WARÊ MINO


Ehmed Tahir

Ger tu çiwî Qamişlokê
Bêje,Ehmed li Duhokê
Pir xemgîne di vê rojê
Jiber ku ji te hez dikê
Gelo,kengî ew roj werê?

Em bighêrin wê qederê
Kur li dayka xwe vegerê
Bi hev re bijîn weke berê
Silav ji bo dar zeytûnê
Sembola jîn û hebûnê
Avdayî bi çemê xûnê
Cihê şêran hat meymûnê
Silav ji bo Meştenûrê
Genim sor û nan ji tenûrê
Surişt xweş û bîn bexûrê
Keftar çû û gur dizûrê
Pir hez dikim ji Dêrikê
Cihê bav û cih dayikê
Mast û penîr gel lorikê
Tolik xweş e ji wanikê
Tev bajar û gundê me ne
Girê Moza,lêlan hene
Decl û Ferat ava me ne
Çavên dijmin pir têde ne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…