SPASÎ

  Malbata Yezidi

Bedranê Brahîmê Xidirê Yezîdî Roja 30/7/2007, li bajarê Serêkanîyê kiras guhert û xwe spart dilovanîya Yezdanê Mihrîban.

Êşa wendakirina gorbuhişt Bedran, malbata Brahîmê Xidir e Yezidi, dost û heval û hogir û herkesê ku em nas dikirin bêsînor xemgîn kir.
Gelê me yê bajarê Serêkanîyê û der û dorê, Kurd û Ereb-musulman, fileh û yezîdî/ yên ku karîbûn xwe gihandin cihê behîyê beşdarî vê êşa gran bûn û xemgînîya me parvekirin. Yên ku destên wan nedigihîşt ku xwe bigihînin Serêkanîyê, bi saya ragihandina  hemdem, internet, faks. û e-mailan, partî, rêxistin malper û kesên dilsoz û dilxwazên dostanîyê em bi tenê nehiştin, bi dilovaniya xwe bi rêya ragihandinê êşa me bi me re parvekirin û derdên me bi me dane jibîrkirin, êşa me siviktir kirin.
Em bi navê Malbata Brahîmê Xidirê Yezîdî: Spasîya wan rêxistin û malbat û kes û dost û heval û hogiran dikin ku di rojên tengî û talîyê de em bi tenê nehiştin û bûn hevparê xema me. Mala we tevan ava be.

Ji we û kes û karên we re temenekî dirêj, bi saxî û zînde, Ji yezdanê Dilovan dixwazin ku mirîyên me tevan bi buhişta xwe ya berîn şad bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…