Di çîroka (roviyê qut) de wehe hatiye nivîsîn:Rojekê roviyek hebû,ew herdem diçû mastê pîrekê dixwar,pîr pir bêhnteng dibû,şevekê pîr li mastê xwe dipa,ewê dît roviyek di nîvî şevê de hat û mastê wê xwar, pîrê rahişte şonikê û ewa li rovî werda,dûvê rovî qut bû,lê gava ew çûye cem hevalên xwe,her roviyekî bi wî re got:(Ha quto min di bin dûv kuto).Paşê rovî bi xwe re got:Ez nikanim bê dûv di nav roviyan de bimînim,ew çûye cem pîrê û bi wê re got:Tu duvçilka min bide min,ez nikanim di nav hevalên xwe de bê dûv bimînim,ezê dewsa dûvçilka xwe sewêlek pere bidim te,pîrê dûvçilka roviyê li wî vegerand,lê bi serda jî çend morik û zengilok jî pêve kiribû,rovî pir bi kêf (dilxwaşî)çû nav roviyan,hemûyan ji rovî pirsîn;te ev tiştên xweşik ji kuderê peyda kirine,tu dikanî dûvên me jî weha çêkî?
Vê carê roviyê me bi nav wan ket û got:(Ha quto, min di bin dûv kuto) bi vî awayî roviyê me tola xwe ji hevalên xwe hilanî.
Yanê;mirov kane sûdê ji vê çîrokênan bibîne?
Wek li nik me hemûyan nas e ku rovî dikane pir lawiran bixapîne û ew bi xapînok hatine naskirin, di vir de em dibînin ku ew ne tenê kanin lawirên din bixapînin,lê ew dikanin xwe bi xwe jî bixapînin û tolên xwe jî ji neyarên xwe bistînin yanê; ew jî ne hemû mîna hev jîr û jêhatî ne.
Lê nivîskarê nasdar,xwediyê pir çîrokên Kurdî; Qedrîcan çîrokeke nayabdarî di bin navnîşana (tayek porê spî) di vir de diweşne;ew dinivîse:
Îro di vê sibehê de; ez di ber eynê(awênê) re derbaz bûm,min tayekî spî di nav porê xwe de dît,ewa mîna birûskekê diçirisî,lê ez vecniqîm,nola ko yek ji ezmên dakeve û mizgîna mirinê bide min,lê min fehm kir(ez têgiham)ku ew derdekî bêderman e.Ey tayê spî!Min tu rengê spî mîna gewrbûna te reş nedît û tu nur qandî nura te tarî ne dît,te hertiştê spî li ber çavên min reş kir,roniya Hêvê,roniya herdu çavan û te hertiştê reş li ber çavên min spî kir,heta bext û dilê reş jî.Ey tayê spî! Te xwe ji kîjan pencerê re (rodankê)re,avête ser serê min û tu çawa di vê zevya tarî de tenha yî û bê heval û hogir bimînî,ma çavên te ji vê tariyê natirsin .
Ez nizanim,çawa ez ji te birevim!Lê fêde (sud) ji min re nîne ko ez te ji cihê te bikşînim,yan jî te boyax(reş) bikim,ez naxwazim di nav du musîbetan;musîbeta derewan û musîbeta pîrbûnê de bimînim.
Ey tayê spî! Ez dibînim ko tu hêdîka di guhê cîranê(dirawsê) xwe de dikî kur û pis û wan dixapînî,ko ew jî mîna te bibin,tu mîna însanê(mirovê) spî dikevî nav welatê reşikan û wan dixapînî û tu wan rebenan ji xwe re dikî kole …Ey tayê spî ! Tu kî yî,tu çî yî,kê tu şandiye û karê te li ba (nik) min çî ye? Eger tu mîvan î,kê destur daye te û eger tu bi hevaltî hatiye cem min,ez hevalê ko min bi xwe re bibe gornê naxwazim!
Ey tayê spî !Min ji te pir gilî û gazin kirin ,lê ez dibînim ko ez ne li ser rastiyê me,dîsan tu li ba (cem) min ji her kesî bi rûmetir î,serê min ji te re zozan û pîroz be,ez zanim tu rêberê mirinê yî,çima ez rûyê xwe jî ji te tirş bikim? Min ji xurtaniya xwe tu xêr ne dît, taku ez ji pîrbûna (kalbûna) xwe bitirsim.
Ez zanim tu rêberê mirinê yî,çima ez rûyê xwe jî tirş bikim,min ji xortaniya xwe de tu xêr nedît,ko ez niha ji pîrbûna xwe bitirsim .
Min şêraniya dinê tam ne kir, taku talbûna axretê made min tirş bike,wey ser seran û ser çavan tu hatî,ey tayê spî !
