Li Bajarê Kiel-Elmanyayê bi helkeftina Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî, Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi sirûda netewî ya Kurdistanê dest pê kir. Birêz Gulistan Beşîr û birêz Selame Abdullah li ser Jinên navdar yên Kurdistanê û rola jinê bi giştî di dîroka Kurdistanê de peyivîn û bi berfirehî li ser kar û xebatên Hevgirtina Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat hin daxuyanî dan. Di pey re derfet dan mêvanên xwe yên ku ew vexwendibûn, ta ku peyva xwe pêşkêş bikin. Li evê çalakiyê hejmareka zêde ji jinên Kurd amade bibûn û sifreyeka rengareng ji bo mêvanan hatibû danîn û bi diyarîkirina sorgulekê rêz li jinê hat girtin.bi hev re bixebitin, piştgiriya hevûdu bikin. Hezkirinê di navbera xwe
de çêbikin, her çiqas em rêzê li hev bigirin û piştgiriya hev bikin, em
dê hemû biser bikevin.
10.03.2024
Şîlan Doskî












Şîrove (0)