rojnamegerî karekî pîroz ê mirovahiyê ye

  Hesen Huseyîn Denîz

Di meha Tebaxê ya sala 1992an de rojnamegerekî kurd Huseyîn Denîz li sûka Serêkaniyê (Ceylanpinar/Urfa) Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên tarî yên Dewleta Tirkiyê ve hat gullebarandin. Di 10 Tebaxê de nivîskar û rojnamegerê kurd Huseyîn denîz jiyana xwe ji dest da û tev li Refê karwanê Rojnamegerên Kurdistanê bû.
Huseyîn Denîz ne yê yekem bû û ne wê bibe yê dawî; lê dijminên rastiyan çiqasî ji me qir bikin jî, pênûsa rojnamegeran li erdê namîne û nemaye. Roja ku Huseyîn Denîz hat qetilkirin, hijmara rojname yên kurdî qasî tiliyên destekî yan hebûn yan tinebûn. Lê îroj rojname, sîte û televizyonên kurdî qasî ku mirov nikaribe jibere bijmêre zêde bûne. Yê bi ser ketiye pênûsa şehîdên rojnamegeriyê ye û yê bi bin ketiye sazûmanên li dijî rojnamegeriya rast kuştin, girtin, qedexe, astengî û zîndanê pêk tînin in.
Di kesayeta şehîd Huseyîn Denîz de bi bîranîna giyana tevahiya şehîdên pênûsa azad banga ji komek rojnamegerên kurd, li Başûrê Kurdistanê bilind dibe û bi piştgiriya rojnameger û ronakbîrên her çar parçeyê Kurdistanê derbasî çalakiyê dibe silav dikim, destek û piştgiriya xwe jê re diyar dikim û serkeftinê ji çalakiya wan û xebatên wan re dixwazim.
Li Kurdistanê binpêkirinên mafên mirovan ji welatên din zêdetir e. Destpêkê li Kurdistanê qedexeyeke mezin li ser kurdbûnê heye. Li Başûrê Kurdistanê derfeteke azadbûna kurd di encama têkoşîna gelê me ya sedê salan derketiye holê, ji aliyekî ve Sûriye destdirêjiyê dike, ji aliyekî ve Îran tevliheviyê dike, ji aliyekî ve Tirkiyê çavsoriyê dike û her yek ji aliyê xwe ve dixwazin vê destkeftiyê têk bibin.
Bi vê sedemê bi navê kurd û Kurdistanê çi hebe dixwazin bibirin, qut bikin, ziwa bikin, tune bikin. Di vê çarçoveyê de, di armanca wan a yekemîn de tarîkirin û korkirina mejî û çavê gelê kurd heye, ku ji ber vê yekê herî zêde li Kurdistanê dagirkerî êrîşî ser rojnamegeriya kurd dike. Dizanin ku rêka xwenûkirin û hişyarbûna civakê di çapemeniya azad re derbas dibe. Ew wiha dihizirin ku çapemeniya azad asteng bikin wê zêdetir bikaribin sazûmana xwe ya zordar bimeşînin. Lê dîrok şanî me dide ku di encamê de ti sazûmana zordest heta qiyametê li ser darê nemaye û mazlûman herî dawî hesap jê pirsîne.
Bi vê bîr û baweriyê wê rojnamegerî û çapemeniya kurd jî tevî hemû zordarî, zahmetî, astengî û kuştinan rêka xwe ya ronahîkirin û hişyarkirina civaka kurd bidomîne. Bêguman di vê rêkê de wê pêwîstî bi dayîna têkoşîneke bê hempa ya buhayê jiyan, can, xwîn, ked û xebatê hebe. Çawa ku di civakê de gelê me, berdêlê azadiyê bi têkoşînê dide, di vê qadê de jî rojnamegerî û çapemeniya kurd wê têkoşer be û serî ji zordaran re daneyne.
Bi vê sedemê çalakiya ji aliyê rêxistiniya ROJNAMEGERÊN BÊ ROJNAME tê li darxistin, di rêka vê têkoşînê de pêngaveke grîng e û her kurdê azadîxwaz û ramanazad divê destek û piştgiriya xwe jê re diyar bike, tê de cih bigre û ji bo serkeftina wê tişta ji dest tê bike. Bêguman ev tenê gavek e û divê li ser vê gavên din jî bê tirs werin avêtin ta ku li Kurdistanê û li cîhanê êdî rojnameger neyên lêdan, neyên kuştin, ta ku pênûs azad bilivin li ser rûpelên spî.

Li gel silav û rêzên germ.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...