Hejmara (21) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (21) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Şoreşa Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ye, ji pêşekiya hejmarê:
” Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012’an ve di gelek guhertinan re derbas bûn û ji wê demê de şoreşeke siyasî, civakî û çandî lidar e. Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser mafên rewa yên zimanî û çandî yên hemû gelên herêmê “Kurd, Ereb, Suryan… hwd.”, di nav de jî azadiya weşangeriyê diparêze. Di encamê de qada wêjeyî bi awayê îdarî di forma xwe ya fermî (Rêveberiya Xweser) de hat organîzekirin, di heman demê de derfet ji saziyên wêjeyî yên xwecihî re hat dayîn ku bi berhemên xwe derkevin holê, bi hev re bibin alîkar ku tevgereke wêjeyî ya ciddî li herêmê çêbibe, di encamê de çapxane, weşanxane, pirtûkxane, navendên wêjeyî û wergerê û rojnamevaniya wêjeyî û destpêkirina proseya çapkirin û weşana pirtûkên bi zimanê dayikê, bi taybetî Kurdî û Erebî, derketin pêş.
Di demên dawî de, bi taybetî piştî nêzî deh salan bi ser damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bû, di nav qada wêjeyî û biryarderên herêmî de gelek axaftin li ser rewş û rastiya tevgera wêjeyî û bandora wê li ser civakê tê kirin. Ji ber vê yekê, pirsa bingehîn li vir ev bû: Gelo dozdeh sal piştî “şoreşê” û deh sal piştî damezrandina “Rêveberiya Xweser” nirxandinek ciddî yan jî amareke ciddî ya giştî ya berhemên wêjeyî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rast e? Gelo berhemên wêjeyî yên heyî ast û nirxên “şoreşê” rave dikin û bandorek erênî li ser civakê kirine?
Rast e ji sala 2012’an û vir ve guhertineke bingehîn li herêmê pêk hatiye, di hemû waran de, û di warê wêjeyê de jî, nivîskar piştî bi dehan sal ji qedexe, zordarî, biçûkxistin û çewisandinê karîbûn berhemên xwe yên wêjeyî bi zimanê dayikê çap bikin, her wisa derî li pêşiya weşangeriya wêjeyî, nivîskarî û wergerê vebû. Di navbera salên 2012an û destpêka sala 2024an de bêhtirî (800) pirtûkên curbecur, di navbera “nivîsandin, amadekirin û wergerandinê” de ji aliyê zêdetirî (18) saziyên wêjeyî, çandî û akademîk ên herêmî ve hatine derxistin. Lê belê, daxwazên têkildarî nirxandina berhemdariya giştî ya berhemên wêjeyî – ku niha li gel kampaniya “ji nûveavakirin” ya berdewam li ser asta Rêveberiya Xweser bi giştî pêk tê – ew daxwazên rast in û di heman demê de dereng in..”.
Di hejmara (21) de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.
Hejmara (21) a kovara Şermola 156 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

Pêşek
– Şoreşa Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Dosyaya Hejmarê
– Wêjevan û Şoreşa Wêjeyî.. (Merwan Berekat)
– Tevgera wêjeyî li Rojava.. (Kemal Necim)
– Şoreşa Wêjeyê.. (Beşîrê Mele Newaf)
– Şoreş bi pênûsê dest pê dike.. (Darwîn Darî)
Hevpeyvîna Hejmarê
– Li gel nivîskar û lêkoler Berzo Mehmûd e (Hevpeyvîner: Aram Hesen)
Lêkolîn
– Ji helbestên Melayê Cizîrî: Şah Bi Qesda Kuştina Min.. ( Diyar Bohtî)
Pirtûkên Derketî
– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Wergerandin
-Birçîbûn.. (Zekeriya Tamir, Werger: Aram Hesen)
-Polîs û Sirûd.. (O. Henry, Werger: Hişyar Murad)
Helbest
– Siya dil.. (Zahid Mehmûd)
Ciwan û Wêje
– Vîna jinê.. (Sewsen Şêx Bekir)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...