Mihemedê Seyid Husên
Bela têçûyekî rastbim û ne derewînekî fîrazbim.
Ku tu li rastiyê baş bi kole bê gûman rojekê tê li azadiyê rastbê, hinga dê hemû derî li pêşiya te sivik û hêsantir jî vebin.
Lewre gereke dengê pendê ji hemî dengan bilindtir be

neku derûnlawaz û rîpok jî xwe di bin navê wê de veşêrin, û ne jî weke hindeke xwebîn, bitêz û fêz di sêwirin nemaze ku karin şoreşekê bi tepiskekê lidarxînin, û ew kesê ku zêdetirî mijarê di axive min nebawer ku wêribe tengî çarenûsan bibe, raste xurtiya destelatdariyê kare her tiştî di welat de dagîr bike, mirovên niştecî zindan û îşkence bike, lê qet nikare çand, ziman û ramanan talanan bike, lêbelê di paxav û pêşbîniyên mandê de hergav sawgirtiyê wêne, pirdaxe jî ku devê hinekan tijî T.N.T ê ye tenha li derfetekê di gerin ku bi birayên xwe de bi pijiqînin.
Raste ku mirovê kurd li jiyaneke şûndevegerî bi pirse, û ji kevnedemên kûr û dûr ve raçavî xwe bike, hinga çespewîste wê xweş bizane bê çendî bi saya bizavên tekakesane, mîna nimûneya mîrzayê hêja çêkroxê A.B ya kurdî Celadet Bedir Xan, nemaze kes nikare bide mandelê ku kar û barekî gewre û evra ji bo payeberzkirina nasnameya netewî di zimanê mader de bi afirîne, û di wê serdema çerxê 20 an de laş û gewde bike, lê ku xwendevanekî kurd ji nifşên pêşsalên serete ji çerxê 21 ê maknivîsarên abûneyên Govara Hawar û Ronahî û bilî wan jî di îro de bixwînin, ji ber ku herkêm ji sedî 20 peyvên Erebî têde bikaranîne û yê ku bixwaze bela li herdû bergên Hawarê û bi taybetî nivîsarên lawikê kurd vegere û bixwîne, bê gûman dibe ku berê xwe ji zimanê naveroka wan biguherin, çunkî goteyên ziman ji heman jêdera zimanê civakî û ferhengî nemaze di çaxê ku îro em têde beşdarin şeşbare bûne, loma ji bo zimanekî şaristanî pêşgavên giring îro egerin, nemaze ku bi saya T.V. yên asîmanî û zimanzanên ferezane, terxemî û şareza li gel Pirên hevgehînî û pêwendariyên bi çand û kultûra civaka navnetewî re û di rêveçûna îroyîn de çak û sazkartir hatine radan.
