Aşopên bêdengiyê û bêdengiya ku deng e !


Mizgîn Hesko

Bêdengî…
Deng e !
Û tenêtiya bi hilma
Kulîlkên bêdengiyê
Tije…
Mey û beng e!

Bêdengî…
Deng e !
Ne sazketî
Û çikiyaye…
Dilê stêreke
Ku ji asîmanê xwe xurcî
Li nihêniyê bê ser û ber
Çirawîskên ku bûne
Belgên asemînan
Û li rêgehên tarîbûnê
Û bîna ku
Spî, spî rijiyaye !

Xarên…
Ku di gewiriya ristê de
Helawistî !
Û bêdeng
Ji keskahiya dilên
Hostayên ciwankariyê
Û destên bê tilî
Ku şûşeya şevê
Berhev dikin…?!

Û Bêdengî…
Tabloya xemilîn
Û nîşanber e
Bi şêwekarî
Tiliyên ducanî
Li ser henaseyên rêyan
Û keviyên daristanê
Berbangê
Nîgar dikin…?!

Û Bêdengî…
Deng e!
Bi tena serê xwe
Di cengê de
Huner û ceng e !

Êdî xuşîna daristanê
Nabihîzim
Axa ku daran
Di himêza xwe de
Hildigire
Bang û olan dide
Û nalîna bêdengiyê
Ya can û şeng e !

Û Bêdengî…
Leşkerê rojê giran
Bê şûr û mertal e !
Di kûrahiya bejnên westiyayî de
Şervan…
Û namzadê
Kubar û herî şepal e !

Û ev can têkçûyî
Û bêdengî…
Ne têkçûn e
Ne dilsarî ye
Lê mijûlbûn e !

Dilê ku hînî
Peyala bêxewiyê bûye
Aşop…
Tarîgeh…
Û bêdengî…
Ron û şemal e !

Û pêlên…
Ku beravan
Dagirtî xirecir dikin
Û hêrsa…
Ku qeyikên biçûk
Dadiqurtîne…
Pêlên bê hedan
Û hêrsa …
Ku ji sînga latan dixwe
Û kirasekî din
Li heyînê dikin !

Pêlên…
Ku êdî li wir
Naçikin
Lê hino, hino
Ber û paş ve
Vedigerin
Û herî dawî
Hêmin û aram
Dubare
Radikevin !

Pêlên bêdengiyê ne
Û ne xemgîniya dizek e
Ku hiş û giyanê
Dide bager û talanê
Û tiliyên bêdengiyê
Siherebaz in !
Me şilfî, tazî
Tavêje
Davên sirê
Û herikîna baranê !

Û Bêdengî…
Hêzbûn
Û ne têkçûn e
Bi nazikî
Dêmên Gulan
Dibişirîne
Û Bêdengî…
Bext
Û bextewarî ye
Di çavan de diçirise
Û hin caran
Wan dide
Şabûna giriyanê !

Û Bêdengî…
Ne ker
Û ne jî lal e
Hela xwe ji kenarên gulên sorî, tarî
Bidin alî
Ravekirina bêdeng
Û kesixandina bişkojên peyvê
Karê min e !
Vekolana
Xalên razber
Barê min e !

25. Rêbendan 2022.

………………………………………………………………………………………………

•Ji Surperiya zîvê sihirdar. Avdar 2022. SerSera. Berlin.
  Havîn 2023. weşanên NA. Izmîr

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...