Newafê Bişar Abdullah
Îro, li bajarê Amûdê, li ARTA Café, bi beşdarbûna birek nivîskar, rewşembîr û hezkirên zimanê Kurdî Ahenga xelatkirina zimanzan û nivîskarê Kurd ê navdar birêz Deham Ebdulfetah bi “Xelata Şerfname ya ziman û çanda Kurdî” ya ku her sal ji bal “Peymangeha Çanda Kurdî li Viyênayê” bo nivîskarekî Kurd tê diyarîkirin lidar ket.
Mamoste Dilovan Çeto li ser kurtejiyan û berhemên mamoste Deham bi dirêjî axivî, paşê mamoste Konê Reş li ser xebat û berhemên mamoste û çawa û kengî wî ew nas kiriye axivî, û pişt re min gotareke nivîskî ji beşdaran re pêşkêş kir û mamoste Faris Osman jî derbarê rola mamoste Deham Ebdulfetah di geşkirina hezkirina zimên û li ser devoka xelkên Amûdê axivî û got ew devoka HAWARê ye.
Li Dawiyê, mamoste Konê Reş, Xelat radestî mamoste Deham Ebdulfetah kir û beşdaran bi tevayî, bi dilekî xweş pîroziya mamoste Deham kirin û hêviya temenekî dirêj jê re kirin.
Li jêr, deqa gotina min e, ya ku min li Ahengê xwend:
“Xelata Şerfname ya ziman û çanda Kurdî” ya sala 2023-an Li Mamoste Deham Ebdulfetah û hemû rewşenbîrên Kurd pîroz be!
Ji sala 2018-an ve, “Peymangeha Çanda Kurdî li Viyênayê”, her sal vê xelatê, diyarî nivîskarekî Kurd ê ku xebateke wî ya ber bi çav di warê ziman û wêjeya Kurdî de hebe dike. Xelata sala 2023-an jî, bo zimanzan û nivîskarê Kurd ê hêja Deham Ebdulfetah hatiye diyarîkirin. Bêgoman e ku biryara Peymangehê rast e û mamoste Deham layiq û himkufê vê xelatê ye.
Mamoste Deham Ebdulfetah, yek ji zimanzan û nivîskarên Kurd ên herî naskirî ye, ew xwedî ked û berhem e û daye ser şopa wan mezinên yên ku bi saya xebata wan îro em bi zimanê dayika xwe dixwînin û dinivîsin, ewên mîna Mîr Miqdad Bedirxan, Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî, Dr.Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Cegerxwîn, Mele Ehmedê Namî, Hesen Hişyar …Û HWD û hê jî ew li ser wê rêyê berdewam e.
Beşdarên birêz… Xwişk û birayên hêja
Ew kesên ku dem û jiyana xwe bo ziman û wêjeya Kurdî terxan kirine, pêwiste cihekî wanî berz di civakê de hebe, ji ber ku ew karekî nirxdar û pîroz dikin, bê dudilî ew berevaniyê di ber çand û zimanê gelê xwe de dikin, zanîn, hişyarî û pêşketinê di civakê de belav dikin.
Mîna hûn dizanin, bi sedê salan e ku neyarên hebûna gelê me, bi armanca pişaftin û tunekirina wî, pilanên bi rêbaz pêkanîne, û hê jî pêk tînin. Bi her hawî wan rê li ber pêşketina zimanê Kurdî girtine, xwendin û nivîsandina pê qedexe kirine, û li ser vê rêyê, gelek nivîskar û zimanhezan jiyana xwe ji dest dane û gelek jî di zindanên zordestiya malwêran de riziyane!..
Di vî warî de, dixwazim naveroka mînakekê li ser şerê dijî zimanê zimanê Kurdî ku zanyar û civaknasê Turk ê navdar profîsor Ismaîl pîşekçî di pirtûka xwe ya bi navnîşana”Ziman-Nasname- Netewe û Neteweperwerî” de nivîsandiye bi we re parve bikim.
Dibêje, xortekî nijad Turk beşê mamostetiyê ji peymangehê derçûye, hatiye Kutdistanê da ku karê xwe yê mamostetiyê bike. Dema ew hatiye gund, dîtiye ku piraniya gundiyan ji zimanê Kurdî pêve tu zimanên din nizanin, dibistana gund kavil e, bê kursî û textnivîs e, hema bêje ew mîna axurekî ajalan e!.Ew matmayî dimîne. Rdibe hemû pêdiviyên dibistanê mîna yên ku wî li peymangehê xwendiye di lîsteyekê de dinivîse û li roja dîdara wî bi rvebirê perwerdeya parêzgehê re, jê re dixwîne.
Ew xort dibêje, dema min pêdiviyên dibistanê dixwendin, guhê rêvebir ne li ser min bûn û bê baldarî li min guhdarî dikir û ji nişka ve gotina min birî û ji min re got:
Xoce, weke dersdar, tenê du-sê tişt ji te têne xwestinê, ew jî ev in. Tê wan şagirtan fêr bikî ku ew nijad Turk û misilman in, û ew zimanê Kovî ku li mal û dibistanê pê diaxivin, ew zimanê hovan e, axaftina pê qedexe ye!..û rabe here ser karê xwe!.
Vêca dema ku ji piçûkaniyê ve ev ramanên reş î wêran di serê zaroyên Kurdan de têne çandin, zimanê dayikê li ber çavên wan piçûk, bêrûmet û bênirx dibe, derûna wan dişke, lawaz dibe, ji ber ziman û nijada xwe ew şerm dikin, û bi demê re ew nexweşiya giran a bi wan re mezin dibe û li tevaya civakê belav dibe!.
Lê hemû pilanên wan ên kînder têkçûn û zimanê Kurdî ji holê ranebû û tu caraî ew ji holê ranabe ji ber ku wî rehên xwe kûr di dilê gel de berdane. Pêwiste bê gotin ku îro em dibînin bi sedan pirtûk, kovar, rojname û pêlweş têne weşandin û belavkirin, bi milyonan keç û lawên me li zimanê xwe xwedî derketine, bi serfirazî ew pê dixwînin û dinivîsin, û li ser asta cîhanê wî pileya 10-emîn wergirtiye, ew cihê şanazî û kêfxweşiya me ye. Herwiha hêjayî gotinê ku bi armanca parastin û pêşvebirina vî zimanê şêrîn, her emê li ser vê rêyê bin, kar û xebata xwe bişopînin, çanada aştî, azadî, wekhevî û mirovheziyê belav bikin.
Li dawiyê dibêjim, xelatkirina mamosteyê me Deham Ebdulfetah, xelatkirina zimanê Kudî ye, xelatkirina hemû nivîskar, rewşenbîr û hezkirên zimên e, bila ev xelat li me hemiyan pîroz be!
Spas ji “Peymangeha Çanda Kurdî li Viyênayê” re!
Spas ji Dezgeha ARTA re!
Spas ji beşdariya we re!..
Qamişlê :13.01.2024 Z