Helbetî piştî navbirreke nêzî 80 salî tu carî hember nabin, vêca bi rastî ez mat dimînim nemaze ku çawa hindek qurre bi torfelaqî û bê ku li paş û pêş bi nerin û gotina xwe baş bi teqlînin têkdana ziman di kurtebîniya xwe de eşkere dikin, û wa bê nûnerî di çesipînin ku afirandin tevlî ziman têçû ye, mixabin heman rewşenbîrên kurtebîn û kêmbîr, zikreş û çavnebar bi taybetî ewên ku çavên wan ji devê wan bêtir diaxive û tenha li dûv dengvedana şopa xwe dibezin û dîroka çanda gelê xwe û gelên cîhanî baş nexwendine, hema rewşenbîriyeke serbserdayî bê xîm, stûn û max dixwazin, di baweriya min de ji bo wan gelekî zêdebare ku kêşeya wêjenivîsiya îroyîn û ya qûnqxên çûnî jî di ravekirineke zanistî û ketîwarî de raber bikin, ango (kevirê giran ne nîşanê lêxistinêne) ji ber ku ev bûye sê sal di ser 12 ê avdara 2004 an re derbasbû ne û hê jî xwe di sêwixînin, tenha bi dûv xewnên eware de di beza koran dikin, êca di baweriya min de ne pêdiviye ku kesê nivîser têkeve paxavan, şek û pekan û sawêrên metirsînê lixwe kom bike, û bi kirasê xwe re pevbiçine, bi taybetî rewşenbîrê ku di bîr û baweriyên xwe de xûmkiri ye ku zindan, îşkence, sirgûn û revendî ji bo wî pîşsazî û cihekî xweza ye, Pireke navende ku di ser re bêtir bi afirîne, mixabin hinek xwe dikin îreman lê nikarin dermanekî ji bo serê xwe bi dest ve bînin, wateyan ji bo gotinên xwe peyda bikin, kesê ku xwe ji milet mezintir û zanatir bi bîne tiştekî ji dîrokê nizane, ji ber ku çavên xwe baş hînî rengan nekirine, lewra ne sûcê Rokê ye nemaze ku mirovê kor sûdê ji roniya wê nabîne, êca ( Beroşê got binê min zêrîne, Heskê gotê ez baş lê geriya me ). Her wekî tax tenge û bajarê me biçûke em xweşik hevdû nasdikin, her wekî Konfîşos di bafîkê de goti ye (zanavayekî baş bide min ezê miletekî baştir bidme te) her wiha kurdistan bi saya lawên xwe yên kargorî û navê xwe yê nemirî welate, û dê zindar jî bi mîne û kêşeya wê ya li ser lêvên asoyan helawêstî bi saya heman lawên nemekdar û dilsoz li ser çîmenê bihuştê peya bûye, loma penda berya berevaj dibêjim ( çira kesî heta sibê vemirî namîne ) dê mîna giloka berfê her ku bi gindire wê mezintir bibe û wê ji ramanên qerimî û hêviyên baskokirî yên ji destxweçûyan û bêzaran rizgar bibe.
Birano kurd jiyan himêzkiri ye weke perensîp bi taubetî ku vîna jiyanê li nik wî ji felsefeya mirinê bi hêztir be, vêca dema ku em di welatekî azad de diramin û xewnên şabext pê di bînin, jixwe di pêşiya her tiştî de gereke em zimanekî rêwefermî, standerd û rewanbêje bi taybetî bo sazî, dam û dezgeyên çandê, çapenî, û rojnamegeriya kurdî û T.V yên asîmanî ragihînin,
Li bal min çi kesê pêwîsdar nemaze ku rabûdûyî çîrok û dîroka pêhatî û serboriyên gireft û kêşeyên gelê kurd li herêma mezopotamiya bûbe, teqez wê di bihurê heman dîrokê de çak binase ku ji hezarên salan ve, sal û demsal, meh û roj tev bûne helekeftên şîn û şahiyan, her wekî ji dîrokên kevnar yên şayen û xawer ve şahinşahiyên kurdî fermandariya herêmê bi sedên salan kirine, di her şerekî navgiran de navdarek, ango qehremanekî pêşewa berz bûye, her ku serkeftinek destnîşan bûye bi hezaran şehîd ketine û cejneke netewî di rûpelê dîrokê de tomar kiri ye, awzên lehengiyane û gewrefirziyên bav û kalên me tev kevneşopên dêrîn sînorê gerdûnê derbaskiribûn û asoyên sitêrkan dipelandin, şaristaniya gelê kurd ya bi nav û deng hinga di nexşa kurdistana azad û serbixwe de textê zêrîn dihejand.
