê ve grêday bike … Dê bila bê û ew jî ya xwe bêje  ,, kerem bike were .. Lê wern da evînê li hevûdu bireşînin û desta ji gerdena azadiyê bernedîn.( li d estpêka Rojên wêjeya berawird ya 4 li Amedê, 21-10-2022  hate xwendin )

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…