Di baweriya me de çîroknivîs Qedrîcan bi awayeke pir serkeftî ev çîroka xwe li tevnê xistiye û bi hunereke gelek lihevhatî hunaye;ew jî mînanî herkesî dixwaze temendirêj be û jiyanek xweş derbaz bike, ew dizane ku tayê spî nîşana nêzîkbûna mirinê ye,lewra gulûgazinên xwe ji tayê spî dike; lê bi texmîna min ew nerasterast gazinên xwe ji Xweda dike,lê ew zû jî poşîman dibe û ew bi tayê serê xwe re dibêje: Gava rengê te spî bû jî ,min qencî ji te nedît,vêca niha ezê çi sud û rindiyê ji te bibînim!?
Lê dawiyê û piştî ku ew hestên xwe li hember tayê spî derdibirîne û kela dilê xwe dirîjîne ,kurtejiyana xwe ya reş jî bi bîra xwe tîne,ew xwe radestî fermana Xweda dike.Bi rastî; di dîroka zayina çêrokên Kurdî de, ev çêroka yekek ji çêrokên pêşîn e;şirovekirin û nirxandina vê çêrokê bi pênûsên pisporên zanista rexneyê,dê hîn baştir û serkeftîtir be.Hej.(13).
Di çêrokeke din folklorî û di bin vê navnîşanê (gor û rovî ) de bi kurtî weha hatiye: Gurek û roviyek bi hev re bûne heval,rojekê gur birçî bû û bi rovî re got:Ezê te bixwim,lê rovî gote gur,ez û te ji zû de hevalên hev in û me nan û xuyê hev xwarine.
Gur gote rovî,ew fêdê(sudê) li te nake,rovî bi xwe re got:Eger ez dubarekê li gur nekim,ez nikanim ji destên wî rizgar bibim.
Rovî bi gur re got:Ezê tiştekî ji te bixwazim,divê ko tu wê bikî û paşê min bixwî,gur got: Bixwaze!Rovî got:Min ji zû de tirêh nexwariye,ez hêvî dikim tu min bibî nav rezekî ko ez têr tirêh bixwim û paşê tu min bixwe!
Gur got:Baş e,ew herdu çûn ber rezekî,lê rovî jî dizane ko xwediyên rezan
çalikan di navbera rezan de¬(mêwan) de dikolin,taku dehbe têwerbin hundirên wan¬¬,ew herdu gihane wir,rovî bi gor re got:Bira!Keremke!Gur çend gav avêtin,ew kete çalê,rovî hilpekî û gote gur:Ma te nizanîbû,ezê ji te re belakî bibînim!Gur keser berdan,lê rovî di kêfê de bû û gur jî di kulê de bû,lê bayekî xurt rabû û rovî ji sêrî ve xiste çalê,gur bi rovî re got:Tu gelek bi xêr hatî,lê rovî gote gur:Eger niha ez te û xwe jî ji vê çalê xelas (rizgar) bikim,tu çi dibêjî?Gur got:Lê bêje tuyê me çawa xelas bikî?Rovî got:Tu rabe ser lingên xwe yên paşîn û xwe bispêre dîwarê çalê,ezê bi ser milên te de bi hewa kevim û piştî ko ez derketim derve,ezê destê xwe ji te re dirêj bikim û te jî derxînim.Gur got:Ev xweş xeber e,lê min jê ne bawer e,lê piştî sond û sozan;rovî gur qayil(bawerkirin)kir,ew bazda ser milên gor û ji çalê derket,li vir gur got:Bira min jî derxîne!Rovî got:Ez çûm bi xatirê te,niha xwediyê rêz were,ewê te derxîne,lê di sibeha din de xwediyê rêz hat û ewî gur di çalê de kuşt.
Yanê;di vê çêrokê de jî,mînanî hemû çêrokên ku rovî di wir de beşdar e, ew herdem xapînok e û ew ne cihê bîrûbaweriyê ye û gotin û karên wan ne mînanî hev in,ew nizanin dilsozî çî ye,ew ne tenê lawirên din dixapînin, lê belê ew hevalên xwe jî dixapînin .(Hej.14)
Di hejmara(15)an de;ev çend çêrokên folklurî duhatî cihên xwe girtine;(Selika rovî),(dûvê rep),lê Osman Sebrî çêrokek mîna serpêhatiyekê di bin navnîşana (seyê ko gur tanî fêza pêz)diweşîne û herweha jî Sma-înê Serhedî çîrokeke biyanî di bin navnîşana (merxwir)ji kovareke Fransî wergirtiye,lê nivîskar dibêje:Ev çîrokek rastîn e û ewa di gundekî Kemerûnê de pêkahatiye,lê divê em bêjin jî ku hin çîrokên din jî cihên xwe di vê hejmarê de girtine .