Lê vajî van pesn û hevalnavên jorgotî nemaze piştî ku çerxa felekê çep zîvirî, û felek û dewranan terpitoz li kurdan rakirin û deriyê dojehê nemaze piştî derçûna ola îslamê li wan vebû felaket li dûv felaketê, qilixdarî û berbatên şewat û wêrankirinê, tevkujî û talankirina çand, ziman, gelepor tanî bi heyîna wî ya dîrokî jî li ber şek û pekan mîna kelemperekî berba dibû, vêca wê çawa rojên salê yên mayî têra helkeftên gelê kurd bikin, û ji bo şînyadîgarên jankêş û hevgarên kesanedî û bîranênên têçûnê nemaze yên ku miletê kurd ji destên dagîrkerên kevn û nû dîtine, yên ku qad û asîman nikare wan hilgire.
Di awira min de jîwar û dirustire ku mirov di zûtirîn dem de, rê li ber vê gengeşeya navxweyî nemaze ya ne hinkûf û pişiwarî navê rewşenbîre, rasterast û lirû van hest û helwestên mijdar ji hev vewejêrin û xalikan li ser tîpan deynin, hevdû di seqake şînesayî de li berxînin û rêyên şosakirî, nûder li pêşiya çarenûsan û li gora berjewendiyên kêşeyên gelê xwe yên piralî, di hemî hêlekarên jiyanê de berfirehtir vekin, çarçuveyên niwîneran bi laş û gewde di kombend, komît û komeleyên çandî, ziman û mirovanî de ava bikin, ne weke yên ku xwe di mirêkê de serûkaş dibînin û mirêkê tewankar û sûcdar di bînin, her wekî di bêjin mirêk xware, lê dema ku tu mirêkê li hemberî wan rast datîne her ew bi lingên xwe ve û li ser serê xwe helawêstî di mînin û dawdêlên wan li serên wan digere hinga jinû ve, hay dibin ku mirêk saxleme, lê tenha ew di mejiyên xwe de, di bîr û boçûnên xwe de şikestî û kurmî bûne.
Bê gûman vaye temen sala 65 an gerdendike û hê jî min ew ezmûneya delîvedar ji gel dewlemendekî kurd nedîti ye û ne jî bihîzti ye, nemaze ku carekê bi sinc û nîhadê mirovanî dilê wî bi belengazekî kurd êşiya ye, wilo bê nirx û hember destê palûte û zebareyê daye xêzanekî weza û li aziyê, ango ji gencîneya xwe ya diravî pirtûkek çap kiri ye, lê mixabin min û bilî min jî bi çavên serê xwe dîtine û bihêztine jî, bê çawa li çarçiya û meyxaneyan bi hezaran preyên xwe li ser masê û di nava geliyên sîng û berê Artêstan de datînin, û sed mixabin ku hindek soz û peymanan li ber xwedê didin ku tanî mirinê dê di pesnê wan de bi nîvisînin, û dê her û her cilên wan eger ku bo gernejînekê tenê be wê qeşawî bikin, helbetî mebesta min neketûbere ji ber ku beg û axayên kurd yên niştemanperwer, nemaze yên tevkar û destekarî kêşeya gelê kurd bûne pirnasin, û herçax û dem di dîrokê de rûmetdar û rêzgirtîne.
Omîdewarim ku têbîn û hişkrexneyên min yên deqarû, naxwe ku di çarçeveya êşnasiyeke rast de di gerin kesek jê zivêr nebe, lê ji mafê her xwendevan û nivîsere ku bi heyberekî wêjerexneyî bersiva min bide, û her (mêrê çê zane bê mil ji kûve tête xwarin). Berateyên bîranînan li ser kavilên wêran bi qasî rojên salê li ser lêvên qurretîfiroşan genî bûne, loma naçare wê rojekê rastiya mafnas bi pêxêla tiral û sixtekarên wa bigire, li derewên wan mikur bê û wan riswa û xemsar, şût û tazî bavêje ser tingê dîrokê.
Ji berya 40 rojyê ve bi taybetî di roja koçkirina xwedê jê xweş helbestvanê nemir seydayê Keleş de, bi rêvebiriya P.D.K. ya Pêşverû de bernameyeke şînenîgerî emade kiribûn, niwînerên partiyan di helkeftê de axivîn û çendek ji hestyaran jî helbestên xwe xwendin, komele, komît û kombendên çandî, mafê mirovan û niwînerên nivîskarên kurd li sûriyê bi birûskên xwe beşdar bûn, bi kurtî heman wêne û zêdetirî roja koçê di xweşwaniya 40 rojiya seydayê Keleş de, komît û kombendên serokatiya nîviskaran heftbare bûn û yên mafên mirovan şeşbare hatin gotin, û ya hew jê waweylê û kambaxtir ewbû ku pena kurdî terqîna dawî li ser mergê rewşenbîriyê tîpkî xwend, û omîdên wan jî pêre bi saxî binax kirin, lê na û hezar carî na weku ji serî de me emaje pê daye bese ji vir û wiha de, em nema şaşiyên beloq û kêmaniyên ziyankar di xwe de di qurmiçînin, de ka emê bihev re vê gevezoka jorgotî li ser terezûya zanevanî ya berjewendiyên gireft û kêşeyên gelê xwe di hemî hêlekaran de bê hewêdarî bi pîvin, û li ser rêbazeke ferezanî ji ezmûneya jiyanê dîsa bihev re şîrove bikin, çê têde pesende bikin û zexeliyan jê heşêf bikin.
1- biyanî ji dostên gelê kurd di biwara pirojeyên şofonîzma Erebî ya rêjîma Ba,is de, nemaze bo anîna 150 malên Ereb ji şedadê ku wan li ser qada kurdên Dêrikê bi cih bikin, pêşdemî piraniya nîviskarên kurd li hiindur û derve, danezan, gotar û bangên dupat û şermezarkirinê û danheva emzeyan dijî rêjîma totalîtar li gel çalakvanên mafên mirovan, li serê serê wan Dr. şakir Nabilsî . M. mamûn el Himsî . Elî Hac Husên, lê heman rewşenbîrên ku bi navê nîviskaran û komîtên mafên mirovan û endamên pena kurdî ketine bêdengiya miriyên goristanê.
2- her ku dunya xêz û vêz dibe niwîner û berpirsyarên rewşenbîran li me pir dibin, êca ku yek ji me bi hûrbînî bîne bîra xwe wê çak bizane ku dîsanê heman rewşenbîr bûn yên ku ji ber rivîna agirê 12 ê avdarê û di teqîna fîşeka parêzgerê Hesekê Selîm Kebûl ya yekemîn de çolebirr terqiyan, vêca gelo van revokan li kîjan Newalê civiyane û ev hemî sazî, dam û dezge, komît û kombendên çandî û komîtên mafê mirvanî di kîjan salê de damezirandine, berpirsyarên wan çendin, kîne, kê ew hilbijartine, gelo bi çend qiloçane.
3- gelo pêşkêşvêrê bernameya kombûneya 40 ê şînenîgeriya Keleş dema ku ew niwîneran di xweztin ser pêşbirkê, ango birûskên wan dixwendin, wî bixwe berya hinga dizanî kengî bûne berpirsyar û kengî dengê xwe daye wan ango pê şêwirîne, bi rastî ne tiştekî pêşiwar û babete ku di ser darbesta mirinê re rewşenbîr keviran dihev de werkin, lê teqez beşdarên xoşewîst tev dîdarin û çaktir jî dinasin bê kê dest pê kiri ye.
4- gelo ew çi tuxm û tewirê rewşenbîre nemaze ku ji 12 ê avdara 2004 an ve çavên xwe ji şehîdketina birrek ciwanên kurd girti ye, û pênûsa wî di kalan de pasik girti ye, erk û egersezayên evra di biwara pakrewan de ji bîr kiri ye, giyanê bergiriyê di ber talankirina qad, ziman û gelepor gelê xwe de bi derengî xisti ye, û ji çi mafî rola rewşenbîrên xamesoz, pêşewa û nebez didin mandelê û bi ser ve jî wan tewanbar û ajan dibînin. Lê bi rastî çakbextiya M. Birahîm Mehmûd derfeteke keysenzêrên dayê, nemaze ku yekser û rû li rû bi cegerdariyeke jixwebawer hişkbersivên şûngirtî di rûyên wan de bi teqîne, û bo heman derfetê gelekan ji beşdaran destek danê û sipasiyên germ ji bo heman hewesta wêrek û namedar diyarî wî kirin.