Çîroknivîs di çîroka (dûvê rep)de weha dinivîse:Şêrek,gurek,rovîyek gihane hev û ew bi hev re çûn û ew pêrgî hespekî hatin,şêr lepek li hespê xist û ew kuşt û bi gur re got:Bira tu goştê me parve bike,gur rabû herçî goştê nerm ji xwe re bir û hestî ji şêr re danîn, lê ûr û rovik ji rovî re danîn şêr ji vê parvekirinê pir xeydî,ew rabû û lepek di nav çavên gur de xist.
Serê gor kete erdê û dûvê wî maye rep,şêr gote rovî, rabe tu vî goştî li me parve bike,rovî rabû herçî goştê nerm û bi bez li ber şêr danîn,rovik û ûr li ber xwe danî,şêr ji rovî pirs kir,te ev aqil(hiş) ji kû girtîye? Rovî got:Min ev aqil ji dûvê rep girtiye.
Em naxwazin jêhatîbûna roviyan li ser bingehên dubaran,vir û fortan dubare bikin,di hemû çêrokan de,ew bi vir û dubaran zora debeyên din dibin û ew ji ber derewên xwe jî tucarî şerm nakin.
Lê em di hejmara (16) an de çîroka gelêrî di bin navnîşana (gurên çalê) û çîroka Qedrîcan bi sernavê (Gulçîn) kanin bixwînin,emê di vir de pir bi kurtebirî naveroka (Gulçînê) û nirxandina wê li pêş xwendevanan rêxin.
Gulçîn keça Newres Begî bû,nûxuriya dê û bavê xwe ye,ewa bê xwîşk û bira bû, bi delalî mezin bû û ewa ji aliyê xweşikbûnê de jî yekta bû û heyşde salî bû,kesî newêrîbû wê ji bavê wê bixwasta,lê Newres Beg mirovekî xedar bû,herkes ji wî dil reş bû,dijminê wî Seydo Axa bû û ew ji serekên êlê bû,Newres Beg ji bo textê xwe ji Seydo Axa ditrsiya, li dawiyê ewî çareseriyek ji xwe re dît û got:Ezê Seydo Axa bikim zavê xwe û ezê ji kesekî
nema bitirsim.Newres Beg keça xwe ji Seydo Axa re pêşkêş kir û ew herdu lihevhatin,Newres Beg bê tirs û perwa xew dikir,li aliyê din çavên Gulçînê tarî bûn û digot:Ezê çawa ji Seydo Axa re bibim jin ?
Seydo Axa bi (50) salan ji Gulçînê mezintir e bi ser de spîk li ser çavekî wî hebû.
Gulçîn bê hêvî nemabû,ewa li çareseriyekê digeriya,lê ewê zanîbû ko pîrejinek sihirbaz heye,ewa kane nîşana gelek zavan bişkîne û ewê dilên hezar xort û keçan gihandibûn hev û ewê gelek jin û mêr ji hev berdan.Gulçîn çû cem pîrê û derdê xwe ji wê re got:Pîrê! Min ji vî agirê dojehê rizgar bike,eger tu çiqas pere ji min bixwazî,diya min wê bide te .
Pîrê bi wê re got:Emê herin cem Şêx Şewket,ew kane te ji vê astengiyê rizgar bike,lê berî herdu herin cem Şêx,pîrê çend şîret li Gulçînê kirin û got:Şêx ji malbeta Pêxember e,divê dilê te ji aliyê wî de paqij be û di gotinên wî de bereket heye û ew çûn cem Şêx ,Şêx gote pîrê,ev çend hefte tu xûyanî nakî ? Ez dibêjim xweha te hatibû cem te bi mîvanî,Pîrê gote Şêx, erê rast e,Şêx ji pîrê pirsî,ev ne keça Newres Begê ye? Pîrê got:Erê rast e,lê Şêx bi Gulçînê re got:Divê tu nimêj bikî!Lê keçê ne pêwîst e ku tu serpêhatiya xwe ji min re bêjî,ez bi êş û birîna te zanim,ezê te ji wî seyî rizgar bikim û Şêx çend caran destê xwe di ser sere Gulçînê re bir û anî û paşê destê xwe danî ser rûya wê û çengê wê girt û hejand,çavên wê ramûsand û lêvên wê dimijand(dimêt).
Şêx ji wê re çare didît û wê ji dojehê rizgar bike,Gulçînê nizanîbû çawa Şêx spas bike;Şêx kanîbû ruhê Seydo Axa bikşanda nik xwe û fermana xwe pêde ko ew ji riya Gulçînê derkeve û keçikê li ber çavên wî reş bike.
Şêx bi perçak kilis xêzek girover(gilover)kişand û ew û Gulçînê ketin nav xêza girover û ewî bi Gulçînê re got:Tu ji nav xêzê dernekeve ,ezê ruhê wî sehî bikşînim vir û ezê li vir jî ruhê Seydo Axa bitevzînim.