5- gelo van komît, kombend û pena kurdî yên jorgotî di derya salên çûnî de, ango ji 12 ê avdarê û bi virde, bi çi şêwazên ber xwedanê xwe di eniya tekoşînê de dawer kirine, kesek ji rewşenbîrên me yên siyasî û yên serbixwe jî kare bibe govan ku gotarek ji wan re li ser 12 ê avdarê xwenidi ye, diyardeyên desthilanînê li nig wan peyda bûne, carekê ji van saziyên jorgotî vexwendî çalakiyeke çandî, mafê mirovan nemaze ji bo yekgirtina nivîskarên kurd di rêxistineke navnetewî de, ango pê şêwirîne, gelo van saziyên me çend xwepêşandan û mangirtinên pirotisto û şermezarkirinê di bin sîdariya xwe de çêkirine, çend danezan, bangên han û halanê dane civaka navnetewî û pirojeyên ewarte yên rêjîmê li ser rûprlên Enternêtê û T.V yên asîmanî tazî û riswakirine, çend hevdîtinên bi vîna xwe ya serbixwe û daxwza xwe bi birêvebiriya rêjîmê re ji bilî ya Necah Etar ya daxreş çêkirine, çend hewldan û pêşiyarên ortaxî /navbênçî/ bo yekitiya rewşenbîr û partiyên tevgera siyasî kirine, çendên caran bi tilam û sedema heman çalakiyên qedexe û arîşeyên dijwar binçavbûne ta ku em bi mafên wan rûnên û sipasiyan jî bidin wan… min bixwe tiştekî wa nedîti ye û ne jî bihîzti ye.
Bira no çelengiya gotinê ji huneriya afirandinê dizê.
Mirovê tewş û çolebirr têkdiçe nemaze ku kîn û çavnebarî, giyanê tenahezî û helperestî, destêwerdana zêdekarî û bê nûnerî rêberiya mirov bike, hinga bivê nevê dê di nava çirava kiryarên xwe yên çewt û şaş de bi teqine.
De ka dîsanê emê bihev re derlayen li van kelevajiyên ku di ahenga 40 rojiya helbestvanê kurd seydayê Keleş de guhdarî bikin, û gerek jî nabînim ku kesî bi nav bikim ji ber ku axêver dê nûneriya xwe ji naveroka heyber nasbike.
Di serî de weke têbîn: ew xuleka rawestandina bêdengî ya emadebûyan gereke bo giyanê nemir xwediyê helkeftê û hemî karwanê pakrewanên kurdistaanê bûna.
1- xortê ku bi navê Govarên kurdî axivî mixabin nizanîbû destnivîsa xwe bixwene.
2- yê dinê di gêra rewşenbîriya kurdî de pir nase ku helbestvanekî kurde, lê mixabin gotina xwe bi Erebî xwend.
3- yê ku dibêje ez nizanim gotinên qelew bibêjim, ev qurretî bi serê xwe ye û qûna wê jî tijî beze, çunkî axêverên berya wî tev bi zimanê xwe yê resen diaxivên, hîç parsa peyvê ji derveyî zimanê dayikê nekiri ne, wê çaktir be ku yek li xwe mikurbê nemaze ku ew di ziman de qelse û lawaze û sûc û guneh di wîde ye, û ji hemî malperên kurdistanî tenha sipasiya Gemiya kurdî dike… çima û yên dun.!
4- yek ji axêveran mat û tavilî dimîne nemaze ku çawa hindek bi du pênûsan di nîvisînin, û hîç pirsekê li serê wî nejent nemaze ku ji alîkî ve ew bixwe xwedî pênûse ango ji 12 ê avdarê de hogirî pênûsê bûye, dilopek xîmav di pênûsa wî de maye, û ji layê din ve ku li dîroka jînenîgeriya xwe veger û baş lê vekole dibe ku carekê pênûsên wî yên pir rû ne dihatin jimartin, her wekî carekê şaşika Berzaniyê nemir dadixiste dangê û piştî kurtedemekê rûyê xwe guherte semteke din, êca ew digihande cihê wî yê pêşiwar li ser perên stêrkan û pirsên din jî hene ta ku sîra wan bê… lê çima.
5- ciwamêrekî ji rewşenbîrên bi nav û deng helkeft û bernameya wê bi giştî li qana wî nehat, ca nema di Iyarê xwe de hilat hema mîna guleyê tivingê di edrî re pngizî derve û nema li paş xwe zîvirî. Ciwamêrekî dinê hewş di çavên wî de bû keleheke asê tev pîj û kelem, û beşadar tev lê bûne nêrevanên bergûman, lê bi taybetî wênegêrê Vîduo tew lê bû lawirekî dirinde, loma mîna pezkoviyê ku ji gur bi cefile serçimiyayî û çav şikestî li nav lingên xwe dinerî, tenha ji bo ku di fîlim de neyê nskirin, lê çendî daxe ku heman ciwamêran di firehiyê de li seri koçkên paltokan di hevpeyvînên pûç, vala û erzan de wêneyên pozbilind, mîna daroxe û nihîtên neqeban pif dikirin ewran û bi sîka xwe re pevdiçinîn û qaqboxî ji wênvêran dixweztin.
6- hema li bayê rê yek ji wan kelkeftîhezan ji hevalê xwe re dibêje de gotinekê bi navê nîviskarên kurd bixwîne, û ku te tewawkir ezê bi navê komîta mafên mirovan bixwînim, û ku me herdiwa bi dawî kir bela Riknavo gotinekê bi navê kombenda çandî ya kurdên sîriyê bixwîne mane berberi ye, û pişt re emê hersê bixwe nûneriya pena kurdî li sûriyê bisipêrin destbirakê xwe yê çaran, û bi wiha reng emê weke dar û destekaran dam û dezgeyên çandî û rewşenbîrî bi giştî binçav û dawer bikin, her wiha ciwamêran li gora rêbaza totalîtarî bê hilbijartin destên xwe danîne ser her tiştî, û yê ku naxwaze bela serê xwe li dîwêr xîne.
7- yê sêyem li ser çixara xwe di nîvisîne, û yê dîtirê ciwamêr ji wê dûrê bersiva xwediyê çixarê dide, zaro valane û tiştek ji wan kêm nîne, ma wan çi jêye ku hezar malên Ereban bên ser qada kurdan û çar hezar avdar û şeş hezar şehîd bikevin, ji ber ku mijara çixareyê giringtire û çî din hebe wan qet nejê ye.
8- ji bo ku kesî ji reşayê ve ango bi torfelaqî kesî tewanbarê tiştê ku nekiri ye nekim, lê hema bi dilarî nemaze ku di vê bafîkê de hevpariya mamosta Zeradeşt Haco di biryardayîna nûneriya pena kurdî de li sûriyê hebe, wilo bê rapirsîn û vekolîn di rêbaza dan û standina rêzikên civaka hozîtî ya paşverç de weke xal û xwarzê ango axa û xulamokên wî li gora arezûya 2 kesan pena kurdî dispêre ezmûneyeke rewal, awir û nerînên giştî yên rewşenbîrên namedar, serbixwe û siyasî serbêş dike û xemsar dihêle, ca bi hêvîme ku mamosta Zeradeşt salixê vê bûgînê bistîne bela di bersiveke zelal û camîne de li ser Enternêtê şîrove bike, yaxud çima wilo û M. Zeradeşt li ewropa aza û dîmuqrat dijî, nemaze ku di hemî saziyên fermî û şaredarî de bê şêwir û hilbijartin tiştek nayê wergirtin…bersiv liba wî dimîne.