Şêx jî kete nava xêzê,xêz pir teng bû û taku Gulçîn ji nav xêzê dernekeve, herdu laş ketibûn qalibekî,Şêx destê xwe dirêjî ruhê Seydo Axa dikir û ewa dikşand û bi destê din jî Gulçîn di hembêza xwe de diguvaşt taku ewa ji nav xêzê dernekeve û tilasim xerab nebe,Şêx bi ruhê Seydo Axa re dipeyivî û ew ferman dikir,Şêx ji kêfan re, keçik di hembêza xwe de diguvaşt, çav û rûya wê maç dikir û lêvên wê dimêt,keçê dengnedikir,paşê Şêx got:
Hadê keça min hevalkirasê xwe daxe!Gulçîn li Şêx nêhirî ko ew çi dixwaze, erê Gulçînê fedekarî dabû pêş çavên xwe,lê ne fedekariya namusa xwe,ewê zû ev rastiya tirş û tal fehmkir û devê xwe tijî xwezî kir û tu kir ser çavên Şêx û ewê kire qêrîn,pîrê li ber deriyê bihîst û ewa yekser kete hundir,Şêx bi pîrê re got:Ev çi dînik e te ji min re aniye.
Pîrê bi Şêx re got:Tobe! Paşê ewa li keçê vegeriya û got: Keça min te çi kir? Tu zû tobe bike!Şêx bi te re dibêje:Derpiyê bi diwêr ve darvekirî ye daxe jêr taku ruhê wî seheî tê de bitevzîne û wê hebis bike,hîngê Gulçînê guneha xwe fehm kir û xwe avête bin lingên Şêx û tobe kir,lê Şêx razî nebû
Pîrê ew razî kir,rûyê rasthatiyan reş bin,gelek caran rasthatin ji merivên sehirbaz re arîkarîyê dikin.
Seydo Axa ji nûşkave ji mala Newres Begê qut bû,lê êla wî dît ko Seydo Axa bi Newres Begê hatibû xapandin,ew bi Seydo Axa re bûn dijmin û êla wî bi wî re got:Yan Newres Beg û yan êl,eger Seydo Axa ji kuştina xwe netirsiya,dibe ko dev ji êla xwe berda û Gulçîn bibra,lê li aliyê din hêviya Gulçînê hatibû cih ,Şêx ji wê re havileke mezin kiribû û ewa ji agirê dujehê rizgar kiribû,lê Gulçînê lavahîyek din ji Şêx dikir,ewê dixwast ruhê wê û nivîskarê bavê wê Serwer bighîne hev,Serwer di dibistana bilind de xwendibû,ewî û Gulçînê gelek ji hevdu hez dikirin,lê ew ne ji malmezinan bû.Şêx lava Gulçînê pejirand û tim ruhên (giyanên) wan digihandin hev,lê gava laşê wê bê giyan dima,ewî Gulçîn dikir hembêza xwe,Gulçîn bûye Muruda Şêx, giyana wê bi giyana Şêx re bi per û basik dibû.
Şeş,heft meh derbazbûn,di zikê Gulçînê de tiştek diliviya,lê wê nizanîbû ko ew tişt çî ye,ne dihate bîra wê,gava wê ava zemzemê û kewserê vedixwar,ewa sermest dibû,lê piştî du,sê mehan ew rûreşiya,dê xuya bike.
Piştî Gulçînê dermanê Şêx vexwar, ewa roj bi roj mîna reyhanekê diçelmisî û mîna mûmekê jî diheliya,ewa kete nav nivînê û ewa rojekê mîna çirekê ji nûşkave vemirî.
BELÊ ! Gulçîn MIR LÊ DI HUNDIRÊ WÊ DE ŞÊXEKÎ BIÇÛK Û BÊ GUNEH DILIVIYA!!!!
Qedrîcanê navdar ev çîroka nayabdarî ji hundir û hinava civaka Rojhilatanavîn bi gelemperî û nemaze ji civaka Kurdî pir bi hunereke posporî li tevneke wêjeyî xistiye;ew di vir de derewên Şêxên erzan gelek bi sanahî sercil dike, armamnc û mebesta nivîskar ne hêrişkirina ser ola Îslamî yan Şêxên li ser rêça ola îslametiya durist diçin bicersîne,lê ew hundir û derûna wan yên rasteqînî li pêş civaka xwe bi hunerek baş rêdixe, ew pêşde civaka xwe agahdar dike ku ew baweriyên xwe bi Şêxên virek nekin,lê li aliyê din jî ew dixwaze nebûna hişmendiyê li nik gelek kesên Kurd jî ji civakê re eşkere bike û wan ji hişên şûndamayî rizgar bike taku tukes mîna Gulçînê netê xûpandin û ewa nebe qurbana Şêxên derewçîn.
Dumahîk heye
Efrîn,15.03.2024