9- bi rastî cihê daxê ye nemaze ku şandeyeke rewşenbîrî ji kombenda çanda Dihokê beşdarî helkefta 40 rojiya koça seydayê Keleş bibe, nemaze çi vexwendiyê ku derdikeve ser pêşbirkê di serî de xêrhatin, rêzgirtin û nirxekê giranbuha didane renckêşeya beşdarbûna şandeya kurdistana azad, û beşdar bi giştî çaverê qerimî man nemaze ku endamek ji wan axavtinekê bibêje, bi deng û rengê zindî rewş û pergala kurdistanê biguhêze, lê mixabin dixuye helkeft di asteya ku wan dixwezt nehatibû lidarxistin, ango ew nehatine ku şînê bikişînin lêbelê hatine ku em serê xwe ji wan re xûz bikin û li meyxaneyan peyalan bi wan re bi çingînin û piştmaskat û kestelêta bi kevêjin, dêmekî gereke bi kêmanî ji bo rêzgirtina kombûneyeke wa mezin û helkefteke wa gewre êdî gotinek bidana, lê mixabin ew û qerdaşên xwe bi kavişkî helkeft tewawkirin û berya ku bernameya wê bi dawî bibe derketin, û li dûv wan hineke din jî ji peyrewiyên wan kitakita û cot cot polîpoşman der ketin…êca wê hêviyên me li kû avê vexun xwedê zane.
10- puxta gotinê çendî mirov pend û şîraetan ta biderzî veke, berpan û dirêj, çep û rast mijaran raxîne û encaman şîrove bike, di awira min de ku yek nêzî çarenûsan nebe û hêmanê ku gireft û kêşe li ser çareser bibin tunebin, jixwe quretiyeke erzan û bê hode ye, her wekî pirnase çendîn ku ezmûneya nivîser hûr, kûr û dirêj be, helbetî bi wî qasî dê ziman û raman di felsefeya nîvisandinê de li nig wî bi hêz û watedartir be.
Bi kurtî ger ku her rewşenbîrek ji hindama xwe ve li miqeresiya xwe mikur bê, ji xwedbînî û ezîtiya xwe çend pileyan ji bo çavên kêşeya evra bête xwarê, û rasteqînê jî derlayen di hevrikiya navxweyî de dîsa li ser terezûya dadmendiyê bibêje, û li wê gorê baweriyê paktir bîne ku bi tena xwe nikare tiştekî bike, bê hev û bê şêwra giştî nemaze di rêbazeke yekgirtiî û yekpare de nayînin.
Vêca de werin emê li ser qada çanda kurdên rojava bi yek pênûsê, bi yek zimanî, bi yek rêbaza zanistî, hevkar û hevpeyman û bi mêranî xwe ji destêwerdanên bergûman bişon, û emê çarçuveyeke pêşewatî, serbixwe, hevpar û hevkar ji navkutka dilê navgeya rewşenbîrî hilbijêrin, guft û geyeke hevpesende û birayetî bihev re bikin, da qena her ku em li gengaziyekê ango li cîwaziyekê di pêvajiya xwe de bilikumin, em dê li ber destên heman çarçuvaya jorgotî ya hilbijartî sintaq bibin, her wiha pêşbîniyên ku min paxav ji wan dikirin û pêşinyarên ku min bo pêşerojê di encamên erênî û mêwegirtî de, û bi taybetî bo tevgera rewşenbîrî di nêv kurdên rojava de bi destxistine îro evbûn û… sipas.

— Qamişlo…31-7-2007.